KCK’ê banga tevlîbûna Newroza herî mezin kir

KCK’ê banga tevlîbûna Newroza herî mezin kir

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku, Newroza 2013’an dê ji destpêka pêvajo û qonaxeke dîrokî re malovanoyê bike û got: “Gelê me divê Newroza 2013’an ji ya her demê wêdetir bikin Newroza herî girseyî-mezin û xwedî li projeya çareseriyê ya demokratîk-nû a Rêber Apo derkevin.”

KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û balkişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo Kurdan û banga tevlibûneke herî girseyî  ya Newrozê kir.KCK’ê diyar kir ku, di vê dema ku em dikevin Newroza 2013’an, tevgera azadiya kurd bi du esasî pêşvekirina têkoşînê plan dike û bi awayekî fermî îlan dike ku ji bo aştiyê jî ji bo şer jî amade ye.

GELÊ KURD HEBÛNA XWE LI SER VAN AXAN MAYÎNDE KIRIYE

Peyama KCK’ê ya Newrozê wiha ye:Newroz ku roja azadî û vejîna gelê Kurd û rojhilata navîne, li hemû gelê Kurd û kesên bawer dike pîroz be.

Em lehengên ku bedena xwe bi agirê Newrozê gur kirin,  Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye, Bêrîvan, Ronahî û Rehşanê bibîrtînin û soza xwe ya dê têkoşîna wan bidin jiyandin dubare dikin. Her wiha em Rêber Apo ku li Kurdistanê Newroz gihand wateya xwe ya rast, slav dikin û em Newroza Serokatiya xwe ji dil pîroz dikin.

Axa Kurdistanê di seranserê dîrokê de rastî  zilm û zordariya hêzên mêtînger hatiye. Dikare bê gotin ku dîroka Kurdistanê, bi asteke mezin bi berxwedanan derbas bûye. Gelê Kurd teslîm nebûye, berxwe daye û baweriya xwe ya bi jiyaneke azad tu carî wenda nekiriye. Ji ber vê yekê Newroz tê wateya ku lêvegerana nirxên Kurdistanî yên ku em kirine em. Newroz tê wateya ku xweparastina hebûna xwe, parastina nirxên civakî û netewî,  li hemberî hemû xetereyên ku li jî mirovan tên rawesetandinê û xetere ji holê rakirinê.  Agirê Newrozê ku wek îfadeya serkeftinê tê pêxistin, di heman demê mizgîniya serkeftinê ye. Di dîroka Kurdistanê de, agirên Newrozê wek agirên ku  mizgîniya serkeftinê didin, li ezmanan bilind bûye. Ji ber vê yekê Gelê kurd Gelekî Newrozê ye; Gelê kurd hebûna xwe di agirê Newrozê de ava kiriye û hebûn û rêxistibûna xwe li ser vê axa pîroz mayînde kiriye.

CIVÎNA 1973’AN DI 21’Ê ADARÊ DE PÊK HAT

Ligel van hemûyan tevgera me jî tevgereke Newrozê ye. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ji roja destpêkê heta niha, hewldanên xwe yên mezin yên dîrokî di Newrozan de pêk aniye. Rêber Apo di 1973’an de li Enqere-Bendeva Çubuk bi komeke hevalên xwe re civîk pêk anî û biryara têkoşîn û tevgerê girt. Ev roj roja  21’ê Adarê ye. Di 1982’an de di tarîtiya faşîzma 12’ê îlonê de li Zindanên Amedê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bi 3 çopên kîbrîtê bedena xwe da ber agir. Ev roj roja Newrozê ye.

ERNK Û KCK DI 21’Ê ADARÊ DE HAT ÎLANKIRIN

KCK’ê di berdewamiya daxuayniya xwe de diyar kir ku, Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê-ERNK di Newroza 1985’an de hat îlankirin û  wih agot: “Di serî de di Newroza Cizîrê ya 1990’î de, hemû gelê Kurd di salên 90’î de daketin qadan û bi xwînrijandinê xwedî li Newrozê derketine. Di sala 2005’an de jî KCK ya ku pergala Konfederal a DemokrastÎk ya Rêber Apo ye hat îlan kirin.

LI BAKÛRÊ KURDISTANÊ ŞERT Û MERCÊN XWESERIYA DEMOKRATÎK HAT AVAKIRIN

KCK’ê destnîşan kir ku,  di têkoşîna 40 salî de Newrozê ji hemleyên nû re malovanî kiriye û di Newroza 2013’an de  dê Rêber Apo pêvajoyek nû îlan bike û got: “Ev pêvajoya nû, di esasa encamên ku hemleya tevgera me di 2012’an de pêk aniye û geşedanên mezin  derketiye holê.  Geşedanên hemleya 2012’an li Bakur û şoreşa Rojavayê Kurdistanê şert û mercên xweseriya demokratîk ava kiriye.

 

TÊKOŞÎNA DU ALÎ

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha got: “ Stratejiya ku Rêber Apo di pêvajoya nû de îlan bike ne tenê ji bo bakûrê Kurdistanê ye ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye û pêvajoyek dîrokiye. Bi ketina Newroza 2013’an re tevgera me li ser du bingehan dê têkoşînê bi meşîne biryar girtiye. Tevgerê îlan kir ku, hem ji bo şer û hem jî ji bo aştiyê jî amadeye. Em wek tevger amadene ku hêza xweya cewherî di sala 2013’an bi gihînin serkeftinê. Di vê pêvajoya dîrokî de Rêber Apo ku li Îmraliyê di çavçoveya diyalogê de hevdîtin pêş ket ev yek kir name bi vê yekê biryarbûnek nû ji bo çareseriya demokratîk pêşketiye.”

Di daxuyaniya KCK’ê wiha hat gotin: “ Tevgera me ev pêvajo ya 2013’an sala berxwedan û çareseriyekî demokratîk, serkeftin û azadiyê nirxandiye. Her wiha dê tevger li hemberî hemû nerêniyan jî bi tedbîr di 2013’an de tevbigere û ji bo ev pêvajo veguhere azadî û demokrasiyê ji bo vê yekê hemû plan û xebat girtine rojeva xwe.”

NEWROZ PÊVAJOYEK DÎROKIYE

Daxuyaniya KCK’ê wiha berdewam kir: “ Divê çarçoveyê de Rêbertiya me ku pêvajoyek nû îlan bike dê weke ‘Hemleya Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk ’ dê bikeve rojevê û dê pêvajoya têkoşîna bibe hedefa serkeftinê. Ji bo pêşketina Hemleya Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk  Newroza 2013’an dê bibe derketinek girîng. Her wiha dê Newroz xwedî li hemleya dîrokî  û destpêka pêvajoyê bike.”

KCK’ê wiha vegot: “ Gelê me ev hefteyeke bi heycanek mezin li qadan bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin, lê belê di 17’ê adarê de bi resmî pîrozbahiyên Newrozê destpêkirin. Di destpêkê de li Wanê, Stenbonê û gelek qadan gelê Kurdistan û dostên wan yê tirk bi helwesta xwe ya pîrozbahiya Newrozê re hewlesteya xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo, çareseriya demokratîk û aştiyê daye nîşandan. Gelê Kurd bi awayekî pir xurt li qadan daye diyar kirin ku, êdî ew naxwazin di bin înkar, asimilasyon û zilmê  de jiyan bikin, em dixwazin bi Rêberê xwe re bi azad bijîn. Diyar kirin ku, êdî tehmula siyasetmedar, hilbijarên gel, rojnameger, Hiqûqnas, Hunermend, Kedkar, Jin, Ciwan û generalên biçûk yanî zarokan nemaye ku êdî Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo dibin şert û mercên girand bê girtin.Her wiha xwestine ku di nava jiyanek wek hev de bi hevre bijîn. Têkoşîna gelê me diyar kiriye ku, hemû çanda dikarin bi awayekî wek hev bi hevre bijîn. Newroza 2013’an ne tenê îlana pêngavek nûye di hema demê de xwedîderketina li civakê ye.”

NEWROZA RIZGARIYA DEMOKRATÎK

KCK’ê  bang li gelê Kurdistanê û kurdistaniyên li derveyî welat kir ku, bi awayeke girseyî tevlî Newrozê bibin û daxuyanî wiha berdewam kir: “Gelê me dê bi Newroza 2013’an bi tevlîbûna xwe veguherîne azadiyê û bi vê yekê re jî projeya çareseriyê a Rêber Apo  xwedî derkeve. Bi taybetî jî gelê me bi tevlîbûna xwe ya xurt a di Newroza Amedê de girêdayîna xwe ya çareseriya demokratîk dê raxîne ber çavan. Ji ber wî jî divê bi tevlîbûna gel, Newroza 2013’an bibe Newrozeke mezin û dîrokî. Newroza 2013’an dê wekî pêvajoya çareseriyê a ku Rêber Apo bi ‘Newroza Rizgariya Demokratîk’ ve dabû destpêkirin dê têkeve rûpelên dîrokê.” KCK’ê herî dawî bang li ciwan û jinên ciwan kir ku  pêşengtiya pêvajoyê bikin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi awayeke demokratîk û aştiyane divê ciwan Newroza xwe pîroz bikin û gelê xwe biparêzin.”