KCD'ê Cejna Laleşê ya Êzidiyan pîroz kir
KCD'ê Cejna Laleşê ya Êzidiyan pîroz kir
KCD'ê Cejna Laleşê ya Êzidiyan pîroz kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi peyamekê Cejna Laleşê ya civata Êzidiyan pîroz kir. KCD'ê got, "Heca Laleş, nîşaneya yekitiya gelê me yê Êzidî yê li çar aliyê cîhanê belav bûye."
Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD'ê bi wesîleya Cejna Laleşê ya Kurdên Êzidî daxuyaniye da û got, "Hec û Cejna Laleş di heman demê de cejneke ku gelê me yê Êzidî daxwaziyên xwe yên jiyana aştî û biratyê ya bi gel û baweriyên cîran re nîşan dide ye."
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Cejn, rojên li hev hatin, hembêzkirin, xwişk û birabûn, hezkirin, hurmet û xweşbîniyê ne. Hesreta mirovahiyê ya jiyaneke wekhev, azad û bi hev re, têkoşîneke hevpar ferz dike. Em Hec û Cejna Cameya Laleş di serî de li gelê xwe yê Êzidî li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin."
Cejna Laleşê ku ji bo Êzidiyan ziyaret pîroz a hecê ye û her sal di navbera 6'ê Îlon û 12'ê Cotmehê de tê lidarxistin, her sal bi beşdariya gelek Êzidiyên ji deverên cuda yên cîhanê pêk tê. Di vê cejnê de Êzidî bi pîxwas li Laleşa Nûranî îbadeta xwe dikin.