KCD konferansa vegera gundan lidar dixe
KCD konferansa vegera gundan lidar dixe
KCD konferansa vegera gundan lidar dixe
Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Komxebata Ked, Koçberî û Xizaniyê ya KCD'ê di 2-3'ê Mijdarê de li Amedê Konferansa Vegera Gundan lidar dixe.
Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Komxebata Ked, Koçberî û Xizaniyê ya KCD'ê da xuyakirin ku derxistina bi zorê ji cih û waran û polîtîkayên koçberiya bi zorê mîna li gelek deverên cîhanê li cografya Kurdistanê jî bûne sedema tavmayên civakî û êşên giran û got, "Di salên destpêkê yên Komarê de bi Qanûna Îskan a Neçarî bi deh hezara mablatên Kurd neçar man koçî bajarên rojava bikin, di sala 1946'an de piştî hilweşîna Komara Kurd a Mahabadê Mele Mûstafa Barzanî û rêhevalên wî piştî meşeke dirêj xwe li Yekitiya Sowyetan girtin, piştî Komkujiya Helepçeyê ya sala 1988'an bi sed hezaran Kurd neçar man koçî Herêmên Kurdan ên li Tirkiye û Îranê bikin, di encama polîtîkayên bêmirovhiştina erdnîgariya Kurd a salên 1990'î 3500 gund hatine şewitandin û zêdeyî 3 mîlyon Kurd neçarî koçkirinê man. Vana hemû koçberiyên Kurdan ên herî trajîk ên dema nêz in. Koçberiya îro li ser Kurdên li Rojava û gelê Sûriyê tê ferzkirin, dewama polîtîkayên berê yên li hemberî Kurdan e."
KCD'ê diyar kir ku her gelê bi zorê hatiye koçberkirin tevî bêkarî û xizaniyê, ji xwe xerîb dibe
û rastî dejenerebûna civakî, qirkirina çandî û asîmîlasyonê hatiye.
Hat ragihandin ku yek ji rojevên stratejîk ên pêvajoya aştî û çareseriyê ya bi Newrozê re ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, afirandina şert û mercên vegera mirovên bi zorê hatine koçberkirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev vexwe di heman demê de avakirina demokrasî û vegera azadiyê ye û hat gotin, "Helwesteke bi vî rengî were nîşandan, di heman demê de wê bibe sekneke nû ya li dijî qirkirina çandî û berxwedaneke nû."
KCD'ê diyar kir ku ewê di 2-3 Mijdarê de li Salona Konferansê ya Cegerxwîn a li Amedê bi beşdariya akademîsyen, rewşenbîr, rêveberên herêmî, komên ji baweriyen cuda, rêxistinên civakî yên sivîl, beşdarên ji Mexmûr û Ewropayê û malbatên koç kirine bi şiyara "Jiyan bi jiyana li ser axa xwe dê watedar bibe" Konferansa Vegera li Gundan bê lidarxistin.