KCK'ê darvekirinên li Îranê bi tundî şermezar kir

KCK'ê darvekirinên li Îranê bi tundî şermezar kir

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê darvekirina 2 girtiyên siyasî yên Kurd ên li Îranê bi "tundî" şermezar kir û xwest darvekirin tavilê bê rawestandin.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ji rejîma Îranê xwest bi PJAK'ê re dest bi diyalog û muzakereyê bike û bang li gelê Kurd û derdorên pêwendîdar kir ku têkoşîna xwe bilind bikin.

Di daxuyaniya KCK'ê de wiha hat gotin: "Ti ji pirsgirêkên civakî û neteweyî bi zor û tundiyê çareser anbe. Eger înkar, asîmîlasyon, zor û tundî rêya çareseriyê bûya, dê îro pirsgirêka Kurd nebûya. Ji ber ku li ser serê gelê Kurd polîtîkayên red û înkarê, sêdar, sirgun, asîmîlasyon û komkujî kêm nebûn. Lê belê di her serdemên dîrokê de, berdêlên wê giran be jî gelê Kurd zanî li ber xwe bide, hebûna xwe li ser vê bingehê îspat kiriye û derî li rêxistinbûyîna xwe vekiriye. Êdî hêza kesî nîne ku têkoşîna azadiyê û vîna gelê Kurd bişkîne û teslîm bigire."

KCK'ê agirbesta du sal berê di navbera Îran û PJAK'ê de destpê kir bibîr xist û got, "Ji 5'ê Îlona 2011'an û vir ve di navbera PJAK û dewleta Îranê de agirbestek heye. Di nava du salan de her çend car caran herdu aliyan zor dan hevdu jî, agirbestê dewam kir. Bêguman ev yek nêzîkatiyeke rast e. Lê mixabin dewleta Îranê siyasetmedarê Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr di 26'ê Cotmeha 2013'an de li zînadna Ûrmiye ya Kurdistanê bi darve kir. Di heman rojê de welatparêzekî Kurd ê bi navê Riza li zîndana Salmasê bi darve kir û ev yek di çapemeniyê de cih girt."

KCK'ê got, "Beriya her tiştî em dewleta Îranê, ji ber darvekirina siyasetmedarê Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr, bi tundî şermezar dikin. Di serî de ji malbata siyasetmedarê Kurd ê rêzdar Hebîbûllah Gulperîpûr ji hemû welatparêz û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."

Di daxuyaniya KCK'ê de ev bang hat kirin: "Divê dewleta Îranê bizanibe ku bi darvekirina siyasetmedar û welatparêzên Kurd re çareseriya pirsgirêkê girantir dike, hîn bêtir rê li ber nerazîbûna gelê Kurd vedike û ev yek dê bibe sedema xurtikrina têkoşînê. Ji ber vê yekê divê dewleta Îranê darvekirinan rawestîne, bi PJAK'ê re ji bo çareseriya pirsgirêkê dest bi diyalog û muzakereyê bike. Ev yek hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo gelên Îranê helwesta herî çêker e. Li dijî darvekirinan ku pêkanîna li dijî mirovahiyê ye, em bang li gelê Kurd û hemû hêzên pêwendîdar û hestiyar dikin ku têkoşîna xwe ya li dijî vê bilind bikin."