KCD’ê êrîşa bi xwîn a Misrê şermezar kir

KCD’ê êrîşa bi xwîn a Misrê şermezar kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê êrîşa ku li paytexta Misrê Qahîreyê lidijî alîgirên Serokkomarê berê yê Misrê Muhammed Mûrsî pêk hat şermezar kir.

KCD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi xemgîniyekê pê hisiya ne ku li hemberî mirovên ji bo darbeya leşkerî şermezar bikin mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne êrîş pêk hatine û di encam de bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan mirov jî birîndar bûne.

Daxuyaniya KCD’ê wiha berdewam dike: “Van pêkutiyên ku îradeya azad, mafê bijartin û hilbijartinê bi awayekî bêsînor tê îhlalkirin, bi xemgînî û bi guman em dişopînin. Ji bo qetlîamên li Misrê bên rawestandin em bang li deverên pêwendîdar ên rayedarên navneteweyî dikin da ku berpirsiyartiyê bigirin ser milên xwe. Em dixwazin ev hovîtî tavilê bi dawî bibe. Em êrîşa li dijî sivîlan şermezar dikin, ji gelê Misrê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin."