KCK, banga xurtkirina têkoşîna li qadan kir
KCK, banga xurtkirina têkoşîna li qadan kir
KCK, banga xurtkirina têkoşîna li qadan kir
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û ji bo Şahîn Oner ê ku ji aliyê polîsan ve bi panzerê hate qetilkirin daxwaza sersaxiyê kir. KCK’ê bang kir ku çalakiyên xweşewitandinê pêk neynin kir û got: “Divê ne bi xweşewitandinê, divê weke Şahîn Oner li qadan bi wêrekî û lehengiyeke mezin li dijî hêzên faşîst-mêtînger pev biçin.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku 1999’ê di encama wê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin û radestê dewleta Tirk hate kirin, daxuyaniyek weşand. KCK’ê di daxuyaniya xwe de careke din hêzên komploger nelet kir û diyar kir ku dê hesabê qetilkirina ciwanê Kurd Şahîn Oner bê pirsîn. KCK’ê bang kir ku divê tu kes çalakiyên xweşewitandinê pêk neynin.
Daxuyaniya KCK’ê bi bîr xist ku komploya ku di şexsê “Rêber Apo” de li hemberî tevgera azadiya Kurdistan û gelê Kurd pêk hat, ketiye sala 14’emîn û got: “Em careke din bi hêrs vê komployê û hêzên di komployê de cih girtine şermezar dikin.” KCK’ê berxwedana 14 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ya li hemberî şert û mercên dijwar silav kir û diyar kir ku ew bi minetdarî û rêzdarî “şehîdên ku bi dirûşima ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bedena xwe kirin mertal” bi bîr tînin.
PÊVAJOYA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ HÎNA JÎ DI ROJEVÊ DE YE
KCK’ê bi bîr xist ku Ocalan, tevgera azadiya Kurd û gelê Kurd li hemberî komployê di van çardeh salan de berxwedaneke xurt nîşan daye û destnîşan kir ku ev komplo li hemberî hebûn, dahatû û azadiya gelê Kurd e û got: “Bi xêra qehremantiyên destnîşanî yên gelê me ev komplo hatiye pûçkirin û bê encam hatiye hiştin.” KCK’ê bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd a li hemberî Sîstema Îşkenceyê ya Îmraliyê û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo nûkirina komploya navneteweyî her carê bazarê dike û got: “Îro jî bi awayên cûda komploya navneteweyî di rojevê de ye û di vê çarçoveyê de êrîş pêk tên.”
KCK’ê destnîşan kir ku komkujiy Parîsê ya ku di encama wê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin weke bûyereke “hovane û xwînxwarî” ya ku di çarçoveya xeta komploya navneteweyî de pêk hat” bi nav kir. KCK’ê destnîşan kir ku her çendî ji hin tiştan diyar bûye ku ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û got: “Ne mimkun e ku bê desteka hêzên navneteweyî êrîşeke wiha li nîva Parîsê pêk bê.”
ARMANCA KOMPLOYÊ TUNEKIRINA XETA OCALAN BÛ
KCK’ê da zanîn ku armanca sereke ya vê komploya navneteweyî tunekirina xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û ragihand ku bi hewldanên bi biryar ên Ocalan, tevgera azadiya Kurd û gelê Kurd têkoşîna azadiyê bi ser ketiye û got: “Gelê Kurd dê bi xurtkirina têkoşîna xwe ya ji bo bi temamî binxistin û jiholêrakirina komployê tu astengiyan nas neke û dê Rêber Apo azad bike û hem tehrîbatên komploya navneteweyî ji holê rabike.”
KCK’ê ji bo protestokirina komploya navneteweyî bang li gelê Kurdistanê kir ku di pêvajoya herî girîng a dîroka têkoşînê de li qadan bi tevlîbûneke xurt çalakiyên protestoyî li dar bixin. KCK’ê got: “Weke her salê, rojek rojîgirtin, jiyanê rawestînin û neçin kar û dibistanê, pêşxistina çalakiyên din ên ji bo protestokirina komployê girîng e.”.
