KCK: Dijminên Kurdan dixwazin Rojava koçber bikin

KCK: Dijminên Kurdan dixwazin Rojava koçber bikin

KCK'ê da xuyakirin ku zora koçberkirina Kurdan ji Rojavayê Kurdistanê û êrîşên rejîma Baasê yên li Dêrikê bi ve girêdayîne û got, "Li Rojavayê Kurdistanê, hewl tê dayîn Kurdan koçber bikin û ji pirsgirêka Kurd xelas bibin." KCK'ê diyar kir ku li ser Kurdan komplo û polîtîkaya tinekirinê tê meşandin û bang li Kurdistaniyên Rojavayî kir ku welatê xwe neterikînin û van komployan pûç bikin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der heqê koçberiyên demên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê tên jiyîn de daxuyaniyek da.

KCK'ê diyar kir ku li ser Rojavayê Kurdistanê lîstikên mezin tên lîstin û destnîşan kir ku zordayîna gel a ji bo welatê xwe biterikîne û êrîşa rejîma Esad a li dijî Dêrikê, vê yekê careke din nîşan dide.

‘BI KOÇBERKIRINÊ RE DIXWAZIN XWE JI PIRSGIRÊKA KURD XELAS BIKIN’

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku zext û zordariya ji bo koçberkirinê û êrîşên li dijî Dêrikê bi ve girêdayîne û hat gotin, "Tevahiya dijberên deskevtiyên gelê Kurd ê li Rojava, ketine nava tevgerê. Dewleta Sûriyê jî, di demeke ku ev koçberî tê jiyîn de êrîşî Dêrikê kir û bi panîka afirand re hewl da vê koçberiyê mezintir bike. Di serî de Tirkiye, polîtîkaya koçberkirinê ya bi salan li dijî gelê Kurd hatiye meşandin, niha li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Dema pirsgirêka Kurd dibe mijara gotinê, dijminên Kurdan vekirî yan sergirtî, dikevin nava tevgerê û rewşa dawî ya li Rojava vê rastiyê radixe ber çavan."

‘TIRKIYE BI AWAYEKÎ VEKIRÎ PIŞTGIRIYÊ DIDE ÇETEYAN’

KCK'ê da xuyakirin ku ji şoreşa 19'ê Tirmehê û vir ve dewleta Tirk li hemberî Rojava dorpêç û ambargoyê dimeşîne û got:

"Ev sînor, ji çeteyên êrîşî Kurdan dikin re heta dawiyê vekiriye, lê Kurd nikarin derziyekê jî ji van sînoran derbas bikin. Çete li aliyê Tirkiyê bicih bûne, xwe li wir xwedî dike û êrîşî Rojava dikin. Dewleta Tirk vê yekê bi veşartî nake, bi awayekî zelal û vekirî dike. Di dîroka cîhanê de kême caran hatiye dîtin ku dewletek dest li şerekî li derveyî sînorên xwe ewçend vekirî werdide. Dewleta Tirk bi vê polîtîkaya xwe re xwestiye Kurdên li Rojava ji cih û warên xwe birevin. Tirkiyê sînorên xwe, bi tenê ji bo reva Kurdan ji cih û warên xwe, vekirî hiştiye.

‘POLÎTÎKAYA ÇEMBERA EREB NIHA JI ALIYÊ ÇETEYAN VE TÊ RÊVEBIRIN’

Çeteyên bi piştgiriya Tirkiyê, bi rê û rêbazên xwe yên di şerê li hemberî Kurdan meşandiye de hewl dane, Kurdan ji gund, bajarok û bajarên lê dijîn birevînin. Êrîşî gelek gundan kirine û gund dane valakirin. Bi topan êrîşî bajaraok û wargehan kirine û xwestine gel ji cih û warên wan bikin. Qirkirina çandî, Kembera Ereb a heta niha li Sûriyê li dijî Kurdan hat meşandin, niha ji aliyê çeteyên mûxalîf ve tê meşandin. Çeteyên ku nekarî berxwedana parastina rewa ya Kurdan bişkîne, niha êrîş dikin ku Kurd ji cih û warên xwe derkevin."

'HELWESTA HIKÛMETA BAŞÛR, WÊREKIYÊ DIDE ÊRÎŞAN’

KCK'ê bal kişand ser dorpêç û ambargoya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û got, "Ya ku wêrekî daye van êrîşan, dorpêçî û ambargoya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, bi vekirina deriyên sînor re dikarîbû van êrîşan pûç bike, lê bi helwesteke berovacî hîn bêtir wêrekî daye Tirkiye û çeteyên Tirkiye piştgiriyê dide wan. Û bandoreke neyînî li gelê Kurd kiriye."

