KCD: Meşa Amara dê israra kurdan a çareseriya demokratîk be
KCD: Meşa Amara dê israra kurdan a çareseriya demokratîk be
KCD: Meşa Amara dê israra kurdan a çareseriya demokratîk be
Encamnameya Civîna Meclisa Daîmî ya KCD'ê hat aşkerekirin. Meclisa KCD'ê di encamnameyê de diyar kir ku ji bo pêvajo bi erênî pêş bikeve gavên ku dewlet bavêjin hene û xwest ji bo dewlet van gavên pêwist bavêje her kes bêyî ku li reng û ruyê nasname, bawerî û nijada xwe binere di 4'ê Nîsanê Meşa Amarayê de bigêjin hev. Di encamnameyê de hat zanîn ku meş dê bi şîara "Bi Ruhê Newrozê ji Ocalan re Azadî" pêk bê û tevlibûna Meşa Amara ya 4'ê Nîsanê dê bibe israra Çareseriya Demokratîk.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di 31'ê Adarê de civina xwe ya Meclisa Daîmî pêk anî. KCD'ê piştî civina asayî pêk anî, encama civîna meclisê aşkere kir. KCD'ê di encamnameya civînê de diyar kir ku lazim e Meşa Amara ya 4'ê Nîsanê bi ruhê Newrozê pêk bê. KCD'ê wiha cih da encamnameyê: "Meclisa me li ser pêvajoya nû niqaşên kur meşandin. Di encama van niqaşan de perspektifên girîng derketin holê. Bi peyama Birêz Abdullah Ocalan a Newrozê peyamek nû hat destpêkirin. Ev pêvajoya muzakereyan li ser têkoşîna kurdan a 30 salan pêş dikeve. Wekî Birêz Ocalan jî gotibû ev ne dawî ye, ev destpêk e. Serdema ku çek bê deng dibin û siyaseta demokratîk pêş dikeve ye. Ji bo vê yekê jî divê gelê kurd û saziyên siyaseta demokratîk bêtir li pêvajoyê xwedî derkevin. Di Newrozê de gelê kurd vînek pir xurt nîşan da. Di vê pêvajoya ku siyaseta demokratîk esas tê girtin di serî de kongreya me û saziyên din ên demokratîk xwedî berpirsiyariyek mezin û giran in. Ji bo ev pêvajo pêş bikeve û bi ser bikeve girêdayî saziyên demokratîk ên siyasetê û sivîl in. Dîsa girêdayî rêxistinbûna gelê kurd e. Divê hemû hevparên Tevgera Demokratîk a Kurdan di vê pêvajoyê de li her tiştî baldar bin û bêtir tevli pêvajoyê bibin."
'DIVÊ DEWLET GAVAN BAVÊJE'
KCD'ê di berdewama encamnameyê de bal kişand ser rola dewletê û wiha berdewam kir: "Ji bo pêvajo bi erênî pêş bikeve divê dewlet jî gavên şênber bavêje. Divê guhertinên zagonan pêk Bîne. Divê xalên TMK, bendava hilbijartinê, rake. Divê astengiyên li pêş azadiya rêxistinbûnê ji holê rake. Divê gavên baweriyê bide û rê li pêşiya siyaseta demokratîk û parastina mafên demokratîk veke."
'HEWCEYA HEMÛ RÊXISTIN Û BAWERIYÊN CUDA BIBIN YEK
KCD'ê di dirêjahiya encamnameyê de li ser bawerî û çandên cuda yên Kurdistanê jî rawestiya û wiha cih da daxuyaniyê: "Hemû civakên li Kurdistanê dijîn reng, bawerî û nasnameyên wan çi dibin bila bibin divê bibin tifaq û hevkariya xwe xurt bikin. Divê hemû beşên civakê piştgiriyê bidin pêvajoya demokratîk û çareseriyê.
'DÊ ISRARA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BE'
Meclisa KCD'ê di dawiya encamnameyê de diyar kir ku ji bo pêvajo bi erênî pêş bikeve gavên ku dewlet bavêjin hene û xwest ji bo dewlet van gavên pêwist bavêje her kes bêyî ku li reng û ruyê nasname, bawerî û nijada xwe binere tev 4'ê Nîsanê di Meşa Amarayê de bigêjin hev. Di encamnameyê de hat zanîn ku meş dê bi şîara "Bi Ruhê Newrozê ji Ocalan re Azadî" pêk bê û kevlêbuna Meşa Amara ya 4'ê Nîsanê dê bibe israra Çareseriya Demokratîk. Divê her kes bi Ruhê Newrozê tev li Meşa Amara bibe û li pêvajoya çareseriya demokratîk xwedî derkevin.
KCD’ê diyar kir ku ji bo pêvajo bi erênî pêş bikeve gavên ku dewlet bavêjin hene û xwest ji bo dewlet van gavên pêwist bavêje her kes bêyî ku li reng û ruyê nasname, bawerî û nijada xwe binere tev 4'ê Nîsanê di Meşa Amarayê de bigêjin hev. Di encamnameyê de hat zanîn ku meş dê bi şîara "Bi Ruhê Newrozê ji Ocalan re Azadî" pêk bê û tevlibûna Meşa Amara ya 4'ê Nîsanê dê bibe israra Çareseriya Demokratîk. Divê her kes bi Ruhê Newrozê tev li Meşa Amara bibe û li pêvajoya çareseriya demokratîk xwedî derkevin.