KCD: Êrîşa li dijî Goristana Şehîdan provokasyoneke mezin e

KCD: Êrîşa li dijî Goristana Şehîdan provokasyoneke mezin e

KCD'ê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" a li Çiyayê Bagokê şermezar kir û destnîşan kir ku êrîş provokasyoneke mezin e.

Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê der heqê êrîşa duh a li dijî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" a li Çiyayê Bagokê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxist ku piştî "Goristana Şehîdan a Xerzan" a li Bêdlisê duh li dijî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" ku tê de cenazeyên 43 gerîlayan hatine veşartin, êrîş hatiye kirin û hat gotin, "Goristan di hemû olan de cihên pîroz in. Di demên şer de jî goristan nayên xerakirin. Ev êrîşa bêrûmet a li dijî goristana şehîdan şehîdên gelê Kurd ku nirxên herî giranbuhane, provokasyoneke mezin e. Di vê demê de, êrîşa li dijî hesta jiyana bi hev re ya gelan e. Tevî hemû êrîşên hovane jî, gelê me wê li şehîdên xwe û nirxên xwe di her şert û mercî de xwedî derkeve."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mafê kesî nîne ku dilsoziya gelê Kurd a bi nirxên xwe re biceribîne û hat gotin, "Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li goristanên şehîdan derkeve, wan biparêze û xeyalên wan bicih bîne. Em berpirsyarên vê bûyerê şermezar dikin."