KCD: Heta Roboskî neyê ronîkirin demokratîkbûyîn nabe

KCD: Heta Roboskî neyê ronîkirin demokratîkbûyîn nabe

KCD'ê der barê salvegera komkujiya Roboskî de daxuyaniyek da û got, "Heta ku komkujiya Roboskî û komkujiyên din neyên ronîkirin, heta ku ev welat bi destûra bingehîn û qanûnên darbeyê re bê rêvebirin, siyasetmedarên Kurd dîl werin girtin, Kurd bi nasname û mafên xwe weke welatiyên wekhev neyên qebûlkirin, çareseriya demokratîk dê pêk neyê, pêşî li krîz û kaosan nayê girtin û dewleta paralel jî wê bi hemû qirêjiya xwe hebûna xwe biparêze."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin ku komkujiya Roboskî sûcekî mirovahiyê yê li dijî Kurdan e. KCD'ê ragihand ku mîna her komkujiyê hatiye xwestin, ser vê komkujiyê jî pê nixumandin û got, "Li komkujiyên Kurd lê rast hatine, komkujiyên nû hatine zêdekirin. Rêveberên vî welatî bi komkujiyên xwe re careke din derbasî dîrokê bûne.

Di ser vê komkujiyê re du sal derbas bûn. Ne kes ji wezîfeyê hatin girtin, ne jî kes hat darizandin. Ji ber ku hesabê Roboskî nehat pirsîn, komkujiyên nû yên Gezî, Lice û Gever rû dan. Her komkujiyê hesab jê neyê pirsîn, rê li ber komkujiyên nû vedikin."

KCD'ê da xuyakirin ku desthilatdariya AKP'ê ya ji ber lêpirsînên bertîl, dizî û nelirêtiyê ên der heqê zarokên wan de tofanê radike, dema mijar polîs û leşkerên zarokên Kurdan dikujin be, xelatan dide wan û ji wan re spas dike. Di daxuyaniya KCD'ê wiha hat gotin, "Bi vî zîhniyetê cotstandartî, bi polîtîkayên cihêkar pêvajoya aştiyê, edalet û demokratîkbûyîn pêk nayê. Di ser re pêvajoyên krîz û kaotîk wê timî li ber derî bin.

Heta ku komkujiya Roboskî û komkujiyên din neyên ronîkirin, heta ku ev welat bi destûra bingehîn û qanûnên darbeyê re bê rêvebirin, siyasetmedarên Kurd dîl werin girtin, Kurd bi nasname û mafên xwe weke welatiyên wekhev neyên qebûlkirin, çareseriya demokratîk dê pêk neyê, pêşî li krîz û kaosan nayê girtin û dewleta paralel jî wê bi hemû qirêjiya xwe hebûna xwe biparêze.

Divê Serokwezîr û desthilatdariya AKP'ê êdî vê bibîne; derketina ji krîzê û rizgariya ji dewleta paralel bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dibe."

KCD'ê ragihand ku ronîkirina Roboskî ji bo çareseriya demokratîk dê bibe gaveke girîng û got, "Bendewariya herî mezin a gelê Kurd di salvegera duyemîn a komkujiyê de ew e ku hikûmet lêborînê bixwaze û bi raya gitşî re parve bike û ewê der heqê berpirsyarên komkujiyê de lêpirsînê bide destpêkirin. Ev daxuyaniya li pêşberî raya giştî wê bibe nîşandeya ji dil a aştî, demokratîkbûyîn, hembêzkirin û biratiyê.

Di salvegera duyemîn de em hemû zarokên gelê Kurd ên hatin qetilkirin bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku heta komkujî were ronîkirin û hesab ji berpirsyaran bê pirsîn, emê berxwedana xwe ya bi rûmet û têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin."