KCD: Kurd tê tucaran 16’ê Adarê jibîr neke
KCD: Kurd tê tucaran 16’ê Adarê jibîr neke
KCD: Kurd tê tucaran 16’ê Adarê jibîr neke
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî salvegera Komkujiya Helebçe daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, 16’ê Adara 1988’an ji bo gelê Kurd dîrokekî ku tucaran nayê ji bîr kirine.
KCD’ê bibîrxist ku, beriya 25 salan îro rejima Iraqê ya bixwîn biçekên kîmyewî yên di qada navnetewî de qedexe 5 hezar Kurdên sivîl qetilkir û wiha got: “Komkujiya Helebçe ku weke deqek reş ketiye dîroka mirovahiyê, li aliyekî din jî dîmenekî zelale ku bidirêjahiya sedsala 20’an gelê Kurd rastî zilm û zordariyê hatiye. Li hemû aliyê Kurdistanê ji Koçgirî heya Dêrsimê, ji Qamişlo heya Helebçeyê xwestine Kurdan di komkujiya fîzîk de derbaz bikin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Her çendî kesimên ku bûne dijminê gelê Kurd negihiştine armancên xwe jî, lê li pişt xwe trajediyên mezin hêlane. Hate diyarkirin ku, di sedsala 20’an de ji ber ku di nava Kurdan de yeketiyek netewî çênebûye ev êrîş pêkhatine. KCD’ê di daxuyaniya xwe de bilêv kir ku, îro jî gelê Kurd weke ku tu caran çênebûyî bihêz û xwedî helwestek netewiye û daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ Ji ber wê ye ku tiştên îro li Rojava çêdibin li Amedê tên hîs kirin, êşa Helebçeyê êşa hevpar ya her çar perçeyên Kurdistanê ye.
Helebçe sedem û hinceteke ji bo berxwedan û yeketiya gelê Kurd. Ev komkujî jî dê hertim di dilê Kurdan de weke komkujiya Qamişlo, weke ya Roboskiyê dê cihê xwe biparêze. Ji bo gelê Kurd careke din rastî komkujiyan neyê pêwîste yeketiya xwe ya netewî demek zûde çêbike û rêxistina xwe xurt bike. Baweriya me heye ku di sedsala 21’an de Kurd dê yeketiya xwe ya netewî çêbikin û destûrê nedin van komkujiyan. Li ser vî bingehî em qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi rêz bibîrtînin û weke Kongreya Civaka Demokratîk didin diyarkirin ku, em dê bîranînên we di tekoşîna xwe de bidin jiyan kirin.”