KCK: Deskevtiyên 15'ê Tebaxê dê bi sedan salan bi bandor bin
KCK: Deskevtiyên 15'ê Tebaxê dê bi sedan salan bi bandor bin
KCK: Deskevtiyên 15'ê Tebaxê dê bi sedan salan bi bandor bin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê gelê Kurd rakir ser piyan û veguherand gelekî ku di şertên herî zor û zehmet de ji bo azadiya xwe têbikoşe."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di peyama xwe ya bi wesîleya salvegera pêngava 15'ê Tebaxê de destnîşan kir ku bi 15'ê Tebaxê re şoreşeke çandê, şoreşeke civakî, şoreşeke demokratîk û şoreşeke netewî pêk hatiye û got, "Gelê Kurd wê teqez xwe bigihêjîne jiyaneke azad û demokratîk."
Hevserokatiyê bal kişand ser 'Pêngava Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk' a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di Newroza 2013'an de destpê kir û got, "Eger dewleta Tirk bi awayekî rast bersivê bide pêngava Rêber Apo, wê Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad" a ji bo berjewendiyên tevahiya gelan, pêk were. Lê eger ev hewldana pêncemîn a çareseriya demokratîk jî ji aliyê dewleta Tirk ve vala bê derxistin, hingî gelê Kurd ji bo jiyana azad û demokratîk amade ye bi her awayî têbikoşe."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di peyama xwe de cejna vejînê ya Kurdan 15'ê Tebaxê pîroz kir û weha got:
"Em dikevin sala 30. a pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxa 1984'an ku ji bo gelê Kurd roja vejînê ye. Di 29 salên bihurî de, bîst hezar leheng şehîd hatin dayîn û têkoşîn bênavber hat meşandin. Nêzî bîst hezar mirovên me yên ji gel jî şehîd ketin. Ev hemû berdêlên hatin dayîn, gelek ji nû ve hişyar kiriye û rizgariya gel teqez kiriye. Eger îro li çar parçeyên Kurdistanê biryardariya jiyana demokratîk û azad a gelê me derketiye holê, afirînerê vê pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê ye.
'15'Ê TEBAXÊ GELÊ KURD RAKIR SER PIYAN Û VEGUHERAN GELEKÎ TÊKOŞER'
Bi ked û hewldanên mezin ên Rêber Apo, bi fermandariya hevalê Egîd pêngava 15'ê Tebaxê destpê kir û gelê Kurd rakir ser piyan û veguherand gelekî ku di şertên herî giran de ji bo azadiya xwe têbikoşe. Hêza herî mezin a gelê Kurd, biryardariya wê ya ji bo azadiyê ye. 15'ê Tebaxê, di serî de tirs û psîkolojiya bindestiyê darbe li tevahiya paşverûtiya Kurdan xist û hemû aliyên xweş û bedew ên Kurdan derxist holê. Kurdê ku ji paşeroja xwe direviya û li dijî xwe bi hêrs bû, bi saya vê têkoşînê bû Kurdekî-e ku ji xwe hez dike. Îro li holê rastiyeke Kurd a bi dilsoziya azadî û demokrasiye li Rojhilata Navîn deng vedide, heye.
15'ê Tebaxê ne tenê berxwedaneke çekdarî ye; pengaveke felsefîk, îdeolojî, civakî û çandî ye. Bi 15'ê Tebaxê re şoreşa çandî, şoreşa civakî, şoreşa demokratîk û şoreşa netewî pêk hatiye. Pêngava gerîla ev şoreş afirandin, bi hêza ji van şoreşan wergirt jî, têkoşîn xurtir û kûrtir kir. Têkneçûyîna 15'ê Tebaxê, bi van şoreşan derketiye holê.
‘ÎRO LI ROJHILATA NAVÎN GELÊ HERÎ ZÊDE XWEDÎ NIRXÊN BEDEW Û BI HÊZ, GELÊ KURD E'
Ti ji gelên Rojhilata Navîn di vê astê de şoreşa demokratîk, civakî, çandî û netewî pêk neanîne. Îro li Rojhilata Navîn ji her alî ve gelê xwedî nirxên xurt û bedew, gelê Kurd e. Eger heta roja îro hînê jiyana xwe ya azad û demokratîk ewle nekiribe, ev ne ji ber nezanî û qelsiya wan e, eger ev têkoşîn li cografyayeke din bida, wê deh caran jiyana xwe ya azad û demokratîk ewle bikira. Eger heta roja îro jiyana xwe ya azad û demokratîk ewle nekiribe, ev ji ber zalimtiya hêzên mêtînger ên qirkirina çandî dimeşîne û hêzên modenîteya kapîtalîst ên li pişt mêtîngeran e.
‘ÊDÎ KES NIKARE VÎ GELÎ LI ROJÊN BERÊ VEGERÎNE’
Gerîla ev sih salin li ber xwe dide; gelê me bi dehan salane li ser piyane. Pêngava 15'ê Tebaxê bi awayekî serketî rêveçûye û pêşketinên mezin afirandiye. Deskevtiyên pêngava 15'ê Tebaxê wê bi sedan salan bi bandor bin. Bi vê berxwedanê re, gelê Kurd bi çanda jiyana azad û demokratîk, xwe ji nû ve afirandiye. Êdî li holê rastiyeke Kurdê azad heye ku bi pêşengiya Rêber Apo derketiye holê. Li holê rastiya jina azad, civaka azad heye. Êdî kes nikare vî gelî li rojên berê vegerîne. Gelê Kurd ê di nava sih salan de xwe ji nû ve ava kir, ev têkoşîn hezar salî jî dewam bike, wê ji biryardariya xwe ya jiyana azad û demokratîk venegere.
‘GELÊ KURD WÊ TEQEZ XWE BIGIHÎNE JIYANA AZAD Û DEMOKRATÎK’
Pêngava jiyana azad û rizgariya demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve di Newroza 2013'an de hat destpêkirin, xwe dispêre nirxên têkoşîna sih salan. Li ser vê bingehê tê xwestin azadî û hebûan gelê Kurd were ewlekirin. Rêber Apo li ser bingeha van deskevtiyan dest bi vê pêngavê kiriye. Bi hêza van nirxan re, wê gelê Kurd teqez xwe bigihîne azadî û jiyana demokratîk.
‘GERÎLA Û GELÊ ME JI HER CURE TÊKOŞÎNÊ RE AMADE YE’
Eger dewleta Tirk bersiveke rast bide pêngava Rêber Apo wê ‘Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad’ a ji bo tevayî berjewendiyên gelan pêk bê. Eger dewleta Tirk vê hewldana pêncemîn a çareseriya demokratîk a Rêber Apo vala derxe gerîla jî û gelê me jî ji bo bidestxistina jiyaneke azad û demokratîk ji her cure têkoşînê re amade ye.
BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Bi hêvî û baweriya ku jiyana azad û demokratîk nêz e em cejna vejînê pîroz dikin. Bi wesîleya vê salvegerê em bang dikin da ku tevayî gelê me, dostên me û hêzên demokrasiyê bi ruhê 15’ê Tebaxê re têkoşîna siyasî ya demokratîk bilind bike û vê pêvajoyê bi çareseriya siyasî ya demokratîk û bi Tirkiyeya demokratîk tacîdar bikin.”