KCD-E erk dabeş kir

KCD-E erk dabeş kir

Desteya Rêveber a Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) civîna xwe ya yekemîn pêk anî û erk dabeş kir. Desteya Rêvber a KCD-E ku xwe bi 12 komîsyonan bi rêxistin kir, dê sîstema hevserokatiyê esas bigire.

Desteya Rêveber a Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropa (KCD-E) ku di 19. Kongreya Asayî ya Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê (KON-KURD) de di şûna KON-KURD'ê de hat avakirin, yekemîn civîna xwe pêk anî.

Desteya Rêveber a 22 jê jin 57 endaman, di nava xwe de erk dabeş kir û xwe bi 12 komîsyonên  "Rêxistinbûyîn, Perwerde, Jin, Ciwan, Têkiliyên Derve, Dîrok û Zimanê Kurd, Çand û Huner, Huqûq, Çapemenî-Weşan, Bawerî, Maliye û Spor" bi rêxistin kir.

HEVSEROKÊN KCD-EWROPA; SONGUL KARABÛLÛT Û ÎSMET KEM

Ji bo Hevserokatiya KCD-E jî Songul Karabûlût û Îsmet Kem hatin hilbijartin. Desteya Rêveber a KCD-E, her wiha desteya koordînasyonê ya ji hevserok û berdevkên komîsyonan pêk tê diyar kir û ji bo xwe li gelemperiya Ewropayê birêxistin bike û xebatên pratîkî yên serdemî bimeşîne, plansaziyeke salekê diyar kir.

Desteya Rêveber a KCD-E ku wê 3 mehan carekê bicive, bang li hemû sazî û dezgehên Kurd û Kurdistanî yên li Ewropayê kar dikin kir, ku bibin endamên KCD-E û bi awayekî aktîf beşdar bibin.

Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê (KON-KURD) ku di bin sîwanê wê de 10 federasyonên ji 175 komeleyan û 2 federasyonên ji Awûstûralya û Kanadayê heye, di 6'ê Tîrmehê de Kongreya xwe ya 19. lidar xistibû, di rêxistinbûyî û rêziknameya xwe de guhertin kiribû û xwe nû kiribû.

Di kongreyê de hatibû diyarkirin ku di nava 19 salan de Kurd û Kurdistaniyên li Ewropayê di warê çareserkirina pirsgirêkên siyasî, çandî civakî, perwerdeyî û aborî de xebatên girîng meşandiye û hatibû bibîr xistin ku li gorî salên 1990 di nêrîna Kurdên li Ewropayê yên diw arê siyasî, civakî, aborî, perwerdeyî û çandî de guhert û di jiyana wan de nûbûnên cidî derketine holê. Di çarçoveya pêdiviyên nû de hatibû destnîşankirin ku KON-KURD nema dikare bersivê bide û di şûna wê de rêxistinbûyîneke nû Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) hatibû îlankirin. 

Li gorî vê yekê KCD-E ne tenê rêxistinbûyîna sîwanî ya federasyonên komeleyên Kurd û Kurdistanî yên li Ewropayê ye. KCD-E rêxistinbûyîna sazîbûnê ya li gelemperiya Ewropayê îfade dike. Di bin sîwanê KCD-E de yekitî, federasyon, însiyatîf û konfederasyonên saziyên di warê çand-huner, jin, ciwan, spor, aborî, têkiliyên derve, pişeyî, bawerî, perwerde, ziman û dîrokê de xebatê dimeşînin, cih digirin.