KCK: Êrişa Hewlêrê li dijî hemû Kurdan hatiye kirin

KCK: Êrişa Hewlêrê li dijî hemû Kurdan hatiye kirin

Serokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê êrîşa bombeyî ya li Hewlêrê şermezar kir û sersaxî ji gelê Başûrê Kurdistanê û hikumetê xwest. KCK’ê da diyarkirin ku, ev êrîş li dijî hemû gelê Kurd pêkhatiye û got: “Em vê êrîşê di heman demê de weke êrîşeke li dijî tevgera me pêkhatî dibînîn û ji bo careke din bûyerên bi vî awayî pêkneyên, em careke din dubare dikin ku erk û peywirên bikevin ser milê me em dê bicih bînîn.”

Serokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê di derbarê êrîşa bombeyî ya duh li Hewlêrê pêkhat daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîş şermezar kir. KCK’ê balkişande ser ku, êrîş li dijî hemû gelê Kurd pêkhatiye û da diyarkirin ku, pêwîste gelê Kurd li dijî van êrîşan helwesta xwe ya hevpar nîşan bide û parastina xwe ya rewa bihêz bike. Her wiha balkişande ser êrîşê ku rastî dema êrîşên li ser Rojava zêdebûyîn hat.

ÊRÎŞ LI DIJÎ HEMÛ GELÊ KURD PÊKHAT

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Em sersaxiyê ji malbat 6 Kurdan û Hikumeta Başûrê Kurdistanê dixwazin, her wiha şîfayê ji birîndaran re dixwazîn û êrîşê bitundî şermezar dikîn.

Li tevayî cîhanê nakokiyên navbera hêzan de kûr dibin û bendbendî derketine holê, her wiha herêma ango Rojhilata Navîn weke şerek nû yê cîhanê didin pêş. Ji ber wê sedemê ji nava cîhana Îslamê de rewşek ya kaosekî ku bi tundiyê hatiye pêçan afiranedine. Di vê kaosê de Kurdan hewilda pirsgirêkên xwe birêyên aştiyane û bixwişk û biratî ku tundiyê beralî bike li gel gelên din vîna çareseriyê daniye holê. Li ser vî bingehî li rexmî rewşa kaotîk ya li Iraqê, Başûrê Kurdistanê kariye ji tundiyê dûr, coxrafyayekî aram biafirîne. Her çendî ku car caran êrîş pêkhatibin jî, bigiştî aramî hatiye parastin. Firsend nehatiye dayîn ku tundiya li Iraqê derbazî Başûrê Kurdistanê bibe.

BALKÊŞE ÊRÎŞ RASTÎ DEMA ÊRÎŞÊN ÇETEYAN HAT

Lê belê ev saleke li Rojava li dijî gelê Kurd êrîşên çeteyan pêktên û ev erîşa bombeyî jî hemwext li nava paytextê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê pêkhat, ev yek nîşan dide ku pêla tundiyê li tevayî Kurdistanê belav bikin. Ev êrîşa ku têde 6 Kurd hatin şehîd kirin û bidehan kes birîndar bûyîn, pir vekirî êrîşekî lidijî gelê Kurd e. Ev rastî jî dide diyarkirin ku, pêwîste Kurdên li hemû parçeyan li dijî van êrîşan hevpar helwestê bigirin.

Êrîşa bi wesayîtên tejî teqemenî di 29’ê Îlona 2013’an de li Hewlêrê pêkhat, ev êrîş netenê li dijî gelê Hewlêrê yan jî hikumeta Herêmê pêkhat. Ev êrîş li dijî hemû Kurdan pêkhatiye. Çawa ku êrîşên li dijî gelê Rojava ê ku 2 sale xwe ji dervey şer hiştine têne kirin, li dijî hemû Kurdane, êrîşa li Hewlêrê jî li dijî hemû gelê Kurd pêkhatiye. Ev êrîşên li dijî gelê Kurd têne kirin, yan dixwazin Kurdan bihelînin yan jî bikin perçeyek ji polîtîkaya xwe. Hêjan qebûl nakin Kurd azad û bi vîna xwe jiyan bikin. Ji ber vê sedemê li kudera cîhanê be bila li wir be, pêwîste hemû Kurd êrîşên li dijî Kurdan têne kirin, wisan fêm bike ku li dijî wî/wê hatiye kirin. Li ser vî esasî pêwîste helwesta xwe ya hevpar dane holê û parastina xwe ya rewa bihêz bike. Tenê bi vî awayî Kurd bikarin li hemû parçeyan di nava aramî, azadî û demokrasiyê de jiyan bikin. Ji ber vê sedemê em êrîşên li Rojava û Hewlêrê jî weke sûcê mirovahiyê dibînîn û bitundî şermezar dikîn.

EM ÊRÎŞÊ WEKE ÊRÎŞEKE LI DIJÎ TEVGERA ME HATÎ KIRIN DIBÎNÎN

Em jî vê êrîşê di heman demê de weke êrîşeke li dijî tevgera me pêkhatî dibînîn û ji bo careke din bûyerên bi vî awayî rû nedin, em careke din dubare dikin ku erk û peywirên bikevin ser milê me em dê bicih bînîn.”