KCK: Cejna Noelê ya alema Xiristiyan pîroz be
KCK: Cejna Noelê ya alema Xiristiyan pîroz be
KCK: Cejna Noelê ya alema Xiristiyan pîroz be
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê, cejna Noelê ya alema Xiristiyan pîroz kir. KCK'ê got, "Em hêvîdarin wê cejna Noelê bibe wesîleya aştî, biratî û wekheviyê."
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê bi daxuyaniyekê got, "Cejna Noelê, jinûve vejîna bindestan a li dora îdeala rizgariya hevpar îfade dike. Em Cejna Noelê li tevahiya civata Xiristiyanan a ji her reng û çandî ya vê jinûve vejînê pêşwazî dikin, pîroz dikin. Em hêvîdarin wê cejna Noelê bibe wesîleya aştî, biratî û wekheviyê."
KCK'ê di dewama peyama xwe ya Noelê de got, "Noel, li dijî zilm û mêtîngeriya şaristaniya koledarî û mêtîngeriyê, destpêka berxwedana gerdûnî û civaka demokratîk a bi hemû cihêrengiyan îfade dike. Mirovên li cofrafyayên cuda yên cîhanê, bi vê berxwedanê re yekemcar fêm kirin ku dijminê wan ê hevpar serdest in û li dijî vê bi hev re têkoşiyan. Ev yek di dîroka têkoşînên civakî de serdemeke girîng e.
Serketina bingehîn a Xiristiyaniyê ew e ku hemû çand û çînên bindest di nava hevpariya wekhevî, azadî û edaletê de anî cem hev. Keşîşxaneyên Xiristiyanên serdema destpêkê bi ezîz û ezîzeyên xwe ava kirin, navendên perwerdeya wicdanî û exlaqî ya civakê bûn. Li gel vê cihên jiyana hevpar bûn.
Bêguman Xiristiyaniyê bi dîroka xwe ya 2000 salan re gelek nirx daye tevahiya mirovahiyê. Mîna meşaleya hezkirin, aştî û edaletê her cih ronî kir, bi tîna meşaleyê re mirov û civak nêzî hev kir. Ji ber ku çavkaniya wê Rojhilata Navîn e, ronahiya wê û tîna wê ya herî germ ji aliyê gelên vê cografyayê Asûrî-Suryanî û Ermeniyan ve hatiye wergirtin. Van gelan feydeyeke mezin li avabûna çand û hişmendiyê ya Rojhilata Navîn kirine. Talan û komkujiya neteweperestiya netewe dewletê ya li hemberî van gelan, di cewhera xwe de talan û komkujiya ruh û bedenê Rojhilata Navîn e. Li bin çolkirina Rojhilata Navîn ev rastî heye. Kengî van gelan rengê xwe careke din dan vê cografyayê, hingî wê Rojhilata Navîn li dewlendî û nûbûna xwe ya veger.
Tevgera me, bi vê bawerî û hişmendiyê, ji bo jinûve derxistina nirxên me yên madî û manewî têdikoşe. Li Rojava û Sûriyeyê têkoşîna gelê Kurd a bi gelên Ermenî, Asûrî-Suryanî yên Xiristiyan, civatên Êzidî, Durzî, Elewî û Misilman, vê rastiyê nîşan dide. Ev yek jî vejîna beriya 2000 salan ji aliyê Hz. Îsa ve li Rojhilata Navîn hat kirin, nûjen dike. Bi wesîleya Noelê, em bang li her bawermendan dikin ku li gorî esasê hezkirin, aştî û biratiyê yên Xiristiyanê, xwedî li jinûve vejînê derkevin û careke din cejna Noelê li hemû alema Xiristiyan pîroz dikin."