KCD'ê Elçî bibîr anî
KCD'ê Elçî bibîr anî
KCD'ê Elçî bibîr anî
KCD'ê di yekemîn salvegera wefatê de siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî bibîr anî.
Kongreya Civaka Demokatîk (KCD) di yekemîn salvegera wefatê de Parlamenterê BDP'ê yê Amedê siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî bibîr anî. KCD'ê bi vê wesîleyê daxuyaniyek nivîskî weşand û got, "Gelê mazlûm ê Kurd, bi saya siyasetmedarên mîna Şeraffetîn Elçî yê durust, kesayetê welatparêz, di Kurdayetî, ziman û welatparêziyê de biryardar, îro nasnameya xwe daniye holê. Şeraffettîn Elçî di vê têkoşîna mezin de siyaseta welatparêz di rêza herî pêş de temsîl kiriye. Şeraffetîn Elçî bi durustiya xwe ya siyasî re weke navê tifaqa Kurdan cihê xwe di dilê gelê Kurd de girtiye."
KCD'ê ragihand ku Elçî her tim xwedî li nirxên neteweyî yên gelê Kurd bi xwîn û canê xwe derxistiye holê derketiye û got, "Ji vî alî ve cihêkarî nexistiye nava kom, partî yan jî nêrînên cuda, mijara azadiya gelê Kurd di ser her tiştî re girtiye û di siyaseta navbera Kurdan de bûye navê yekbûyînê.
Windahiya Şeraffetîn Elçî ku dema wefat kir wekîlê Amedê bû, me weke windahiya gelê Kurd nirxand. Me soz dan ku emê hêjayî wî bin û îdealên wî bibin serî. Di yekemîn salvegera wefatê de em careke din soza xwe ya azadiya gelê Kurd dûbare dikin û wî bi rêzdarî bibîr tînin."