KCK: Heta êrîş hebin em ê xwe biparêzin

KCK: Heta êrîş hebin em ê xwe biparêzin

KCK’ê bal kişand ser operasyonên leşkerî yên berfireh ên li Bakûrê Kurdistanê û êrîşên hewayi yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: “AKP di nava lîstokeke xeter de ye”. KCK’ê got: “Heta êrîş berdewam bikin, em ê weke gel û tevger xwe biparêzin. An na bi navê çareseriyê tu tiştek çênabe.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku di demek de ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê kirin, her roj bê navber li Bakûrê Kurdistanê operasyon tên kirin û Herêmên Parastinê yên Medyayê tên bombebarankirin.

KCK’ê ku hişyariya “AKP lîstokek xeter dileyize” kir, got: “Ger operasyonên berfireh û êrîşên hewayî bên kirin, ma weke gel û tevger mafê me tune ye ku em mafê xwe yê parastina rewa û bersivdanê bi kar bînin?” û da zanîn ku heta êrîş berdewam bikin ew ê weke tevger xwe biparêzin.

  Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

 “Hevdîtinên dewletê yên bi Rêbertiya me re tê zanîn. Weke ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku Rêbertiya me di encama hevdîtinan de nameyek ji bo bigihînin rêveberiya tevgera me, şandiye.

Lê tişta balkêş ew e ku di demek de ku bi taybet wekîlên BDP’yî bi Rêbertiya me re hevdîtin pêk tînin û Rêbertiya me name ji rêveberiya tevgera me re dişîne, êrîşên leşkerî yên ji aliyê AKP’ê ve hatine zêdekirin. Li aliyekê li Bakûr bênavber operasyon tên kirin, li aliyeke din jî hema bêje her roj Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tên bombebarankirin.

DIVÊ RAYA GIŞTÎ BIBÎNE KA ÇEND RÛYÊN AKP’Ê HENE

Em li vir, ji hukûmeta AKP’ê re, gelê me û raya giştî ya ku hemû aliyên li hemberî çareseriyê bihîstyar aşkere dikin; AKP di nava lîstokek xeter de ye. Erdogan dibêje ‘ger ji bo çareseriyê pêwîst be ez ê jehra zirgêjokê jî vexweim’. Tu eleqeya vê yekê bi jidiliyê, vîna çarerseriyê û helwestê re tune ye, ev yek êrîşên hewayî jî aşkere bûye. Divê hemû gelê me û hemû aliyên bihîstyar bibînin ka çend rûyên AKP’ê hene.

Ger hesabê AKP’ê ew be ku bem bombebaran bike û bi me gav bide avêtin, em aniha bêjin, ev yek ne mumkun e. Di têkoşîna çil salan de, li her qad û di her astê de aşkere bûye ku PKK li hemberî êrîşan tu carî stûyê xwe xwar nake.  Tiştek bi navê exlaqê şer heye. Gelo ev çi vexwarina jehrê ye, operasyonên herî dijwar ên salên herî dawî pêk tînin. Her roj di çapemenî û televîzyona de radibe dibêje ‘bila hêzên xwe vebikişînin, biçin vir û wir’ ev çi uslibê çareseriyê ye gelo. Dixwazin di raya giştî de peyam bidin ku PKK êdî star kiriye, dê di şertên teslîmiyetê de tevbigere, ev yek bi tu awayî xizmeta çareseriyê nake, tenê şerê ku heye û berxwedana ku heye dijwartir dike.

MA MAFÊ ME YÊ XWEPARASTINÊ TUNE?

Em ji her kesên çareseriyê dixwazin û aşitîxwazan dipirsin; Ger operasyonên berfireh û êrîşên hewayî bên kirin, ma weke gel û tevger mafê me tune ye ku em mafê xwe yê parastina rewa û bersivdanê bi kar bînin!

Ji ber vê jî em vê yekê dêbjin: Divê AKP beriya her tiştê li hemberî gel û raya giştî ji dil û xwedî helwest be. Û divê were zanîn ku em ê weke tevger û gel li hemberî êrîşan xwe biparêzin. An na bi navê çareseriyê tu tiştek çênabe.”