KCD'ê Hikûmeta Başûr ji ber qedexeya Muslim şermezar kir
KCD'ê Hikûmeta Başûr ji ber qedexeya Muslim şermezar kir
KCD'ê Hikûmeta Başûr ji ber qedexeya Muslim şermezar kir
Kongreya Civaka Demokratîk, qedexekirina çûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim a ji bo Başûrê Kurdistanê, nerazîbûn nîşan da. KCD'ê balg li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku tavilê dest ji vê helwesta xwe ya zerarê dide yekitiya neteweyî ya Kurdan, berde.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî pêşîgirtin li Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da.
KCD'ê got, "Di demeke ku yekitiya neteweyî ya gelê Kurd weke mijareke girîng hatiye rojevê û amadekarî ji bo kongreya neteweyî tê kirin de, astengkirina çûyîna Hevserokê PYD'ê Birêz Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê, helwesteke bextreş e û nayê qebûlkirin. KCD'ê ev yek weke hewldanek li dijî ruhê xebatên kongreya neteweyî bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em vê helwesta zerarê dide yekitiya neteweyî ya Kurdan şermerzar dikin û bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku bi lezgînî dest ji vê helwestê berde."