KCD'ê qurbaniyên komkujiya Şengalê bibîr anî

KCD'ê qurbaniyên komkujiya Şengalê bibîr anî

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), mirovên di komkujiya Şengalê ya beriya 6 salan jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.

Komîsyona Hindekahî û Baweriyan a KCD'ê, bi daxuyaniyekê bi sedan Êzidiyên ku di êrîşa hemwext ya ku di 14’ê Tebaxa 2007'an de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. KCD'ê diyar kir ku civata Êzidî ji ber baweriya xwe, di tevahiya dîrokê de li êrîşan rast hatiye û destnîşan kir ku bi hilweşîna rejîma Seddam re, Êzidî bûne xwedî derket ku nasname û baweriya xwe bi awayekî fermî bijîn. Di daxuyaniya KCD'ê de hat gotin, "Civata Êzidî  ji bo ku ji van derfetan sûdê werbigirin, maf û azadiya xwe rêxistin bikin, li herêmê, bûne hedefa hêzên ku bi şêweyekî paşmayî û netewperestên radîkal.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîş û komkujiyên li dijî gelê Kurd di çarçoveya konsepteke paşve rû de tên kirin û hat gotin, “Gelê me jî neçare ku li hemberî van êrîşan yekitiya xwe ya netewî û civakî ava bikin. Em bi boneya salvegera komkujiya Şengalê tevayî gelê xwe dawetî yekitiya netewî dikin. Em cardin şehîdên Şengalê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînîn.