KCK: Divê têkoşîna ji bo dîtina kiryarên Roboskî bê xurtkirin

KCK: Divê têkoşîna ji bo dîtina kiryarên Roboskî bê xurtkirin

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê der heqê salvegera Komkujiya Roboskî de got, "Komkujiya Roboskî bi zanebûn nehatiye ronîkirin. AKP û dewleta paralel a ji navenda cemaetê ku hêza lêder a AKP'ê ye, ji bo Kurd travmayekê bijîn ev komkujî ronî nekirine. AKP'ê bi hevkariya cemaetê re xwestiye Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bike. Hikûmeta AKP'ê bi zanebûn polîs û dadgeriya Fetûllahperest ajotiye ser Tevgera Azadiyê ya Kurd."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang kir ku ji bo dîtina kiryarên komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûnê têkoşîn were xurtkirin û got, "Divê çûyîna Roboskî gelekî girseyî be. Pêwîste ji dost û dijminan re were nîşandan ku ser vê komkukjiyê nayê nixumandin."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê got, "Di salvegera duyemîn a Komkujiya Roboskî de em berpirsyaran bi tundî lanet dikin û careke din dûbare dikin ku dê teqez ji vê komkujiyê hesab bê pirsîn." KCK'ê destnîşan kir ku dê bîranîna 34 zarok û ciwanan teqez bi Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad bê tacîdarkirin."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku komkujiya Roboskî yekane nîne û got, "Yek ji komkujiyên piştî îlana Komarê û destûra bingehîn a 1924'an a polîtîkaya qirkirina çandî ya li dijî Kurdan e. Dewama komkujî û qirkirinên li Dêrsim, Şêx Seîd, Agirî û Zîlan e. Qirkirina çandî heta roja îro bi van komkujî û zextan tên meşandin. Komkujiya Roboskî jî bi armanca dewamkirin û temamkirina qirkirina çandî hatiye kirin. Roboskî komkujiya herî trajîk a bi êş a dîroka Kurdistanê ye, ku dê ti carî neyê jibîrkirin."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku bi vê komkujiyê re tevahiya gelê Kurd hatiye qetilkirin û ev xal destnîşan kir: "Li cîhanê ti qetilkirinek ewçend bi xwînsarî hatiye kirin, nîne. Piştî komkujiyê, di serî de hikûmet û alîgirên wê, mîna ku komkujiyek bi vî rengî nebûye, tevgeriyan. Mîna zarok û ciwanên ku di mîtîngan de bi awayekî rûtîn qetil kir, ev yek jî weke zaiyata têkoşîna li dijî terorê dîtin. Çapemeniya Tirk 24 saetan ev komkujî nedît, dûre jî ji bo mîna bûyereke ji rêzê nîşan bide, ket nava hewldanan. Nêzîkatiya li vê komkujiyê, nêzîkatiya li gelê Kurd careke din nîşan daye. Hikûmetê xwest tazmînatê yekser bide malbatan û ser komkujiyê binixumîne. Ev hewldan bi xwe nêzîkatiya wan a li Kurdan radixe pêş çavan. Di serdema modernîteya kapîtalîst de bi awayekî qirêj nîşan dane ku her tişt pere ye.

