KCD wê Bendava Farqînê şermezar bike

KCD wê Bendava Farqînê şermezar bike

KCD, bi armanca şermezarkirina Bendava Farqînê û HES'an, wê li mezra Sêdeqnê-Goma bimeşe û kon vede. KCD'ê ji bo çalakiya roja 26'ê Tebaxê banga tevlêbûnê li hemû sazî, dezgeh û gelê herêmê kir.

Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi armanca şermezarkirina Bendava Farqînê û HES'an, wê li mezra Sêdeqnê-Goma bimeşe û kon vede.

Di daxuyaniya komîsyonê de hat ragihandin ku bendava mijara gotinê bi armanca ewlekariyê tê çêkirin û ji bo çalakiya roja 26'ê Tebaxê banga tevlêbûnê li hemû sazî, dezgeh û gelê herêmê kir.

Bernameya çalakiyan a Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojîk a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya li dijî Bendava Farqînê û HES'ê weha ye:

- 26'ê Tebaxê saet 13:00: Ji Amedê çûyîna Farqînê (Hemû wesaît wê li ber avahiyên BDP'ê yên navçeyan rabin)

- 26'ê Tebaxê saet 15:00: Meşa girseyî û daxuyaniya çapemeniyê

- 26'ê Tebaxê êvarê: Li konê protestoya bendavê çalakî û bicih bûn

- 27'ê Tebaxê roja Sêşemê: Vegera Amedê