KCK: Li holê rewşa agirbestê nemaye

KCK: Li holê rewşa agirbestê nemaye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku dewleta Tirk û Hikûmeta AKP, ji bo bêwate û valaderxistina pêvajoyê her tiştî dikin û got, "Bi êrîşkirina DAIŞ'ê bi ser Kobanê ve, li holê rewşa agirbestê nemaye. Polîtîkaya; li bakur agirbest, li Rojava û Başûr şer wê neyê qebûlkirin."

KCK'ê nerazîbûneke tund nîşanî zextên dewleta Tirk ên ji bo vekişîna gerîla da û got, "Di rojeva Tevgera Azadiyê ya Kurd de, rewşeke mîna vekişîna gerîla nîne. Heta ku muzakere neyê kirin û di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên cidî yên pratîkî neyên avêtin, heta ku çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd misoger nebe, avêtina gaveke bi vî rengî nabe."

KCK'ê biryarên civîna dema navberê ya Kongra Gel jî bibîr xist û got, "Konseya me ya Rêveberiyê di çarçoveya vê erkê de nirxandina pêwîst kiriye û tespît kiriye ku agirbest ji aliyê AKP'ê ve ji holê hatiye rakirin, li hemberî gelê Kurd şer hatiye îlankirin û biryar daye ku li dijî şerê piralî yên AKP li hemberî gelê me dimeşîne li her qadê û bi her rêbazê têkoşînê were bilindkirin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ'ê, "pêvajoya çareseriya demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û zextên dewleta Tirk ên ji bo vekişîna gerîla de, daxuyaniyên girîng da.

Di daxuyaniya KCK'ê de hat bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di payîza 2012'an de banga agirbestê kiriye, di Newroza 2013'an de rewşa agirbestê fermî bûye û di vê bangê de hatiye xwestin ku leşker, polîs û rayedarên dewletê yên dîlgirtî serbest bên berdan.

KCK'ê Newroza 2013'an û rewşa piştî rewşê bi van gotinan bibîr xist:

"Tevgera me tavilê li gorî banga Rêberê me tevgeriya ye, dîlgirtî serbest berdaye, dest bi amadekariyên vekişîna gerîla ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye. Agirbest hatiye rûniştandin û gerîla jî pêl bi pêl baregehên xwe terikandine û xwe vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Rêber Apo ev hemû gav, li ser bingeha diyalogên li Îmraliyê avêtiye. Rayedarên dewleta Tirk soz dane ku dema ev gav bên avêtin ew ê jî bersivê bidin û di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavan biavêjin. Rêber Apo bi têgihiştina; gelên Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin, şert û mercên Kurdistan, Tirkiye û herêmê jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd guncaw in, gihiştiye wê baweriyê ku ev gav wê bersivê bibînin. Lewma dîtiye ku avêtina gavên ji bo amadekirina civakê û dewleta Tirk, bi kêrî tevahiya gelên Tirkiyeyê tên û deklarasyona Newrozê ya 2013'an weşandiye.

Deklarasyona çareseriya siyasî û demokratîk a Rêbertiya me ku di Newroza 2013'an de li pêşberî şahîdiya bi mîlyonan mirovan hat xwendin û weke manîfestoya demokrasiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e, di serî de gelên Kurd û Tirk coşeke mezin daye tevahiya gelên Rojhilata Navîn. Vîzyona Rojhilata Navîn a demokratîk ku li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd xwe dispêre demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, bûye sedem ku tevahiya gelên herêmê bi hêvî li pêşerojê binêrin. Rêberê Gelê Kurd ev berpirsyariya xwe ya dîrokî bicih aniye û rewşek welê derketiye holê ku eger dewleta Tirk bersiva vê bide, wê karibe dawî li qedera reş û tarî ya gelên Rojhilata Navîn bê anîn.

Li pêşberî rastiyeke bi vî rengî weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji aliyê bicihanîna fedekarî û berpirsyariya xwe ve, ti dudilî nehatiye nîşandan. Gelek derdoran gotin; gelo kîjan gav hatine avêtin ku hûn derbasî rewşa agirbestê dibin, hûn ji herêmên xwe vedikişin. Li pêşberî van gavên me matmayî mane.