Di dewama daxuyaniyê de ev pirs hat kirin; "Eger polîtîkayên Tirkiye û çeteyan ên bêmirovhiştina Rojava encam girtibe, Kurdan dest ji axa xwe berda bin û berê xwe dabin Başûrê Kurdistanê, di vê de qet berpirsyariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê nîne?"

‘ÊRÎŞÊN LI DIJÎ DÊRIKÊ BI PLAN IN’

KCK'ê bibîr xist ku demeke êrîşên çeteyan û koçberî dijwar bû de, rejîma Esad êrîşî Dêrikê kiriye û weha hat gotin:

"Di demeke ku ji Rojavayê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve koçberî hat jiyîn de, êrîşa dewleta Sûriyê ya li dijî Dêrikê plankirî ye. Bi vê yekê re xwestine, koçberiyê mezintir bikin. Bi vê bûyerê re hatiye dîtin ku dema Kurd dibe mijara gotinê, dewleta Sûriyê bi awayekî sergirtî be jî bi Tirkiye û çeteyan re tevdigre. Hêzên li dijî hev şer dikin, di mijara Kurdan de xwedî dijminahiyeke hevpar in. Ne rejîma Sûriyê ne jî mûxalîf jiyana azad û demokratîk a Kurdan qebûl dikin. Şovenîzm û dijberiya Kurd, hevpariya wan a bingehîn e.

‘BI KOÇBERIYÊ RE DIXWAZIN TESLÎM BIGIRIN’

Dewleta Sûriyê jî, dewleta Tirk jî, çeteyên çekdar ên ji xwe re dibêjin mûxalîf jî zorê didin Kurdan ku li aliyê wan şer bikin. Wer xuyaye; mîna li Tirkiyê kî Kurdan bitepisîne û karibe kontrol bike, wê bêje Sûriye mafê min e. Ji ber vê yekê niha hemû êrîşî Kurdand ikin. Tirkiye jî bi gotina, 'min yekparebûna Sûriyê parast' dixwaze di dema pêş de doza mafê li ser Sûriyê bike. Hêzên navneteweyî jî hewl didin aktorên siyasî yên li Sûriyê qels bikin û wan teslîm bigirin."

KCK'ê bal kişand ser bêndengiya li beramberî êrîşên li hemberî Kurdan û destnîşan kir ku ev yek nîşan dide ku li ser Kurdan komplo û polîtîkaya tinekirinê heye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê Rojavayê Kurdistanê kir ku welatê xwe neterikîne û vê komployê pûç bike:

 ‘KOMPLO Û TINEKIRIN’

"Divê gelê Kurd vê rastiyê bibîne, di serî de welatê xwe neterikîne û komployan pûç bike. Terikandina welêt, beriya her tiştî tê wateya tenêhiştina şervanên leheng û gelê Rojava yê li ber xwe dide. Gel axa xwe rizgarkiriye û bi lehengî diparêze, di rewşeke weha de valakirina welat, bêhurmetî li şoreş û berxwedanê ye. Welatparêzî û mirovahî niha ferz dike ku li cem gelê Rojava û şervanên wan, têkoşîn were dayîn. Lewma, li ser vê bingehê welatparêziya bingehîn a îro, mayina li welatê xwe û pûçkirina qirkirina çandî ya bêkurdhiştina Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, em cih û warên xwe neterikînin. Yên terikandine jî bila vegerin."

BANGA XWEDÎDERKETINA LI ŞOREŞA ROJAVA

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku jiyana demokratîk û azad a li Kurdistanê ne hêsane û ev yek di encama têkoşîna bi dehan salan de xwe bi awayekî zelal raxistiye ber çavan û ev bang kir:

"Paratina hebûna netewî, bidestxistina jiyana demokratîk û azad, bi derbaskirina zor û zehmetiyan dibe. Ji ber vê yekê em bang li tevahiya gelê xwe û hêzên siyasî yên li Rojava dikin ku şoreşê hembêz bike û xwedî lê derkevin. Kurd naxwaze li dijî ti hêzê şer bike. Kurd neçarî şerkirinê hatiye hiştin. Ji ber vê yekê berxwedan, deynekî rûmet û namûsê ye.  Divê tevahiya gelê Kurdistanê li cem gelê Rojava û şoreşa Rojava ya li ber xwe dide, be. Divê Bakur, Başûr Rojhilat xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Pêwîste gelê Rojava jî welatê xwe neterikîne û ji bo serketina vê berxwedanê, rola xwe ya dîrokî bileyze."