KCK di nava 10 rojan de bersivê dide nameya Ocalan

KCK di nava 10 rojan de bersivê dide nameya Ocalan

Şandeya KCD-BDP’ê ya çû Qendîlê da zanîn ku wana bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan û rayedarên din ên KCK’ê re hevdîtin pêk anîne. Şandeyê ragihand ku da diyarkirin ku rayedarên KCK’ê da diyarkirin ku ew ê di nava deh rojan de bersivê bidin nameya Ocalan. Her wiha rayedarên KCK’ê da zanîn ku ew ê di nava 10 rojan de bi rêya saziyên sivîl û partiyên siyasî leşkerên girtî serbest berdin.

Şandeya KCD-BDP ya ku ji Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Parlementerên BDP’ê Sirri Sureyya Onder û Altan Tan pêk dihat, ji bo nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihînin rayedarên KCK’ê hatin Başûrê Kurdistanê. Şande di roja duwemîn a serdanê de çû Qendîlê û bi şandeyek ji rayedarên KCK’ê ku Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan jî di nav de bû re hevdîtin pêk anîn.

JI BER BOMBEBARANÊ ROJA YEKEM NEKARÎ BIÇE QENDÎLÊ

Şandeya KCD-BDP îro vegeriya Hewlêrê û li Buroya BDP’ê ya li Hewlêr daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku li rastî eleqeyek xurt a çapemeniya Kurd û biyanî hat de Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak destpêkê axivî û diyar kir ku wana ji ber bombebaranê nekarîn roja yekemîn biçin serdana Qendîlê, neçar mane ku roja duwemîn biçin serdana Qendîlê.

KCK DI NAVA 10 ROJAN DE BERSIVÊ DIDIN NAMEYÊ

Kışana diyar kir ku wana li Qendîlê bi rayedarên KCK’ê ku Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di navde bûn re hevdîtin kirine. Kişanak da zanîn ku rayedarên KCK’ê jî keyfxweşiya xwe ya ji bo hewldanên aşitiyê anîne ziman. Kişanak diyar kir ku wana nameyê Ocalan daye rayedarên KCK’ê û rayedarên KCK’ê jî gotine: “Em ê di nava hefteyek an jî 10 rojan de bersivekê bidin nameyê.”

LEŞKER SERBEST TÊN BERDAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta duwemîn a BDP’ê re pêk anîbû de banga serbestberdana dîlên girtî yên di destê PKK’ê de kiribû. Kişanak da zanîn ku ev mijar jî di rojeva wan de bûn û got ku rayedarên KCK’ê diyar kirine ku ew ê bi rêya partiyên siyasî û saziyên sivîl di nava 10 rojan de dîlên  girtî serbest berdin.

KCK: OCALAN VÎNA ME YE

Kişanak da zanîn ku rayedarên KCK’ê di  hevdîtinê de dane diyarkirin ku ew bi hewldanên ji bo aşitiyê keyfxweş in û gotine: “Vîna me Ocalan e.”

Kişanak bang li endam û saziyên çapemeniyê kir ku ji bo pêvajo vala neyê derxistin, divê piştgiriyek xurt bidin pêvajoyê.

KARAYILAN: GER AŞITÎ PÊK BÊ BILA AŞITIYEK BI RÛMET BE

Piştî Kişanakê, her yek ji Hevserokên Giştî yên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk axaftinek kirin. Turk di axaftina xwe de got: “Hevdîtian me baş derbas bû. Wan jî keyfxweşiyên xwe ji bo hewldanên çareseriyê anîn ziman. Piştgiriyê didin pêvajoyê.” Turk da zanîn ku Karayilan diyar  kir ku “Ger aşitiyek pêk bê bila aşitiyeke bi rûmet be.” Her wiha Turk sipasiya partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê jî kir ku, pir baş ew pêşwazî kirine. Turk anî ziman ku, partiyên siyasî yên Kurdistanî jî ji bo aştî û demokrasiyê xebat dikin.

TÛGLÛK: DIVÊ ÇAPEMENÎ PIŞTGIRÎ BIDE PÊVAJOYÊ

Aysel Tûglûk jî diyar kir ku ew li Qendîlê bi awayeke baş û dilxweşî ji aliyê rayedarên KCK’ê ve hatine pêşwazîkirin û got: “Ew jî destekê didin pêvajoyê. Dibêjin Rêberê me çi bêje, em dilsozên wî ne. Ew vîna  me ye.” Tûglûkê da diyarkirin ku, li rexmî bombebaran jî dibariyan li Qendîlê îradeyek pir bi hêz ya çareseriyê hebû. Tûglûk destnîşan kir ku, serdana me ya Qendîlê hêviyên me yên çareseriyê bihêz kirin.

SERDANÊN ŞANDEYÊ DÊ BIDOMIN

Her wiha, hate zanîn dê şandeya BDP-KCD ji aliyê Endamê Polîtburoya YNK’ê û Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih ve ji bo xwarinê hatiye vexwendin û dê îşev mêvanên Salih bin. Hate diyarkirin ku dê şandeya KCD-BDP serdanên xwe yên li Hewlêrê bidomîne û dê roja duşemê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bikin.