AKP GAVÊN HATIN AVÊTIN WEKE QELSKIRINÊ NIRXAND

Dema me li gorî sosyolosiya siyasetê û psîkolojiya civakî ya Tirkiyeyê ev gav avêtin, bendewariyek hebû ku hikûmeta AKP jî di rewşa siyasî ya hatiye afirandin de gav biavêje. Dema ji aliyê berpirsyarî û rasyonel bê fikirîn, hêvî dihat kirin ku hikûmeta AKP jî di vî warî de gavan biavêje. Hemû gel, hêzên demokrasî û demokrat jî ketin nava bendewariyeke bi vî rengî. Di nava raya giştî ya cîhanê de jî baweriyek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derket holê. Ji ber ku gavên bi wêrekî û nêzîkatiyên maqûl ên Rêberê Gelê Kurd û Tevgera me ya Azadiyê, nêrîn û bendewariyeke bi vî rengî afirandin. Meyl û baweriya; di van şert û mercan de ev pirsgirêk dikare çareser bibe, Tirkiye dikare demokratîk bibe derketiye holê."

KCK'ê diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê li pêşberî van hemû gavan "xwe nelivandiye" û got, "Mîna ku bidawîbûna agirbesta neh salan û vekişîna gerîla bêwateye, tevgeriya ye. Di ser re, li pêşberî hemû gavên me yên dîrokî Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç rabûye ji bo vekişîna gerîla dibêje, 'Heta dojehê rêya wan heye'. Gavên ku me li gorî berpirsyariya li pêşberî gelê xwe û ji bo çareseriya siyasî û demokratîk avêtin, mîna demên berê bi mejiyê şerê taybet û rêbazên şerê psîkolojîk di çarçoveya qelskirina Tevgera me de hatine nirxandin. Bi vî rengî fêm bûye ku polîtîkayeke wan a çareseriyê nîne û wê di polîtîkayên neçareseriyê de israr bikin."

KCK'ê destnîşan kir ku ji bo li pêşberî van polîtîkayan hikûmeta AKP'ê hişyar bikin û cîdiyeta rewşê bibîr bixînin, vekişîna hêzên gerîla hatiye sekinandin û got, "Bi vî rengî bi awayekî destnîşankirî hatiye bibîrxistin ku eger hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriyê gavan neavêje wê helwesta heyî neyê qebûlkirin. Lê belê ji ber ku armanca hikûmeta AKP'ê ne çareserî, lê dewamkirina desthilatdariya xwe ya bi desteka civakî ya di rewşa agirbestê de bû, li pêşberî hişyariya me ya bi şêwazê rawestandina vekişîna gerîla, nêzîkatiyeke cidî nîşan nedaye. Ji bilî serlêdana li rê û rêbazên şerê psîkolojîk ê ji bo dewamiya agirbestê pê ve, tiştek nekiriye. Her tim behsa pêvajoya çareseriyê kiriye û bi afirandina têgihiştina; mîna ku wê tiştek çêbibe, mijûlkirin esas girtiye."

AKP QET NEKET NAVA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ

KCK'ê da xuyakirin ku Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû gavên ji bo çareseriya siyasî û demokratîk ên dikarin bên avêtin avêtine, heta roja îro jî ji bo ev gav encamê derxîne hestyariyeke pêwîst nîşan daye; lê hikûmeta AKP'ê ji destpêkê ve neketiye nava pêvajoya çareseriyê û ev xal destnîşan kir:

"Li pêşberî gavên Tevgera me avêtiye, hikûmeta AKP'ê ti bersivek nedaye ku pêvajo bikeve rewşeke jêneveger. Lewma gavên tevgera me avêtiye û hewldanên  nîşan daye, têrê nekiriye ku AKP bikeve nava pêvajoya çareseriyê. Du salên derbasbûyî ji ti alî ve ji bo AKP'ê nebûye pêvajoyeke çareseriyê. Bi tenê ji bo desteka civakî werbigire behsa pêvajoya çareseriyê kiriye; lê belê di pratîkê de ji bo pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin bê wate bike û vala derxîne, her tişt kiriye.

