KCD: Gelê Kurd xwedî hêza pûçkirina komployan e

KCD: Gelê Kurd xwedî hêza pûçkirina komployan e

KCD'ê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di salvegera 15. de şermezar kir û got, "Mîna duh îro jî gelê Kurd xwedî zanebûn, rêxistinbûyîn, bawerî û biryardariya pûçkirina komployane."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya 15. salvegera komploya navneteweî ya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku înkarkirina hebûn, ziman û nasnameya gelê Kurd ji aliyê dewletên desthilatdar ve rê li ber raperîn, berxwedan; pevçûn û êşên mezin vekiriye û hat gotin, "Şer û pevçûnên 2 sed salan rû dan, pirsgirêka Kurd çareser nekirin, di ser de hîn bêtir xetimand. Tirkiye, tevî ku pirsgirêka Kurd bi dîmanîkên xwe yên navxweyî çareser nekir, bi alîkariya hêzên desthilatdar ên navneteweyî re di polîtîkaya înkar û tinekirinê de israr kir. Bi vî rengî pirsgirêka Kurd veguherî rewşeke ku ji destwerdana navneteweyî re vekiriye."

KCD'ê diyar kir ku hêzên navneteweyî yên naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de dest bi komployeke ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû kirin û ev xal destnîşan kir:

"Di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi komploya navneteweyî re xwestin e, hem hêviyên jiyana azad û demokratîk ên gelê Kurd tine bikin hem jî Tirkiyê dafî şerekî navxweyî yê dem dirêj bikin. Lê belê berxwedana gelê Kurd û berxwedana Birêz Ocalan a li Îmraliyê, komploya navneteweyî pûç kirine."

KCD'ê ragihand ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendeke dîrokî bi dest ketiye, lê belê hikûmeta AKP'ê polîtîkayeke mijûlkirin û helwesteke xapandinê nîşan dide û got, "Mîna duh îro jî gelê Kurd xwedî zanebûn, rêxistinbûyîn, bawerî û biryardariya pûçkirina komployane. Em lanetê li komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin û bang li tevahiya gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku berxwedana demokratîk û têkoşîna ji bo jiyana azad bilind û mezintir bikin."