KCD: Êrîşa li dijî goristana gerîla provokasyon e

KCD: Êrîşa li dijî goristana gerîla provokasyon e

KCD'ê xerakirina goristana gerîlayan a li Bêdlisê şermezar kir û êrîş weke "provokasyonê" bi nav kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê bûyera xerakirina goristana gerîla ya li Bêdlisê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku goristan di hemû olan de cihê pîroz tên dîtin û hurmeta ji miriyan re jî weke nirxê bingehîn ê sîstemên xwedî exlaq tê pejirandin û hat destnîşankirin ku di demên şer de jî goristanên gerîla nehatine xerakirin. KCD'ê êrîşa li dijî goristana gerîla ya li Bêdlisê weke "provokasyoneke mezin" bi nav kir.

Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Di vê pêvajoya em tê re derbas dibin de, ev yek êrîşa li dijî hesta jiyana bi hev re ya gelan e. Tevî hemû êş û êrîşên giran jî gelê me bi salan, di berdêla dayina canê xwe de xwedî li şehîd û nirxên xwe derketiye û wê her dem lê xwedî derkeve. Mafê kesî nîne, dilsoziya gelê me ya bi nirxên xwe re biceribîne. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li şehîdên xwe derkeve û li dora nirxên xwe yên neteweyî bicivin. Em berpirsyarên vê bûyerê şermezar dikin."