KCK'ê ji malbata Sanrî re sersaxî xwest
KCK'ê ji malbata Sanrî re sersaxî xwest
KCK'ê ji malbata Sanrî re sersaxî xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser wefata Hecî Şerîf Sanrî daxuyaniyek weşand û ji malbatê re sersaxî xwest. KCK'ê di peyama sersxiyê de bal kişand ser welatparêziya malbata Sanrî û got, “Mam Şerîf yek ji wan hezaran Kurdên ku di pêvajoya têkoşîna azadiyê de berdêlên giranbuha dane."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber wefata Hecî Şerîf Sanrî ji malbatê re sersaxî xwest û got, “raxmî jiyana penaberiyê jî mam Hecî Şerîf û malbata wî di nava zorî, zehmetî, xizanî û hejariyê de tu caran ji dilsoziya xwe ya bi Rêber APO, têkoşîna azadiyê û pîvanên wê yên welatparêziyê venegeriyan û hertim di nava hewildanên parastina welatparêziyê de bûn.”
HECÎ ŞERÎF LI GORÎ ÇANDA KURDÊN AZADÎXWAZ JIYA!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Hecî Şerif bavê sê cangoriyên Kurdistanê ye daxuyaniya xwe weha dewam kir, “Bi xemgîniyek mezin me wefata mamê Hecî Şerîf SANRÎ bihîstin. Di serî de di kesayeta fermandar Rêheval Xalid herwiha Rêheval Baran û Rêhevala Dêrsim de em hemû şehîdên xwe carek din bi bîrtînin. Ji van şehîdan jî aşkera dibe ku Mam Şerîf wekî kesayet her tim li gor çanda Kurdên azadîxwaz jiyaye. Hemû hêvî, xeyal û xwestekên xwe ji bo rojekê azad zindî girtiye.
Bi vî rengî dema tevgera APO’yî li Botan’ê naskiriye jî wekî welatparêzekî çi ji destê wî hatiye daye têkoşîna azadiyê û xwe tev lê kiriye. Mirov di kesayeta Mam Şerîf de dikare bêje eger ku Kurdewariya rast were jiyîn, her wiha dilxwazî û hezkirin li beramberî gel û welat hebe, çawa li ser derdor bandor dike jî baş dibîne. Mam Şerîf ew kes e ku bi welatparêziya PKK’ê hema bêje ji nû ve ciwanbûyî bû. Vê yekê jî dilsoziya wî ya bi Rêbertî, şehîdan û PKK ê baş dida nîşandan."
Hevserokatya Desteya Rêveber a KCK'ê bi bîr anî ku ew wekî tevgera azadiya gelê Kurdistan’ê xwe wek pêkhênerê xeyalên mirovên ku bi hêviya ax û welatekî azad dijiyan û ji bo vê li xwe didan dizanin û daxuyanî wiha bi dawî bû; “Yek ji van kesan ku bi nirxên walatparêzî bi şeklekî rûmetdar jiya, Mam Şerîf bû. Lewma em kesayetên bi vî rengî ji bo welatê xwe weke nirxekî dibînin. Bi van hest û ramanan bi navê tevgera azadiya gelê Kurdistanê em dibêjin cihê wî bihuşt be. Herwiha em ji we malbata şehîdên leheng re sersaxiyê dixwazin. Ji we xwedî derketinek xurttir ya bîranîna şehîdan hêvî dikin. Wek malbat em ji we hêvîdarin ku hunê daxwaz, niyaz û hêviyên Mam Şerîf yên welatparêzî, hezkirin û têkoşeriyê di nava erka herî şayan de hêj xurttir bidin dewamkirin. Bi van hest û ramanan, dûbare di serî de ji we malbata SANRÎ, ji malbatên şehîdan û gelê wargeha Ş.Rustem re sersaxiyê dixwazin.”