KCK: Gelê herî baş Mandela fêm bike Kurd e
KCK: Gelê herî baş Mandela fêm bike Kurd e
KCK: Gelê herî baş Mandela fêm bike Kurd e
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê ji ber wefata lîderê Efrîka Başûr Nelson Mandela yê roja 5'ê Kanûnê çavên xwe li jiyanê girt, peyamek sersaxiyê weşand. KCK'ê Mandela weke "şervanê mezin ê demokrasî û azadiyê û dostê Kurdan" bi nav kir û got, "Gelê ku herî baş têkoşîna Mandela fêm bike, Kurd e."
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê di peyama xwe ya nivîskî de diyar kir ku Kurd dê her tim Mandela bi teqdîr bibîr bînin û destnîşan kir ku herî zêde Kurdan têkoşîna Mandela baş fêm kirine.
Peyama KCK'ê wiha ye: "Bi xemgînî me bihîstin ku şervanê mezin ê azadî û demokrasiyê û dostê Kurdan Nelson Mandela jiyana xwe ji dest da. Di serî de gelê Efrîka Başûr em ji tevahiya gelên li dijî nîjadperestî û mêtîngeriyê li ber xwe didin û malbata wî re sersaxiyê dixwazin. Nelson Mandela dê neyê jibîrkirin, hesret û têkoşîna wî heta ku rûyê erdê bi temamî azad bibe, dê dewam bike.
Tevî ku Nelson Mandela qonaxeke têkoşîna demokrasî û azadiyê ye, wî bi xwe jî ev têkoşîn derbasî qonaxeke nû kiriye. Wî ne tenê ji bo Efrîka Başûr, ji bo tevahiya cîhanê têkoşîna demokrasî û azadiyê meşandiye. Ji bo nîjada reşik û Efrîkayê ew semboleke. Li Efrîkayê têkoşîna azadî û demokrasiyê dê ji pîvanên wî destnîşan kirine, kêm nemîne. Ji xwe li Efrîka Başûr hînê jî têkoşîna demokrasî û wekheviya rastîn dimeşe.
Nelson Mandela bi redkirina "Xelata Aştiyê ya Ataturk" re nîşan da ku ew têkoşereke çawa yê demokrasî û azadiyê yê bi pîvan e. Tirkiyê bi dayîna vê xelatê bo Mandela re xwestiye ku sîstema xwe ya qirkirina çandî ya li hemberî Kurdan bi hêsanî bimeşîne. Lê belê Nelson Mandela, pêkanîn û polîtîkaya qirkirina çandê ya li hemberî Kurdan sedem nîşan da û ev xelata taybet û qirêj a şer, red kir. Bi vî rengî teşhîr kir ku Tirkiye dixwaze gotina pîroz a aştiyê jî bike navgînek ji şerê qirêj re. Ji ber vê yekê Kurd dê wî timî bi teqdîr bibîr bînin.
Gelê ku herî baş têkoşîna Mandela fêm bike, Kurd e. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 15 sal in di mercên giran ên tecrîdê de li zîndana Îmraliyê tê ragirtin, gelek caran Mandela û Ocalan tên şibandin. Bêguman têkoşîna li Kurdistanê, felsefe, paradîgma, îdeolojî û asoyê teorîk ê Rêber Apo cuda ye. Aliyên wan ên hevpar ew e ku herdu lîder di mijara armancên xwe de bi biryar in û di mercên zîndanê de be jî, têkoşîna xwe ya ji bo armancên xwe dewam kirine. Kurdan têkoşîna Mandela gelekî baş fêm kirine û Mandela yê têkoşîneke bi vî rengî daye meşandin, weke parçeyek ji têkoşîna xwe ya azadiyê dîtine.
Mandela nîşan daye ku ji bo azadiyê divê bi her awayî berdêl bên dayîn. Kurd jî ji tevahiya gelên cîhanê zêdetir berdêl daye û ber bi jiyana demokrasî û azad dimeşe. Li vî cîhanê bi qasî Kurdan ti gel ji bo azadiyê li zîndanan nemaye. Gelê Kurd jî tê berdêlên ahtine dayîn bi têkoşînê watedar bike û bigihêje jiyana azad û demokratîk.
Rêber Apo yê hesreta jiyana azad û demokratîk a şervanê mezin ê azadiyê Nelson Mandela li girtîgeha Îmraliyê bilind dike, bi têkoşîn û nirxên xwe yên mezin dê gelê Kurd azad bibe."