KCD: Pêwîste deriyên sînor ên bi Efrînê re bên vekirin
KCD: Pêwîste deriyên sînor ên bi Efrînê re bên vekirin
KCD: Pêwîste deriyên sînor ên bi Efrînê re bên vekirin
KCD'ê ji bo alîkarî bigihêje Rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê bang kir ku deriyên sînor ên Meydan, Ekbez an jî Hamam bên vekirin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û got, "Erdnîgariya Rojhilata Navîn û tevahiya cîhan, ji rêvberiya cewherî û şoreşa demokratîk û hemdem a gelê Rojava re şahidiyê dikin. Hêzên serdest û dûvikên wan ên nikarin xwe li vê şoreşa xwedî wesfeke dîrokî rabigirin, dixwazin vê şoreşê bifetisînin.
Bi vê armancê ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve êrîşî Rojava dikin. Gelê-gelên Rojava ji Dêrikê heta Efrînê di her qadên jiyanê de xwe birêxistin kirin û van êrîşan pûç dikin."
KCD'ê bibîr xist ku êrîşên li hemberî Rojava saleke xwe dagirtiye û tevî hemû zor û zehmetiyan jî Kurdan di warê leşkerî û siyasî de serketineke mezin bi dest xistine û ev xal destnîşan kir:
"Êrîşên li hemberî şoreşa Rojava bi plan û pêkanînên nû dewam dikin. Planên ku heta niha bi şêweyeke gelekî zirav dihatin meşandin, roj bi roj hîn bêtir derdikevin holê. Welatên mîna Tirkiye û Erebîstana Siûdî ku heta niha hemû planên xwe bi awayekî veşartî meşandin, niha hemû kartên di destê xwe de û dijminahiya xwe bi awayekî vekirî dimeşînin.
Êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn û dîtin ku şer û êrîşên li Sûriyeyê ne li hemberî rejîmê, li dijî Şoreşa Demokratîk a Rojava ne.
Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ti projeyên ku Kurd qebûl nekin, êdî ne pêkane. Şoreşa Rojava mînaka vê ya berçav e. Vê şoreşa demokratîk, polîtîkaya êrîşkar a Tirkiyeyê têk biriye."
KCD'ê ragihand ku rêya rizgariya demokratîk û azadiyê, avakirina rêveberiya cewherî li ser xaka xwe ye û got, "Jiyan li ser axa dayikê, bi şêweyekî azad dê watedar be. Em bi gelê xwe piştrast in ku dê ji niha û pê ve jî li hemberî zextan li ber xwe bide, bi sozan nexape û axa xwe neterikîne."
KCD'ê diyar kir ku pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê bi yekitiya stratejiya hevpar a bi gelê Kurd re dibe û got, "Divê Tirkiye bi lezgînî polîtîkaya xwe ya li hemberî Rojava ya têk çûye biterikîne, di şûna ambargoya siyasî û leşkerî de xebateke hevpar û aştiyane esas bigire. Li ser vê bingehî pêwîste deriyên sînor ên ji Tirkiyê ber bi Efrînê vedibin, deriyên Meydan, Ekbez an jî Hamamê ji bo alîkariya însanî werin vekirin."