KCD: Şêrko Bêkes helbestvanê sedsala 21'an bû
KCD: Şêrko Bêkes helbestvanê sedsala 21'an bû
KCD: Şêrko Bêkes helbestvanê sedsala 21'an bû
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya wefata helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes peyamek sersaxiyê weşand û destnîşan kir ku Bêkes, yek ji avakarên helbest modern a wêjeya Kurdî bû.
KCD'ê bi gotina 'aşiqê xwezaya Kurdistanê, dilketiyê azadiya gelê kurd û Kurdistanê, şairê gewre, şoreşgerê nûjen ê bêtirs, Şêrko Bêkes jî koç kir, ji nava me bar kir çû ser dilovaniya xwe' peyameke sersaxiyê weşand.
KCD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çawa Cegerxwîn helbestvanê sedsala 20'an bû, Şêrko Bêkes jî helbestvanê sedsala 21'an bû û yek ji avakarên helbesta modern a wêjeya Kurdî bû. KCD'ê destnîşan kir ku Bêkes ne tenê helbestvanek, di heman demê de pêşmergeyekî leheng û rewşenbîrekî welatparêz bû.
Di peyama KCD'ê de weha hat gotin;
"Şêrko, her çiqas bi soranî dinivîsî jî, ew helbestvanê çar aliyê Kurdistanê bû. Li Başûr demeke kurt bû wezîrê çandê. Belê mîna her rewşenbîrên welatparêz wî ji deshilatdariyê hez nekir. Ew ne li pêy desthilatdariyê, li pêy azadiya temama Kurdistanê bû. Dema Serok Ocalan dîl ket, dilê wî li Silêmaniyê lerizî û got; “hûn nikarin ruhê kurdan dîl bigrin, hûn nikarin Behra Wanê bimiçiqînin.” Dilê wî li Silêmaniyê dilerizî, çavên wî li Amedê bûn.
Dengek ji dengên şoreşa Kurdistanê rawestiya. Şêrko çû, belê bi hezaran Şêrko li pêy xwe hişt. Deng û awaza helbestên Şêrko dê her dem li deşt û çiyayên Kurdistanê olan bide, dê helbestên wî di dibistanên Kurdistanê de mîna manîfestoya azadiyê werin xwendin.
Em sipasdarên helbestvanê gewre ne. Xwedê wî bi rehma xwe şad bike."