HESABÊ ŞAHÎN ONER DÊ BÊ PIRSÎN!
KCK’ê got. “Ciwanê kurd Şahîn Oner di vê têkoşîna bi wate û nirx de, di encama çavsoriya polîsên tirk de ku bi panzêrê pelçiqandin gihişt şehadetê. Weke Yahya Menekşe, ku ew jî bi panzêra polîsan hate pelçiqandin û şehîdet ket, berxwedana Şahînan dê ji bo hemû ciwan û gelê kurd bibe peyamek û em diyar dikin ku dê hesabê vê qetlîma namerd bê pirsîn. Em li vir ji malbata vî ciwanê xwe yê bi rumet re û gelê Amedê re sersaxiyê dixwazin. Em bang li hemû cwainên Kurdistanê dikin ku di riya şehîdan de têkoşîna xwe bilind bikin.
DIVÊ ÇALAKIYÊ XWEŞEWITANDINÊ PÊK NEYÊN
KCK’ê di berdwamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku komploya 15’ê Sibatê zilmek li hemberî gelê kurde û wiha got: “ Em dixwazin ku li dijî vê siyaseta zilmê ya navnetewî têkoşîn bê dayîn, lê ev ne bi çalakiyên xweşewitandinê. Weke Şahîn Oner divê li qadan li hemberî hêzên faşîzan-mêtînger bi ceseret û lehengiyeke mezin têkoşîn bê dayîn. Dema qadên têkoşînê vala bin, di bin navê protesyonê de çalakiyên xwe şewitandinê, di vê pêvajoya ku êdî em komployê têk dibin de, tê wateya ku pêvajoyê şûnde kişandinê. Ji ber vê yekê divê tu ciwanên kurd teqez û teqez nekevin şaşiyeke wisa û divê nekevin pozîsyoneke ku têkoşînê paşve dibe.”
DEM TENÊ DE DEMA PROTESTOYÊ YE
KCK’ê destnîşan kir ku dem ne tenê dema protestoyê ye û divê li her qadê berxwedan bilind bibe, bi hamleyan komployê t êk bibin û Rêber Apo bigihînin azadiyê. KCK’ê da zanîn ku “azadiya rêber Apo azadiya Gelê kurde û azdiya Rêber Apo aştiye, çareseriya demokratîk û wekhevî-azadiya gelan e.”
YA BERXWEDAN YA DIYALOG
KCK’ê wiha got: “Gelê me û tevgera me di vê pêvajoyê de divê li her qadê têkoşîna xwe bilind bike û komployê t êk bibe û têkoşîna azadkirina RêberApo pêşve dbie. Tevgera me dê ji bo pêvajoya diyaloga ku Serokatiya me pêk tîne jî vekirî be; Tevgera me ya bi berxwedanê an jî ancax dewleta tirk rast û durist nêzîk bibe dê pêvajoya azadî û têkbirina komployê, daye ber xwe.
JI BO TEVLIBÛNA STRASBOURGÊ BANGA TEVLIBÛNÊ
KCK’ê di berdwamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji ber vê sedemê têkoşîna li dijî komploya navnetewî ketiye pêvajoyeke gelek girîng û di vê qonaxê de hemû gelê kurd yên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat dijîn, dostên kurdan, yên li aliyê demokrasî û aştiyê, divê bi hêzeke mezintir tevli çalakiyên bilindkirina têkoşînê û protestoyên Komploya Navnetewî bibin. Em bang li hemû kesî dikin ku bi hêzeke mezintirk vê têkoşîna ku çareseriya demokratîk û azadiyê tîne bilind bike. Bi taybetî gelê me yê welatparêz yê Ewroapyê divê li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê têkoşînê bilind bike û ji bo xwedî li şehîdên xwe yên Parîsê derkeve û hesab ji kujeran bê pirsîn tevlibûneke bi hêz pêk bîne.”