KCK: Di 1'ê Îlonê de em bersivê bidin polîtîkayên mijûlkirinê yên AKP'ê

KCK: Di 1'ê Îlonê de em bersivê bidin polîtîkayên mijûlkirinê yên AKP'ê

KCK'ê da xuyakirin ku firsendeke din a çareseriyê ya aliyê Kurd, ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve di bin navê 'stratejiya entegreyê' de hewl tê dayîn bê tasfiyekirin û got, "Divê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Tirkiyê û Kurdistanê meydan werin dagirtin û li dijî polîtîkayên bêxem ên mijûlkariyê yên hikûmeta AKP'ê bên rawestîn."

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyameke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 1'ê Îlona 2013'an di rewşeke agirbestê de tê pêşwazîkirin û hat destnîşankirin ku tevî fedekariyên mezin ên Tevgera Azadiyê ya Kurd ev rewşa agirbestê îlan kiriye jî, dewleta Tirk ti gav neavêtiye.

Peyama KCK'ê ya 1'ê Îlonê weha ye:

"Di 1'ê Îlonê de wê hesreta herî bedew û kevnare, gotina herî bedew a mirovahiyê AŞTÎ bê qêrîn. Bi destpêkirina civaka mêtîngerî û çînî ya bi desthilatdariya mêr re, pirsgirêkên civakî xwe dan der. Têkçûna aştiya civakî, rûdana şerên navxweyî û derve, bi vî rengî derketin holê."

BI HEWLDANÊN ALIYÊ KURD RE 1'Ê ÎLONÊ BI AGIRBESTÊ TÊ PÊŞWAZÎKIRIN

Yek ji gelên ku di sedsala dawî de aramî nedîtiye û hesretê aştiyê ye gelê Kurd e. Dewletên mêtînger ên qirkirina çandê kirin du rê anîn pêşiya Kurdan; mirin an jî berxwedan. Hêzên deshilatdar ên li herêmê, ji bo avakirina netewe-dewletan, ji holêrakirina Kurdan ji xwe re kirin armanca bingehîn. Kurdan bi berxwedan xwe re nîşan dan ku nayên tinekirin. Piştî vê îspatê, ev 20 sal in hewl didin aştiyeke adîl pêk bîne, lê dewleta Tirk ev vîn û pêşniyarên aştiyê yên gelê Kurd vala derxistiye.

1'ê Îlona 2013'an bi agirbestê tê pêşwazîkirin. Tevî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi fedekariyên mezin rewşeke bê şer (agirbest) afirandiye jî, dewleta Tirk ti gav neavêtiye. Hemû hewldanên dewletê yên vê pêvajoyê, bi tenê amadekariyên ji bo şer in. Ji ber van nêzîkatiyan, lêgerînên çareseriya demokratîk ên Rêber Apo ji sala 1993'an û vir ve bersiv nedîtine.

Tevgera Azadiyê ya Kurd ji sala 1993'an û vir ve 9 caran bi awayekî yekalî agirbest îlan kiriye û rewşeke bê şer afirandiye. Yek ji agirbestên girîng jî di 1'ê Îlona sala 1998'an de pêk hatî. Lê belê bi komploya navneteweyî bersiv ji vê re hat dayîn. Vekişîn û rewşa bê şer a bi 1'ê Îlona sala 1999'an destpê kir jî, mîna roja îro bersiv nedîtiye. Bi tedbîrên leşkerî, siyasî, civakî, aborî û çandî hewl dane Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bikin. Agirbestên piştre hatin îlankirin û lêgerînên çareseriyê yên maqûl, bersiv nedîtine. Lêgerînên çareseriya demokratîk a Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd, her tim ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve ji bo mijûlkirinê hatine bikaranîn.

HINDIK MAYE PROJEYA AŞTIYÊ YA ADÎL BI 'STRATEJIYA ENTEGREYÊ' WERE PÛÇKIRIN

Piştî ku êrîşên tinekirinê yên salên 2011 û 2012'an ên hikûmeta AKP'ê hatin pûçkirin, Rêberê Gelê Kurd gihaşt wê baweriyê û şert û mercên ji bo çareseriya demokratîk afirîne û pêngaveke nû ya çareseriya demokratîk avêt. Rêber Apo, Tevgera me û gelê me berpirsyariyên xwe yên li pêşberî pêvajoyê bi zêdeyî bicih aniye. Tevgera me di çarçoveya berpirsyariyên xwe de ji bo aştiyeke adîl, her şêwe bingeh amade kiriye. Projeya aştiya adîl a Rêber Apo ev 8 mehin afirandiye û rewşa agirbestê, hindik maye bi 'stratejiya entegre' ya hikûmeta AKP'ê were tinekirin. Ne weke aliyê çareseriyê, hînê wke Rêberê tevgereke divê were tinekirin li Rêber Apo dinêrin.

‘DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ PÊŞÎ LI VALADERXISTINA PÊVAJOYÊ BIGIRIN’

Tevî van hemû hewldanên neyînî jî Rêber Apo û Tevgera me di çareseriya siyasî ya demokratîk de biryardar e. Rêber Apo û Tevgera me, ji bo pêvajo ji holê neyê rakirin daxuyaniyên hişyarkirinê dane. Lê belê hikûmeta AKP'ê hînê bi xemsarî nêzî pirsgirêka Kurd dibe. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û gelên Tirkiyê dikin ku li dijî van polîtîkayên xetimandina çareseriyê yên AKP'ê rawestin û ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê yekê divê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meydanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên dagirtin û li dijî polîtîkayên xemsar ên hikûmeta AKP'ê were rawestîn."