KCD’ê banga tevlîbûna meşa Amarayê kir

KCD’ê banga tevlîbûna meşa Amarayê kir

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, bang li her kesî kir bi bi 100 hezaran kes bi ruhê Newrozê ji bo 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin Amara û vîna Ocalan a ku di Newrozê de danî holê biparêzin û xurt bikin.

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk û Ahmet Turk di derbarê 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Amara de li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salona civînê pankarta “Ji bo Çareseriya Demokratîk ji Ocalan re azadî" vekirin. Destpêkê Hevseroka KCD'ê û wekîla Wanê Aysel Tûglûk di derbarê meşa Amara de agahî dan. Tûglûk anî ziman ku, îsal dê bi tevlîbûna 100 hezaran kes bimeşin Amara û wiha got: "Îsal dê gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û ji çar aliyê Kurdistanê dê nûnerên gelek partiyên siyasî jî bên tevlî meşê bibin. Em bang li rewşenbîr û nivîskaran jî dikin û dixwazin tevlî meşa Amara bibin. Dê di 3'ê Nîsanê de bimeşin Xelfetiyê û li Xelfetiyê di demjimêr 12.00’an de bernameyê çêkin. Di 4'ê Nîsanê de jî em dê bi girseyî ji Xelftetiyê bi kerwanek mezin bimeşin Gundê Amara ku Birêz Ocalan lê ji dayîk bûye."

HEVSEROKÊN KCD'Ê Û BDP'Ê JÎ DÊ TEVLI MEŞA AMARA BIBIN

Tûglûk komkujiya li Kizildere ya 30'ê Adarê jî bibîr xist û wiha got: "Em wekî gelê Kurd em dê têkoşîna şoreşgerên ku di Kizildere de jiyana xwe ji dest dan berdewam bikin û bilind bikin. 4'ê Nîsanê dê ne rojbûyinek ji rêzê be. Meşa Amara dê meşek dîrokî û watedar be. 4'ê Nîsanê meşa kurdan a ber bi Azadiyê ve ye.

'TEVLÎBÛNA MEŞA AMARA XWEDÎDERKETINA BANGA OCALAN A DÎROKÎ YE'

Tûglûk anî ziman ku, ji bo wan Meşa Amara gelek girîng û watedar e û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd xwedî rol û mîsyonek dîrokî ye. Dema gelê Kurd dimeşe Amara ruhê xwe û Ocalan bi hev re dike yek. Bi ruhê lê xwedîderketina rola Ocalan a dîrokî diçin Amara. Meşa Amara lê xwedîderketina banga Ocalan a çareseriya demokratîk û dîrokî ye. Em bi vê meşe diyar dikin ku, em li pişt banga Ocalan in. Ji ber vê yekê divê gelê me bi ruhê lêxwedîderketina projeyên Ocalan bimeşin Amara. Tevlîbûna Meşa Amara lêxwedîderketina peyama Birêz Ocalan e. Lêxwedîderketina banga Ocalan a Newrozê ya dîrokî ye. Birêz Ocalan di 21'ê Adarê de banga dîrokî kir. Ji bo me pêvajoyek nû ya têkoşîna demokratîk dest pêkiriye. Di sala 2009'an de di meşa Amara de Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan hatin qetilkirin. Meşa Amara bi rehetî pêk nehat. Me li gel hemû qedexe û astengiyan bi bedelên giran xwe gihand Amara. Em hêvî dikin ku vê carê astengî li pêş me dernekevin. Em dizanin ku dewlet û îxtîdar dê aştiyê di sîniya zîv û zêr de pêşkêşî me neke. Em dê aştî û azadiyê bi têkoşina xwe pêş bixin.

Em bang li dewletê dikin û dixwazin hurmetê nîşanî aştiyê û çareseriyê bide. Em bang li gelê xwe jî dikin ku tevlî meşa dîrokî Meşa Amara bibe.

'EM BI OCALAN BAWER IN'

Tûglûk destnîşan kir ku, gelek û civakek bi Ocalan dibe vîn û hêz û li dora Ocalan xwe dike xelek wê demê divê dewlet hurmetê nîşan bide û nas bike. Tûglûk da zanîn ku, ew Ocalan ji bo aştiya Tirkiyeyê wekî şensek mezin dibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Birêz Ocalan hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelê tirk şensek mezin e. Birêz Ocalan di banga Newrozê de xwest pirsgirêk ji aliyê herdu aliyan ve bi erenî çareser bibe. Ji be vê yekê divê her kes li Ocalan û projeyên Ocalan xwedî derkevin. Ji ber ku xwedîderketina li Birêz Ocalan xwedî derketina li aştî û azadiyê ye. Ji bo vê yekê divê tecrîd bê rakirin û Birêz Ocalan serbest berdan. Divê êdî civaka Tirkiyeyê jî azadiya Birêz Ocalan qebûl bike"

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî anî ziman ku, peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de da pir watedar û girîng bû û wiha got: "Tevgera gelê Kurd wekî tevgera îsyanê ava bû û niha Kurd gihişitine ku siyaseta demokratîk û têkoşîna demokratîk bide. Li vir serdema nû dest pê dike. Ji bo siyaseta demokratîk pêş bikeve divê bi 100 hezaran tev li Meşa Amara bibe û li peyama Birêz Ocalan xwedî derkevin."