KCD'ê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir
KCD'ê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir
KCD'ê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) êrîşên bombeyî yên duh ên li Hewlêrê rû dan şermezar kir. KCD'ê ji gelê Başûrê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Di peyama KCD'ê de wiha hat gotin, "Li paytexta Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê êrîşekê rû da. Bi xemgînî me bihîstin ku di encama vê êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Weke KCD em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Di serî de hikûmeta herêma Kurdistana Federal, tevahiya gelê Kurd, xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfa dixwazin."