KCK: Ela Qasim û Ubeyd Huseyin mînakên yekitiya neteweyî ne

KCK: Ela Qasim û Ubeyd Huseyin mînakên yekitiya neteweyî ne

KCK’ê ji bo kesên ku di êrîşên li Serêkaniyê û Eşrefiyeyê de jiyana xwe ji dest dan peyameke sersaxiyê weşand û got: “Ela Qasim û Ubeyd Huseyin ên ku mil dan milê hev û bi qehremanî şer kirin, sekna mînak a parastina rûmet û yekitiya neteweyî ya Kurdan nîşan dane.” KCK’ê destnîşan kir ku armanca êrîşên desteka dewleta Tirk li hemberî Serêkaniyê derxistina şerê Kurd û Ereban e.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê pevçûnên dijwar ên li Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li taxa Eşrefiye ya Helebê li dijî Kurdan pêk hat de daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku hin komên çete yên ku di bin navê muxalefeta Sûriyeyê de bi arastekirina dewleta Tirk a ku li hemberî destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bêtehemûliyê nîşan dide, êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûne.  KCK’ê bi bîr xist ku gelek neheqî li gelê Kurd hatiye kirin û got: “Kesên ku behsa azadî û demokrasiyê dikin nikarin êrîşên wiha bibin ser gelê Kurd. Ji ber ku her kes dizane ku li herêma Rojhilata Navîn gelê ku herî zêde li hemberî zilmê û dîkdatoran li ber xwe daye gelê Kurd e. Gelê ku herî zêde ji rejîmên dîkdator zext, zilm û komkujî dîtiye gelê Kurd e. Di vê çarçoveyê de kesên li armancên dewleta Tirk tevdigerin û êrîşê gelê Kurd dikin nikarin behsa azadî û demokrasiyê bikin.”

KCK’ê destnîşan kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê li hemberî van êrîşan bi xwerêxistinkirinek xurt û bi qehremantiyeke mezin bersivê daye van êrîşan û berxwedan û vîneke civakî nîşan daye.

'ŞEHÎDÊN SERÊKANIYÊ SEKNA MÎNAK A PARASTINA  YEKITIYA NETEWEYΠ YE'

KCK’ê bal kişand ser berxwedana YPG’ê ya li Serêkaniyê û bi bîr xist ku di vê berxwedanê de 11 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku endamê YPG’ê Ubeyid Huseyin ku birîndar bibû û piştre jiyana xwe ji dest da û endamê Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd Ela Qasim ku birîndar bibû duh jiyana xwe ji dest da weke “sekna mînak a parastina rûmet û yekitiya neteweyî ya Kurdan” bi nav kir û got:

“Ela Qasim û Ubeyd Huseyin ên ku mil dan milê hev û bi qehremanî şer kirin, sekna mînak a parastina rûmet û yekitiya neteweyî ya Kurdan nîşan dane. Li ku dibe bila bibe, ji kîjan partiyê dibe bila bibe, bêyi dudilî nîşan bidin êrîşan gelê xwe parastin. Ev sekna neteweyî dê bingehê rûmeta neteweyî ya gelê me nîşan bide.” KCK’ê ji bo malbatên şervanên jiyana xwe ji dest dan, Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd ya Sûriyeyê, YPG’ê, gelê Rojavayê Kurdistanê re sersaxî xwest.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de  kesên ku di encama êrîşa  li taxa Eşrefiye ya Helebê jiyana xwe ji dest bi bîr anî û diyar kir ku di serî de malbata Kemal Henan û 22 malbatên sivîlên jiyana xwe ji dest dane, Partiya Yekitî û hemû gelê Rojavayê Kurdistanê re sersaxî xwest û got: “Armancên êrîşên bi vî rengî ew e ku pevçûnên di navbera gelê Kurd û gelê Ereb d derbixin” û bang kir ku li hemberî van êrîşên neheq bêdeng nemînin.

KCK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Li hemberî gelê kurd cara yekem li Heleb-Eşrefiyê êrîşên ku pêk hatin îro jî berdewam dike. Di van pêvçûnan de kurd yek alîbûnê ji xwe re wekî rêgez diyar kiriye, gelê kurd û siyasetmedarên ê bi van êrîşan tu car bêzar nabin. Gelê me, dê her tim li hemberî êrîşên hovane di xeta xwe de bimeşe û li hemberî zilmê jî tu car serî xwe natewîne. Ji aliyê hêzên rejîmê ve êrîşa ku pêk hat de 22 sivîlên me jiyana xwe ji dest dan, endamê Partiya Yekîtî ya Sûryeyê Kemal Henan jî bi sûîqesta rejîmê gihîştiye şehadetê. Em carek din ji malbatên  22 şehîdên xwe re, ji malbata Kemal Henan û ji Partiya Yekîtiyê, û ji hemû gelê Rojava re sersaxiyê dixwazin.”

KCK’ê da zanîn ku li ttaxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê dê li hemberî êrîşan gelên Kurd bi biryar di berxwedanê de ne. KCK’ê diyar kir ku li hemberî birçîbûnê gel berxwedanek mezin nîşan dide, ev jî dide xuyakirin ku welatparîziya gelê kurd dibe partî û got: “Ev fedekarî û lehengiya gelê me serkeftinek mezine.” KCK’ê diyar kir ku tu êrîş nikarin têkoşîna azadiya gelê kurd ya hatî bi dest xistin  têk bibe û tu kes nikare gelê kurd ji warê wê derbixe. Li Rojavayê Kurdistanê jî Ela Qasim û Ubeyd Huseyn û hemû şehîdên YPG’ê bi têkoşînek pir mezin şehîd ketine. Li Serêkaniyê, Helep û Eşrefiyê gelê me bi sekna hebûna parastina nirxê navnetewî divê bi gelê Sûriyeyê pêk bînin.

‘DI XWAZIN JIYANA HEVPAR JEHIR BIKIN’

Daxuyaniya KCK’ê wiha bi dawî bû: “ Bi taybetî jî li Serêkaniyê bi desteka dewleta Tirk li hemberî gelê kurd êrîş pêk tên. Armanca van êrîşan ew e ku di navbera gelê kurd û ereban de şerê navxweyî bidin destpêkirin. Her kes dibîne û dizane ku şerê ku li Serêkaniyê pêk tê ne li hemberî rejîma Sûriyeyê ye. Li vê derê ya ku tê xwestin ew e ku tovên dijminahiyê bixin nava gelê kurd ku bi salane dibin nîrê rejîmên mêtînger de jiyane û ereb, asurî, suryanî, çerkez û hwd. ku li Serêkaniyê bi kurdan re bi hev re dijîn. Bivê yekê dixwazin ku ev jiyana wekhev li van gelan bikin wekî jehir. Divê ku tu kes nekeve komploya van mêtîngeran. Divê ku çanda bi hevre jiyan bûnê bêtir pêş bikeve û divê rihê biratiyê bi hêz bibe. Li Serêkaniyê ne tenê berxwedana gelê kurd, her wiha çanda jiyana hevpar bi ser ketiye. Divê ku her kes rêz bide vê rastiyê û divê ku bi tu hincetên din kes êrîşî çanda jiyana hevpar ya gelan neke. Divê çarçoveyê de em bang li hemû alîgirên demokrasiyên dikin ku ji bo  Sûriyeyek demokrat bi berpirsyarî tevbigerin ji bo vê yekê yekitiya gelan û biratiyê bi parêzin û divê li dijî êrîş û neheqiyên ku li hemberî gelê kurd tên kirin jî dengê xwe bilind bikin.”