KCD'ê ji Baydemîr re sersaxî xwest
KCD'ê ji Baydemîr re sersaxî xwest
KCD'ê ji Baydemîr re sersaxî xwest
KCD'ê, ji ber wefata diya wî ji Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr re sersaxî xwest.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji ber wefata diya Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, peyama sersaxiyê weşand. KCD'ê di peyama xwe de got, "Di nava xemgîniyeke mezin de em hîn bûn ku dayika Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr Azîze Baydemîr wefat kiriye. Bila rehma Xwedê lê be, serê Birêz Baydemîr û malbata wê sax be. Em vê êşa giran a Birêz Baydemîr weke hevalên wî yên têkoşînê ji dil ve parve dikin û careke din jê re sersaxiyê dixwazin."