KCD: Gelê Kurd dê biryarê ti carî qebûl neke
KCD: Gelê Kurd dê biryarê ti carî qebûl neke
KCD: Gelê Kurd dê biryarê ti carî qebûl neke
Komîsyona Siyasî ya KCD'ê der barê redkirina daxwaza berdana wekîlên BDP'yî de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku gelê Kurd dê vê biryarê ti carî qebûl neke û wê bi rêyên hiqûqî, demokratîk û rewa berxwedana xwe ya demokratîk xurtir bike.
Di daxuyaniya Komîsyoan Siyasî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hat gotin, "Ji Dadgehên Îstîklalê heta Dadgehên bi Erka Taybet, yanî ji dîrokê heta roja me ya îro hemû dadgehên taybet ên hatine avakirin, li hemberî Kurdan hiqûqek cuda yanî hiqûqeke taybet meşandine. Biryara dawî ya der heqê parlamenterên BDP'ê de hatiye wergirtin jî, vê yekê piştrast dike."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Komîsyona Siyasî ya KCD em vê biryarê; weke dewma Hiqûqa Mêtîngeriya li dijî Kurdan, di heman demê de biryareke dijberiya 'Pîvana Wekheviyê ya Destûra Bingehîn' û cotstandartiyê dibînin û şermezar dikin."
Komîteya Siyasî ya KCD'ê bal kişand ser vê biryarê û komkujiya li Geverê û destnîşan kir ku gelê Kurd dê vê rewşê ti carî qebûl neke û bi rê û rêbazên hiqûqî, demokratîk û rewa berxwedana xwe ya demokratîk bilind bike. KCD'ê got, "Gelê Kurd dê vê protesto bike. Em bang li gelê xwe dike ku vê biryarê nas neke û berxwedana xwe ya demokratîk bilind bike."