KCD'ê Nûrî Dêrsimî bibîr anî
KCD'ê Nûrî Dêrsimî bibîr anî
KCD'ê Nûrî Dêrsimî bibîr anî
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) yek ji pêşengên raperîna Dêrsimê Dr. Nûrî Dêrsimî ku bi helbesta xwe ya ji bo ciwanên Kurd nivîsandî tê naskirin, di 40. salvegera ji destdayîna jiyana xwe de, bibîr anî.
KCD'ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya wefata Nûrî Dêrsimî de diyar kir ku ji bo êşên Komkujiya Dêrsimê ji nifşên nû re bên ragihandin Dêrsimî roleke girîng lîstiye û gelê Kurd li her çar parçeyan guh daye feryada Nûrî Dêrsimî. KCD'ê got, "Di van rojên dîrokî yên kongreya neteweyî tê amadekirin û şoreşa Rojava pêk tê de, em xwedî bawerin ku rihê Nûrî Dêrsimî wê şad bibe."
Di daxuyaniya KCD'ê de weha hat gotin:
"Nûrî Dêrsimî yê di berxwedana gelê Dêrsimê yê leheng de cih girt, ji ber êrîşa hovane ya dewletê bi êşa komkujiya 1938'an derbasî Başûr bû û li vê derê têkoşîna xwe dewam kir. Sekna xwe ya Rêbertî bi nivîsên xwe, zimanê xwe yê zane, êşên Dêrsimê ji nifşên nû re ragihandiye.
Ev hewldanên Nûrî Dêrsimî yê bang li dîrok û nifşên nû dikir, bê bersiv nemane, gelê Kurd li her parçeyî bi bawerî û qewmên xwe re bûye yek û guh daye feryada Nûrî Dêrsimî. Di van rojên dîrokî yên kongreya neteweyî tê amadekirin û şoreşa Rojava pêk tê de, em xwedî bawerin ku rihê Nûrî Dêrsimî wê şad bibe."