KCD'ê Cejna Qurbanê pîroz kir
KCD'ê Cejna Qurbanê pîroz kir
KCD'ê Cejna Qurbanê pîroz kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi peyamekê bal kişand ser girîngiya Cejna Qurbanê di dîroka gelên Rojhilata Navîn de û cejn li temamiya Kurdistan û gelên Misilman ên Rojhilata Navîn û Cîhanê pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk bi munasebeta Cejna Qurbanê peyamek weşand û diyar kir ku di bingeha hemû cejnan de daxwaz, hêvî û serketinên civakan heye. KCD'ê da xuyakirin ku Cejna Qurbanê jî yek ji van cennane û ji cejnên herî kevin ên Rojhilata Navîn e. KCD'ê got, ev yek jî nîşan dide ku di warê aştıya civakî de, gelên Rojhilata Navîn xwediyê kevneşopiyeke kûr e.
Di peyama KCD'ê de wiha hat gotin;
"Belê mixabin di roja me de, li aliyekî modernîteya kapîtalîst, gelan bera ber hev dide û ji bo deranîna şer, her cureyên çekan bikar tîne. Di aliyê din de jî, li ser navê Îslam û cîhadê tevkujiyên wahşiyane têne meşandin.
Di van çend salên dawî de, çeteyên ku li ser navê Îslamê tevdigerin, bi alîkariya hinek dewletên ku qaşo Misilman in, êrîşên giran li ser gelê me yê “Rojavayê Başûr ê Kurdistanê”dimeşînin. Gelê me yê Rojava jî, berxwedaneke bêhempa ya xweparastina rewa, lidar dixe.
Em bi wesîleya Cejna Qurbanê, dixwazin bala temama gelê dinyayê û bi taybetî gelên misilman bikşînin ser berxwedana gelê me yê Rojava."
Kongreya Civaka Demokratîk di dawiya peyama xwe de got, "Bi hêviya bibe sedema azadiya gelê Kurd û aştiyeke mayînde, em careke din Cejna Qurbanê pîroz dikin."