KCK: AKP bi misogerî xwe ji bo şer amade dike
KCK: AKP bi misogerî xwe ji bo şer amade dike
KCK: AKP bi misogerî xwe ji bo şer amade dike
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê, bersiv da gefên Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ên li heyeta BDP'ê ya diçe Îmraliyê dixwe. KCK'ê diyar kir ku gotinên Erdogan baweriya bi gavavêtina ji bo çareseriyê tine kirine û got, "Ev nêzîkatî bi misogerî amadekariya şer îfade dike."
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê, der barê destwerdana hikûmetê ya li heyeta BDP'ê ya diçe Îmraliyê de daxuyaniyek da û bersiv da gefên Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ên digot, "Em biryarê didin ku kiyê biçe Îmraliyê", "Bila BDP bi peyamên dide re hewl bide xwe ji Wezareta Edaletê dûr nexîne, naxwe bendê qut bibe". KCK'ê destnîşan kir ku ev destwerdan, tê wateya sabotekirina pêvajoyê.
KCK'ê got, "AKP nabêje min pêvajo qedandiye, lê her tiştê ku rê li ber qedandina pêvajoyê vedike kiriye" û diyar kir ku hikûmet stratejiya mijûlkirinê ya heta hilbijartinan şopandiye û ev yek jî tê wateya amadekariya ji bo şer.
KCK'ê destnîşan kir ku helwest û gotinên AKP'ê hatine wê radeyê ku êdî xweragirtinê ne mumkune û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî vê feraseta siyasetî ya xwedî niyeta çareseriyê nîne rawestin û têkoşînê bilind bikin.
Daxuyaniya Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê wiha ye:
Serokwezîr Erdogan di demên dawî de heqaretên xwe yên li hemberî BDP'ê zêde kiriye. Ji aliyekî ve heqaretê dike ji aliyê din ve gefan dixwe. Dibêje, "Ezê heyetê biçin Îmraliyê diyar bikim." Gefa "Bila BDP têkiliyeke baş bi Wezareta Edaletê re deyne, naxwe nikare biçe Giravê" dixwe. Li ser rexneyên ji ber astengkirina çûyîna Selahattîn Demîrtaş a Îmraliyê, hikûmetê ev daxuyanî da. Tê zanîn ku beriya niha gelek navên di heyetê de, çûyîna wan hatibû astengkirin.
DESTWERDAN TÊ WATEYA SABOTEKIRINA PÊVAJOYÊ
Ev daxuyanî û pêkanînên Serokwezîr û AKP'ê, li dijî aliyekî vê pêvajoyê BDP'ê ye. Bi vî rengî dest li hevdîtinên heyeta BDP'ê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê werdan. Di şûna ku hikûmeta AKP'ê pêvajoyê bi pêş ve bibe, derfetan biafirîne de, ji bo pêvajoyê li gorî dilê xwe bimeşîne û hevdîtinan bêwate bike dest bi destwerdan û êrîşan kir. Ev yek jî tê wateya sabotekirina pêvajoyê. Eger bi awayekî kêfî dest li heyetên aliyekî tê werdan, hingî mirov nikare behsa hevdîtin û diyalogê bikin. Ji xwe her kesên bi alî yan jî bê alî destnîşan dikin ku destwerdana AKP'ê li van heyetan li dijî ruhê pêvajoyê ye.
NABÊJE MIN PÊVAJO QEDANDIYE LÊ BELÊ...
Yê ku ev pêvajo daye destpêkirin Rêberê Gelê Kurd e. Eger çareseriyekê pêk were, muzakerevanê sereke Rêberê Gelê Kurd e. Raya giştî jî destnîşan dike ku Rêberê Gelê Kurd xwedî rewşeke bi vî rengî ye û ev yek ji bo Tirkiyê firsendeke. Ev rastî li holê ye. Li gel vê yekê jî destwerdana li heyetên bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê dike, nîşan dide ku AKP xwedî mejiyê çareseriyê nîne. Rêber Apo dibêje, "Ji bo rêveçûna pêvajoyê divê karibim bi partiyên siyasî yên cuda, rewşenbîr, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî yên Kurd û kesayetan re hevdîtinê bikim." Li gel vê daxwazê astengkirina endamên heyeta BDP'ê, ji bilî qedandina pêvajoyê nayê ti wateyê. AKP nabêje min pêvajo qedand, lê belê her tiştên ku nîşan didin pêvajo qedandiye, pêk aniye.
