KCK: Dê destûr ji polîtîkaya mijûlkirinê neyê dayîn!
KCK: Dê destûr ji polîtîkaya mijûlkirinê neyê dayîn!
KCK: Dê destûr ji polîtîkaya mijûlkirinê neyê dayîn!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku çareseriyê bi yekalî nabe û destnîşan kir ku ew dixwazin niyet û projeyeke çareseriyê bibînin. KCK'ê bang li hikûmeta AKP'ê kir ku bêyî sedeman deyne pêşiya xwe ji bo çareseriya mayinde gavan biavêje û got, "Dê êdî ji polîtîkaya mijûlkirinê ya hikûmetê re destûr neyê dayîn."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der heqê pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyeke nivîskî weşnad û diyar kir ku hikûmet cidî nêzî pirsgirêkê nabe, bi taybetî jî bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan. Hevserokatiyê ragihand ku hînê ji aliyê hikûmetê ve ti gavên berçav nehatine avêtin, li gel vê rewşê jî Erdogan daxuyaniyê dide û dibêje gerîla venekişiyaye. KCK'ê destnîşan kir ku ev yek nîşan dide ku hikûmet hînê dest ji nêzîkatiya mijûlkirin û şerê psîkolojîk bernedaye."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd li Tirkiyê bi vîna xwe ya yekalî re rewşeke agirbestê afirandiye. Ev rewşa agirbestê, li dû pêvajoya sala 1999'an a herî girîng e. Vîna vekişîna hêzên çekdar hatiye nîşandan. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi vê helwesta xwe re derfet daye dewleta Tirk ku ji bo çareseriyê gavan biavêje. Di şûna ku ev yek bi rêzdarî were pêşwazîkirin û gavên cidî bên avêtin, hînê qereqol tên çêkirin, bendav tên lêkirin, hejmara cerdevanan tên zêdekirin, çeteyan dajo ser Kurdên li Rojava û dem bi dem girtin tên kirin. Ev hemû nîşan didin ku hikûmet bi cidî nêzî pirsgirêkê nabe. 9-10 meh vala bihurîn. Niha jî li gorî daxuyaniya Serokwezîr, xuyaye wê gaveke cidî neyê avêtin."
KCK'ê da xuyakirin ku di şûna hikûmet bi gavan bersivê bide vê fedekariya yekalî ya aliyê Kurd, Serokwezîr dibêje, 'venekişayne, yên vekişiyane zarok, kal, pîr û jin in' û destnîşan kir ku ev daxuyaniyên ne cidî hewldanên hikûmetê yên ji bo peydakirina sedeman e. Di daxuyaniyê de hat gotin; "Mirovên ku rastiya Tirkiyê nizanibin wê li hemberî vê rewşê bêjin; hikûmetê gavên girîng avêtine, lê aliyê Kurd pê qayil nabe. Hînê ti gav nehatiye avêtin û di ser de jî daxuyaniyên bi vî rengî tên dayîn. Ev nîşan dide ku hikûmetê hînê dest ji nêzîkatiya xwe ya mijûlkirin û şerê psîkolojîk bernedaye."
BI REDKIRINÊ RE GELO SEROKWEZÎR WÊ ÇAWA VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE?
Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Ji bo daxwaza bingehîn a Kurdan perwerdeya zimanê dayikê, gotinên Serokwezîr ên; 'ev nabe, evê zimanê fermî xera bike, welêt parçe bike' mejiyê Serokwezîr radixe ber çavan. Mîna netewperestan bi feraseta "zimanê dayikê wê welêt parçe bike" tevdigere. Divê Serokwezîr bizanibe; ne Erebbûyîn, ne zimanê dayikê û ne jî mafê rêveberiya xwe bi xwe ya Fîlîstîniyan tê redkirin. Lewma ev hevberkirina hatiye kirin, bi tenê hewldanek ji bo nixumandina polîtîkayên mêtîngeriyê yên Tirkiyê ne. Qirkirina çandî ya li Tirkiyê tê jiyîn, li ti devera cîhanê tineye. Mînakek bi tenê ya weke rewşa li Tirkiyê, li ti devera cîhanê tineye. Pêkanînên li Tirkiyê bi tenê dikare bi pêkanînên li welatên mêtînger ên serdestiya Kurdan dike, dikare were berhevkirin.
