KCD: Em bang li her kesî dikin ku xwedî li Oner derbikevin

KCD: Em bang li her kesî dikin ku xwedî li Oner derbikevin

Kongreya Civaka Demokatîk (KCD), têkildarî qetilkirina ciwanê 19 salî Şahin Oner yê şevê din dema 15'ê Sibatê şermezar dikir maşîneya polîsan a zirxî lê xist û kuşt, ji gelê Kurd re sersaxî xwest. KCD'ê diyar kir ku, Şahin Oner ji bo rê li pêş mafê gelan yê demokratîk bê vekirin jiyana xwe ji dest da û di nava têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye. KCD'ê bang li gelê Kurd kir û xwest li Oner xwedî derkevin û li dora wî bibin xelek.

Kongreya Civaka Demokatîk (KCD) têkildarî qetilkirina ciwanê 19 salî Şahin Oner yê şevê din dema 15'ê Sibatê şermezar dikir maşîneya polîsan ya zirxî lê xist û kuşt, daxuyanî da çapemeniyê. KCD'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Bi boneya salvegera 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li hemberî Birêz Abdullah Ocalan li gelek bajar navçeyan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Ev çalakî her ku diçe mezintir dibin. Di çalakî û bûyeran de heta niha aşkere bûye ku gel bi girêdanek pir xurt bi Rêberê xwe ve girêdayî ye. Gel ji bo komploya li hemberî rêberê xwe Birêz Ocalan a di 1999'an de pêk hat şermezar bikin dadikevin kolanan. Herî dawî duh di 10'ê Sibatê de jî dema girse daket kolanan polîsan li Amedê mudaxale kir û ciwanê 19 salî Şahîn Oner qetil kirin.

KCD'ê da zanîn ku, Şahin Oner di bûyerê de ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin û sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest. KCD'ê aşkera kir ku, dijberi nûçeyên çapemeniya tirk ya "Dema xwest bombeyê bavê polîsan, bomde di destê wî de teqiya" di rastiya xwe de bi maşînaya zirxî ya polîsan jiyana xwe ji dest daye. KCD'ê anî ziman ku, şahidê bûyerê kuştina bi maşîneya zirxî ya polîsan piştrast dike. KCD'ê daxuyaniya Waliyê Amedê jî rexne kir û destnîşan kir ku, ev çalakiyek rewa û demokatîke. KCD'ê da zanîn ku, di vê serdema ku dewlet bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike kuştinên bi vî rengî provokatîfin.

'BILA SERÊ GELÊ KURD SAXBE'

KDC'ê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji gelê Kurd xwest û xwest hemû gelê Kurd û kesên aştî û demokrasiyê dixwazin li dora doz û têkoşîna Şahîn Onder bibin xelek û têkoşîna wî bilindtir bikin. KCD'ê da zanîn ku, Şahîn Onder dinava têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye û ew dê li têkoşîna Şahîn Oner xwedî derkevin."