KCD’ê di Cejna Remezanê de banga piştevaniya ji bo Rojava kir

KCD’ê di Cejna Remezanê de banga piştevaniya ji bo Rojava kir

Komîsyona Kêmar û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê, destnîşan kir ku li Rojava komên çete bi alîkariya dewletan Meha Remezanê bi xwîn kirine û bi wesîleya cejna Remezanê banga piştevaniyê li gelê Kurd kir.

Komîsyona Kêmar û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk,di daxuyaniya têkildarî Cejna Remezanê de wiha got, "Meha Remezanê ya bi daxwaza ji aştî, edalet û biratiyê re  ku em dixwazin bijîn, li Rojava komên çete bi alîkariya dewletên herêmî bi qetlîamên li dijî gelê Kurd kiriye nav xwînê. Cîhan û alema Îslamê ji vê qetlîamê re bêdeng ma. Em vê nêzîkatiyê şermezar û protesto dikin.”  

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya piştevaniya bi gelê Rojava re û bang li tevayî mirovatiyê hat kirin ku piştevaniyê bidin gelê Rojava.