KCD’ê îradeya gelê Kurd ya di Newrozê de nîşan da silav kir
KCD’ê îradeya gelê Kurd ya di Newrozê de nîşan da silav kir
KCD’ê îradeya gelê Kurd ya di Newrozê de nîşan da silav kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî da û îradeya ku gelê Kurd di Newrozê de nîşan da silav kir û soza bilindkirina yekitiya têkoşînê da.
KCD’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, kurdanbi şîra ‘Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû û bi Rizgariya Demokrastîk ber Newroza jiyaneke azad’ Manîfestoya azadiya Demokratîk a kurdan bi cîhanê da bihîstin. KCD’ê wiha got: “2 milyon kesî manîfestoya Birêz Abdullah Ocalan bi yek dengî qebûl kir. Ev Newroz dê di dema têkoşîna nû ya gelê me de dê bibe meşalekeyek ronahiyê.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser vî bingehî em wek KCD’ê spasiyên xwe ji bo dostên kurdan yên ji welatên dûr hatin û bû şahidin vê demê, nûnerên partiyên Kurd û saziyên kurd yên ji çar paçeyên Kurdisanê hatin, nûnerên gelê Tikriyeyê yê ku zemîneke netewa demokratîk ava kirine û dost û endamên komên baweriyan dikin.”
KCD’ê di dawiya daxuyaniyê de hate detnîşan kirin ku, gelê me yê ku hesrata azadiyê li hemû cîhanê mînak tê nîşandan di vê qonaxê de jî îradeya xwe derxistiye holê û wiha got: “Ji ber vê ji bo ku em hêjayî gelê Kurd bin di serdî em KCD û hemû saziyên Kurd xwedî peywireke girîngin. Em ji bo hemû gelê xwe spas dikin û îradeya wan silav dikin.”