KCK: Em destekeke tam didin civîna Hewlêrê

KCK: Em destekeke tam didin civîna Hewlêrê

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku ew 'destekeke tam a siyasî' didin hevdîtinên PYD û PDK'ê yên li Hewlêrê. KCK'ê got, "Eger bi vê civînê re di mijara Cenevre de helwesteke hevpar were nîşandan û rêveberiya hevpar a demî bê xurtkirin, dê ev yek di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Sûriyeyê de rola bingehîn bileyze."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê der barê civîna li Hewlêrê ya bi Serokatiya Serokê Kurdistana Federal  Mesût Barzanî ya bi beşdariya nûnerên siyasî yên Rojava de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK'ê ragihand ku lihevkomkirina Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumeta Niştimanî ya Kurdên li Sûriyê (ENKS) û ji nû ve zindîkirina Desteya Bilind, di encama hevdîtinên PKK û PDK'ê de derketiye holê û da zanîn ku civîna li Hewlêrê jî di encama vê lihevkirinê de pêk hatiye.

KCK'ê got, "Ji bo civîna li Hewlêrê desteka me ya siyasî tam e. Eger bi vê civînê re di vîna Desteya Bilind de di mijara Cenevre de helwesteke hevpar were nîşandan û rêveberiya hevpar a demî bê xurtkirin, dê ev yek di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîn Sûriyeyê de rola bingehîn bileyze."

Daxuyaniya KCK'ê ya der barê mijarê de wiha ye:

"Îro li her çar parçeyan dilê Kurdan li Rojava lê dide. Gelê me heyecake mezin ji Şoreşa Rojava digire. Berxwedana leheng a gelê Rojava, azadbûn û rêveberiya xwe bi xwe ya Rojava, têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelê me li çar parçeyan xurt dike. Lê belê gelê me yê li her çar parçeyan, ji ber ku di mijara Rojava de yekitî derneketiye holê û nêzîkatiyên şoreşê qels bikin tên nîşandan, bi fikar e. Di mijara Rojava de tinebûna yekitiyê û nîşandana nêzîkatiyên cuda ne tenê Şoreşa Rojava qels dike; di mijara yekitiya neteweyî de jî rê li ber neyiniyan vedike. Ev hêz wêrekiyê dide hêzên siyasî yên naxwazin gelê Kurd azad bibe. Ji bo sererastkirina vê rewşê, gelê me ji destpêkê ve ketiye nava helwesteke xwedî berpirsyar.

ZINDÎKIRINA DESTEYA BILIND GAVEKE GIRÎNG E

Hem ji bo kombûna hêzên li ser hêzên siyasî yên li Rojava xwedî bandorin, hem jî ji bo kombûna hêzên siyasî yên li Rojava, ketiye nava hewldanan. Di encama têkilî û hevdîtinên navbera PKK û PDK'ê de herdu meclîsên li Rojava li hev hat civandin, lewma ji nû ve zindîkirina Desteya Bilind gaveke girîng e. Ji ber ku der barê şoreşa mezin a li Rojava û bikaranîna firsenda dîrokî ya derketiye holê de, her hêzên welatparêz xwedî berpirsyariyê ne. Lewma di çarçoveya lihevkirina PKK û PDK'ê de eger hemû hêzên demokratîk û welatparêz ên li Rojava bên gel hev, polîtîka û helwestên hevpar nîşan bidin, dê ev yek ji bo Şoreşa Rojava encamên girîng derxîne holê.

Ti kêmasî ne hincete ku li Rojava nêzîkatiyeke cihê were nîşandan. Ji ber vê yekê divê hemû komên siyasî çi biçûk çi mezin bên cem hev, nîqaş bikin, Desteya Bilind ji nû ve zindî bikin û hêviyên beriya niha ji gelê Kurdistanê re hatibû dayîn, ji nû ve xurt bikin. Di vê mijarê de pêwîste hemû hêz dilnizm û rasteqîn bin.

LI ROJAVA YEKITÎ HELWESTA HERÎ RAST E

Di mijara lihevkombûna li Hewlêrê de berpirsyariyeke dîrokî û vîneke bingehîn hatiye nîşandan. Her çend der heqê şoreşa Rojava de di mehên bihurî de helwestên cuda, kêmasî, zehmetî derketin holê jî, di çarçoveya berjewendiyên gelê Rojava û gelê me yê li hemû parçeyan nêzîkatiyek hatiye nîşandan. Bi biryardarî û nêzîkatiyeke rast re hewl hatiye dayîn ya bi kêrî berjewendiyên gelê me were, bê kirin. Ji ber vê yekê, hêzên siyasî yên Rojavayî yên li Hewlêrê bên cem hev, divê wateyê bidin vê lihevkirina navbera PKK û PDK'ê ya di asta herî bilind de hatiye kirin û xwe bigihêjînin biryarên ku Şoreşa Rojava xurt dike û li pêşberî cîhanê yekitiya xwe ava dikin. Ji xwe civîna yekemîn a Hewlêrê ya sala 2012'an jî di çarçoveya lihevkirineke bi vî rengî de pêk hatibû.

PÊWÎSTE RÊVEBERIYA BAŞÛR LI CIVÎNA HEWLÊRÊ YA YEKEMÎN XWEDÎ DERKEVE

Weke KCK, di warê lidarketina yekemîn civîna Hewlêrê ya sala 2012'an û di mijara avakirina Desteya Bilind de hemû berpirsyariyên ketine ser milê xwe bicih aniye û ji bo pêşketinên erênî her şêweyên hewldanan hatine kirin. Nêrîna me ya ku Desteya Bilind rast dibîne û divê kar bike, heta roja îro neguheriye. Lewma ji bo civîna li Hewlêrê û ji nû ve zindîkirina Desteya Bilind çi berpirsyarî bikeve ser milê me dê bicih werin anîn. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî wê xwedî civîna yekemîn a Hewlêrê û encamên derkeve, ji kombûna hêzên siyasî yên Rojavayî re mêvandariyê bike û hewl bide ji hevdîtinan encamê derxîne. Bêguman dê encamên erênî û neyînî yên civîna yekemîn û avabûna Desteya Bilind werin nirxandin û ji bo yekitiyeke demokratîk û neteweyî ya serketî ji bo Rojava, dê derkeve holê.

DI MIJARA CENEVRE DE DIVÊ HELWESTEKE HEVPAR WERE NÎŞANDAN

Ji ber vê yekê ji bo civîna li Hewlêrê desteka me ya siyasî tam e. Civîna bi mêvandariya Birêz Mesût Barzanî wê ji bo Şoreşa Rojava encamên gelekî girîng bi xwe re bîne. Şoreşa Rojava dê xurt bibe. Eger bi vê civînê re di vîna Desteya Bilind de nêzîkatiyeke hevpar li hemberî dewlet û hêzên mûxalîf bê nîşandan, di mijara Cenevre de helwesteke hevpar were destnîşankirin û rêveberiya hevpar a demî li ser vê bingehê bê xurtkirin, dê ev yek di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Sûriyeyê de rola bingehîn bileyze.

Di serî de hêzên siyasî yên li Rojava em bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku di vê dema dîrokî de bi berpirsyarî tevbigerin û bersivê bidin bendewariyên gelê me. Li ser vê bingehê em ji hevdîtina li Hewlêrê re serketinê dixwazin, careke din destnîşan dikin ku em li pişt Şoreşa li Rojava ne."