KCD-E’ê ji bo çalakiyên li Brukselê banga tevlîbûnê kir

KCD-E’ê ji bo çalakiyên li Brukselê banga tevlîbûnê kir

Hevserokatiya KCD-E bang li hemû Kurdên Ewropayê kir ku tevlî çalakiya rûniştinê ya ku di navbera 24-25’ê Îlonê de li Brukeselê pêk tê bibin.

Hevserokatiya KCD-E ya Ewropayê daxuyaniyek nivîskî da û ji bo çalakiya rûniştinê ya li Ewropayê wê du rojan pêk bê bang kir. KCD-E da zanîn ku divê di çalakiya rûniştinê de Kurdên Belçîka, Bakurê Fransa, Başûrê Elmanyayê û hemû Kurdên Ewropayê tevlî bibin.

Heverokatiya KCD-E’yê di daxuyaniyê de da zanîn ku çeteyên çavsor DAIŞ dixwaze li her derê Kurdistanê çavsoriya xwe belav bike û got: “Ev çavsorî 3 sal e bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Li Kobanê, Ceza û gelek cihên din ên wekê Mûsil, Şengal û Mexmûrê êrîş pêk anî.

Şerê ku bi koçberkirina sedan kesî, mirina hezaran kesî encam bû hê didome. Herî dawî faşîzma AKP-TC û çeteyên çavsor bi hev re peymanên qirêj kirine û qezencên gelê Kurd hedef girtine. Ev peymana xwe li ber çavên hemû cîhanê îtîraf kirine. AKP’ê sefaretxaneya Mûsulê ya bi koordînekirî bi çeteyan re dixebite û biryargeha ekîba MÎT’ê biriye Enqereyê. Roja ekîba seferatxanayê vedigeriya TC’ê bi trênan amûr û endamên çeteyan şandin Reqqayê û ji wir jî şandin Kobanê.

Hêzên YPG û YPJ’ê berxwedanek mezin nîşan dane û her wiha HPG û YJA STAR’ê jî li Şengal, Kerkûk û Kobanê darbe li ser darbeyê li çeteyan xistin.

Hikûmeta AKP’ê ji bo ku pêşî li hestiyara Kurdên Bakur bigire guleyên rastî bi kar aniye û NY, YE, Konseya Ewropayê û saziyên navneteweyî jî li dijî vê bêdeng in.”

KCD-E’ê di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku li dijî êrîşên çeteyên çavsor û hevkarê wê divê Kurd û dostên Kurdan bibin yek û got: “Divê em hemû çeteyên çavsor teşhîr bikin, hevkariya TC teşhîr bikin. Divê em pêşî li komkujiya li ser gelê xwe bigirin.

Em divê xwedî li çalakiya ku parlamenterên gel ên Cenevreyê ku li Swîsre, Avusturya, Îtalya û Başurê Fransayê daye destpêkirinê bibin.

Li Brukselê saziyên YE’yê  di rojên pêş de wê çalakiyê pêk bîne û bi taybet divê Belçîka, Bakurê Fransayê, Hollanda, Başûrê Elmanya û Kurdên Ewropayê bi aktîf tevlî bibin. Her wiha em bang dikin ku çalakiya ku li her derê Ewropayê pêk tê divê tevlîbûna wê zêde be.

Çalakiyên li Brukselê di 24’ê Îlonê de li Robert Schumanplein 9, 1000 Bruxelles û di 25’ê Îlonê de li Place du Luxembourg 6, 1050 Bruxelles wê pêk bê.