Ev komkujî komkujiyeke kiryarên wê bi zelalî tên zanîn e. Kê ferman daye, kê bicih aniye, ev hemû bê şik û guman diyar in. Li gel vê zelaliyê jî darenezandina sûcdaran, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Lê belê gotin, 'Emê li gorî dilê xwe Kurdan bikujin, emê hesab nedin kesî jî.' Ev rêbaza bêdengkirinê ya di tevahiya dîroka Komarê de hat bikaranîn, li Roboskî jî bi awayekî bêperwa hatiye kirin. Hesta; di her kêliyê de kuştina bê pirs û îfade, bûye êrîşeke çavtirsandinê. Helwesta hikûmeta AKP'ê ya piştî komkujiyê nîşan daye ku şerê qirêj ê li dijî Kurdan çiqasî bi awayekî gemarî tê meşandin. Komkujiya Roboskî kurteberiya şerê qirêj ê li hemberî Kurdan e."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê ragihand ku Komkujiya Roboskî bi zanebûn nehatiye ronîkirin û got, "Komkujiya Roboskî bi zanebûn nehatiye ronîkirin. AKP û dewleta paralel a ji navenda cemaetê ku hêza lêder a AKP'ê ye, ji bo Kurd travmayekê bijîn ev komkujî ronî nekirine. AKP'ê bi hevkariya cemaetê re xwestiye Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bike. Hikûmeta AKP'ê bi zanebûn polîs û dadgeriya Fetûllahperest ajotiye ser Tevgera Azadiyê ya Kurd. Dewleta Paralel, di çarçoveya agahî û polîtîkaya AKP'ê de, di şerê qirêj ê li hemberî gelê Kurd de bûye hêza lêdanê ya herî li pêş. Hikûmeta AKP'ê ku her kesî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bikar tîne, fetûllahperestên li ser polîs û dadgeriyê bi bandor in jî, bikar aniye. Çawa ku berê ji derve ve Îran, Sûriye û hêzên din, piştre jî Misir û hêzên çete yên mîna El Qaîdeyê li hemberî Tevgera azadiyê ya Kurd bikar aniye, li hundir jî gelek hêz bikar aniye. Lewma, êrîş û zilma li hemberî gelê Kurd û gelê Tirkiyê hatiye kirin, di çarçoveya vê tifaqa qirêj de pêk hatine. Bêguman berpirsyarê siyasî yê vê zext û zilmê AKP ye. Ji ber vê yekê berpirsyarê komkujiya Roboskî hikûmeta AKP'ê ye."

Di daxuyaniyê de hat bibîr xist ku hikûmeta AKP ne tenê Roboskî, berpirsyar û kiryarên cînayet û hemû êrîşên qirêj di dema xwe de aşkera nekiriye û got, "Ev rastî nîşan dide ku bi dewleta paralel a navenda wê cemaet e, hevkariya karên qirêj hatiye kirin.

Li Tirkiyê heta ku komkujiya Roboskî neyê ronîkirin, kes nikare bêje ew paqij e. Nelirêtî û karên qirêj ên îro xwe dane der, li welatên ku komkujiyên bi vî rengî nayên ronîkirin, derdikevin holê. Li Tirkiyeya ku komkujî lê rû didin û berpirsyar nayên dîtin, dê nelirêtî jî, karên qirêj jî, rêxistinbûyînên ne rewa jî her dewam bikin.

Diyarkirina kujerên Roboskî, têkoşîneke demokratîkbûyîn û azadiyê ye. Ji xwe heta ku demokratîkbûyîn pêk neyê, dê pêşî li van komkujiyan jî neyê girtin. Qetilkirina sê welatparêzan li Geverê, delîlê berçav ê vê yekê ye. Ji ber vê yekê divê di 28'ê Kanûnê de hemû hêzên demokrasiyê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina kiryarên komkujiya Roboskî bilind bikin. Protestoyên xwe di asta herî bilind de bikin. Pêwîste çûyîna Roboskî gelekî girseyî be. Pêwîste dost dijmin her kes bizanibe ku ser vê komkujiyê dê neyê girtin. Heta ku berpirsyarên komkujiya Roboskî neyên dîtin û neyên darizandin, dê gelê Kurd jî gelê Tirk jî travmayê bijîn, di warê psîkolojî de baş nebin. Lewma xwedîderketina li şehîdên Roboskî wezîfeya gelên Kurd û Tirkiyeyê ye."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku meşandina têkoşîna ronîkirina Roboskî dê jiyana demokratîk û azad nêz bike û got, "Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên xwe yên Roboskî bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin û careke din soz didin ku ewê berpirsyariya wan li ser milê wan bar kirine, bi pêkanîna Kurdistana azad, bicih bînin."