Aliyê Kurd bi rexneyên xwe re diyar kiriye ku AKP li gorî ruhê pêvajoyê tevnegeriyaye û ti gav neavêtiye. AKP û Serokwezîr naxwazin rastiya nêzîkatiyên wan ên neyînî û ne samîmî yên li pêvajoyê, derkeve holê. Ji ber vê yekê AKP nikare xwe li rexneyên ku rûyê wê yê mijûlkirinê radixe pêş çavan, rabigire û hêrs dibe.
FERASETEK KU KURDAN KÊM DIBÎNE, NIKARE PIRSGIRÊK ÇARESER BIKE
Ji bo çareseriya pirsgirêkê, gelo li ku devera cîhanê hatiye dîtin ku helwest û gotinên heyetan ji aliyê aliyekî ve tê diyarkirin? Ev rastî nîşan dide ku AKP ne xwedî polîtîkayeke çareseriyê ye. Tişta yekane ya AKP dixwaze ew e, ku Kurd li hemberî polîtîkayên mêtîngeriyê yên talanker bêdeng bimînin; hebûn, azadî û vîna xwe ji însafa dewleteke ku bi gotina yek milet û yek welat Kurdan qir dike, bihêle.
Serokwezîr zimanê rayedarên berê yên dewletê yên gefa "Bila Kurd bi aqil bin, bêdeng bin naxwe ew dizane!" bikar tîne û Wezîrê Edaletê jî ji nûnerên gelê Kurd ê mazlûm û mafên wan hatine talankirin dibêje, "Aramiyê xera nekin." Careke din hatiye dîtin ku tişta vana ji aramî û aştiyê fêm dike, serîtewandin û bêdengiya Kurdan e.
Diyar e ku feraseteteke dewletê ya sedan salan Kurd biçûk û kêm dîtiye, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Beriya her tiştî şert e ku ji gelê Kurd û nûnerên wê re hurmet bê nîşandan. Hebûn an jî tinebûna feraseteke çareseriyê, beriya her tiştî bi vî rengî diyar dibe. AKP bi rêbaz û zimanê xwe yê bê hurmet, bi gef û heqaret careke din nîşan daye ku xwedî mejiyê çareseriyê nîne. Divê her mirovê xwedî wicdan û heqaniyetê bibîne ku mejiyê pêvajo xetimandiye û bi dawî kiriye, ev e.
AKP YEKSER XWE JI ŞER RE AMADE DIKE
Ev nêzîkatiyên Serokwezîr û AKP'ê yên ku baweriya hêzên demokrasiyê ya bi gavavêtina ji bo çareseriyê tine kiriye, ji sedî sed tê wateya amadekariya şer. Aşkera ye ku hêzeke siyasî ya xwedî feraset û niyeta çareseriyê, xwe naxîne vê rewşê.
Careke din hatiye dîtin ku AKP heta hilbijartinê polîtîkaya mijûlkirinê meşandiye, bi nêzîkbûna hilbijartinê re bi gotinên neteweperest re dixwaze ji bingeha MHP û CHP'ê dengan werbigire û desthilatdariya xwe bidomîne. AKP polîtîkaya xwe ya bi salane dimeşîne, îro jî dewam dike. Lê diyar bûye ku polîtîkaya mijûlkirinê êdî nikare were meşandin, lewma xwe ji şerekî dijwar amade dikin.
Rêberê Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurd û BDP'ê heta niha bi maqûl, bi sebir û bi berpirsyarî tevgeriyan û xwestin bi hikûmeta AKP'ê re ji bo çareseriyê gavekê bidin avêtin. Herçend me gelek caran bi têgihiştina 'dibe ku bi carekê nikaribe dest ji kevneşopî, ziman û tebîetên dewletê berdin" xwe li gelek nêzîkatiyên bêhurmet û heqaret ên li dijî ruhê pêvajoyê ragirtibin jî, raya giştî jî dibe ku gotin û helwesên AKP'ê hatine wê radeyê ku xweragirtinê êdî ne mumkune. Li hemberî ferasetke siyasî ya xwedî niyet û mejiyê çareseriyê nîne, divê êdî raya giştî ya demokratîk bêje êdî bese û hêzên demokrasiyê ji bo çareseriyê têkoşîna xwe bilind bike. Rêya yekane ya li hemberî polîtîkayên AKP'ê, bi bilindkirina têkoşînê re demokratîkirina Tirkiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd e."