Dê ji Serokwezîr bipirsin; tuyê mafê rêveberiya cewherî ya Kurdan qebûl nekî, perwerdeya bi zimanê wan ê dayikê qebûl nekî; hingî tuyê çawa pirsgirêkê çareser bike? Bêyî ku ji aktorê sereke yê vê pêvajoyê Rêber Apo re şert û mercên pêwîst ava bike, gelo tuyê çawa pirsgirêkê çareser bike? Mirovên Aqilmend jî di raporên xwe de van daxwazên bingehîn bicih ne kirin?
BÊYÎ SEDEM Û HINCETAN DIVÊ JI BO ÇARESERIYA MAYÎNDE GAV BÊN AVÊTIN
AKP, bêyî ti sedem û hincetan biafirîne, divê ji bo çareseriya mayînde gavan biavêje. Rêberê Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurd, wezîfeya dikeve ser milê xwe bicih aniye. Ji bilî mejî û feraseta hikûmetê, ti astengiyên ji bo gavavêtinê li holê nemane. Behsa pakêteke nû dikin. Lê belê diyare, ya li raya giştî û çapemeniyê hatiye belavkirin bi tenê hewldanên mijûlkirinê ne. Her gava ku bi Rêberê Gelê Kurd û BDP'ê re neyê nîqaşkirin û bê avêtin, ji xwe wê bibe gaveke yekalî û bersivê nede bendewariyan. Helwestên yekalî yên Kurdan mûxatab nagirin, ji xwe mejiyê ev pirsgirêk afirandiye. Divê beriya her tiştî dest ji vê helwesta rê li ber pirsgirêka Kurd vekiriye, were berdan. Ji ber ku divê were zanîn, her hewldana yekalî wê nikaribe pirsgirêkê çareser bike.
Nerazîbûna AKP'ê ya li eşkerekirina demê ya Rêberê Gelê Kurd û Tevgera AzadiYê jî, fikar û gumanan zêde dikin. Hikûmeta AKP'ê ev deh salin dibêje; ev ne pirsgirêka çend mehan were çareserkirine û bi van gotinan sal li dû xwe hiştine. Ev gotina xwe veguherandiye rêbazeke mijûlkirinê. Eger xwedî niyeta çareseriyê be û projeyekê deyne holê, ev pirsgirêk wê di demeke kurt de çareser bibe. Pratîkbûyîna hin tiştan jî wê çend mehan dewam bikin. Ya girîng niyet û projeya çareseriyê ye.
GELÊ KURD DIXWAZE NIYET Û PROJEYA ÇARESERIYÊ BIBÎNE
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê dixwaze niyet û projeyeke çareseriyê ya ne yekalî bibînin. Ev yek mafê gelê Kurd e. Eger ev neyê kirin, bêguman wê destûr ji polîtîkaya mijûlkirinê ya hikûmetê re neyê dayîn. Hêza ku divê mafên gelekî mazlûm û rastî qirkirinê hatiye bide, bêguman dewleta Tirk a ku ev maf talan kiriye ye.
Eger niyet û projeya çareseriyê ya dewleta Tirk heye, hingî bêyî pakêtên sergerandinê, divê yekser eşkere bike. Û divê vê yekê bi tenê Kurd nebîne, her kesên alî û bêalî vê bibîne. Eger niyet û projeyeke bi vî rengî neyê nîşandan, Kurd wê ne xape û neyên xapandin. Polîtîkayên neçareserî û mijûlkirinê bêguman wê bi ser nekevin. Ev yek mafê herî rewa yê gelê Kurd ê mazlûm ê li qirkirina çandî rast hatiye, Rêbertiya wê û vîna wê ya siyasî ye."