KCK’ê spasiya parlementerên Iraqê kir

KCK’ê spasiya parlementerên Iraqê kir

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê spasiya 83 parlementerên Iraqê yên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribûn, kir û diyar kir ku pêwîstiya herêmê bi bi azadî, aşitî û jiyaneke bi hev re heye û diyar kir ku hev helwesteke bi nirx e.

Roja 27’ê çileyê 83 parlementerên ji partî û fraksiyonên cûda yên Kurd, Ereb, şuî, sunî, xirîstiyan  daxwaza azadiya Ocalan kiribûn û îmzeyên xwe pêşkêşî serokê parlementoyê kirin. Di metnê de azadiya Ocalan weke sedema çareseriya aştiyane hat nirxandin. KCK’ê bi daxuyaniyekê spasiya vê helwesta parlementerên Iraqê kir.

KCK’ê diyar ki rku ev helwest ji bo hêjayê rêzdarî û teqdîrê ye û got: “Ev vîna ku ji Parlementoya Iraqê derket pir girîng û bi nirx e. Em hewldanên weke vê yên di demek de ku herî zêde pêwîstiya Rojhilata Navîn bi aşitî, demokrasî, azadî û jiyana bi hev re heye, hatiye pêşxistin, weke hewldaneke pir bi wate û girîng dibînin.”