SAL HATINE BERBAKIRIN

Agirbest ferz dike ku alî di pozîsyona tê de ne bimînin, bi berpirsyarî tevbigerin û ji bo lihevkirin, peyman û çareseriyê gavan biavêjin. AKP, di rewşa agirbestê de ku weke muzakereyê îfade dike, ne ji bo çareseriyeke siyasî û demokratîk, ji bo amadekariya şer ketiye nava pratîkekê. Lez daye çêkirina qereqol, rê û bendavên bi armanca leşkerî ku di dema şer de nekarîbû çêbike. Li pêşberî vê gelê Kurd ji bo parastina rewşa agirbestê çalakiyên protestoyî yên demokratîk lidar xistiye, lê belê rastî êrîşê hatine, gelek ciwanan jiyana xwe ji dest dane. Berevajî ruhê pêvajoya çareseriya siyasî û demokratîk a Rêber Apo da destpêkirin tevgeriya ye, sebir û samîmiyeta Rêberê Gelê Kurd îstîsmar kiriye û ji bo nebaşiyê bikar aniye. Hişyariyên tevgera me ya azadiyê û mercên diyalogê yên bi Rêber Apo re hatine kirin jî li ber çavan negirtiye û ketiye nava bêberpirsyariya ez ti gavê navêjim, ez ê bi ya xwe bikim. Tevî ku tevgera me ji bo hikûmeta AKP ji vê polîtîkaya xwe vegere û ji bo çareseriya demokratîk gavan biavêje çend deklarasyonên bi naveroka bangê weşandiye jî, ev yek li ber çavan negirtiye. Pêvajoya agirbestê ya du salan bi gotinên mijûlkirin û qezenckirina demê re vala derbas kiriye. Gelek derdorên çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin jî li pêşberî vê rewşê gotine 'ev pêvajoyeke bi çi rengî ye, me fêm nekirin' û gumanên xwe yên ji ber polîtîkayên AKP'ê anîn ziman. Tevî ku weke tevger em di nava vê pêvajoyê de bûn, rayedarên hikûmetê li gel ku ti gav neavêtin jî bi gotina 'pêvajo baş dimeşe' civak xapandine. Hikûmeta AKP'ê sebra Rêber Apo û helwesta bi berpirsyarî ya tevgera me bi vî rengî nirxand û sal berba kir."

KCK'ê, nerazîbûneke tund nîşanî zextên desthilatdariyê da, ku li şûna pêşniyarên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicih bîne dixwaze hêzên gerîla ji Bakurê Kurdistanê bên derxistin.

BÊYÎ AVÊTINA GAVAN GOTINA VEKIŞIN TÊ WATEYA XWE TINE BIKIN

KCK'ê da xuyakirin ku ferzên 'wê vekişîn bibe dûre nexşeya rê bê" israra di rewşa xetimandî de ye û wiha dewam kir:

"Gel û raya giştî dizanin ku tevî gavneavêtin û helwesta bêberpirsyarî ya hikûmeta AKP'ê, Tevgera me bi her awayî berpirsyarî û samîmiyeta xwe nîşan daye. Di nava 12 salên hikûmeta AKP'ê de 8 salan di rewşa agirbestê de maye û bi vî rengî şansê ku nedaye ti hikûmetan ji hikûmeta AKP'ê re hatiye naskirin. Dema ricaya merhûm Tûrgût Ozal a ji bo dirêjkirina agirbestê ji bo mehekê li ber çavan were girtin, wê wateya vê helwesta me baştir were fêmkirin. Di heman demê de ev yek asta bêberpirsyariya hikûmeta AKP'ê jî radixe pêş çavan.

Tevgera me di payîza 2013'an de îradeya derxistina hêzên gerîla ji nav sînorên Tirkiyeyê nîşan daye lê belê ti qîmet ji vê yek re nehatiye nîşandan. Lewma nûçeyên di çapemeniya alîgirê AKP'ê de tên weşandin û dibêjin, wê vekişîn bibe dûre nexşeya rê bikeve rojevê, ferzeke nayê qebûlkirine. Di qadên pirsgirêkê yên mîna pirsgirêka Kurd de, eger gava herî dawî bê avêtin weke şertekî bê destnîşankirin, ev yek tê wateya ku serûbinkirina rêveçûnê û israra di xetimandinê de. Di rewşeke ku ti gav nehatiye avêtin de, ji bilî şerê psîkolojîk ji bo çareseriyê ti vîn neyatiye nîşandan de, di rewşeke ku hînê gelek unsûrên zext, zordarî û tundiyê li gelê me bikin hene de, di rewşeke ku gelê me qebûl bike û demokratîkbûyîneke rastîn tineye de, zext û ferzkirina vekişîna gerîla bi awayekî zelal tê wateya; ez ji bo çareseriyê ti gavê neavêjim, hûn heta niha belasebep têkoşiyan, dest ji îdîaya parastina hebûn û pêkanîna azadiya xwe berdin, û xwe tine bikin. Mafê ti kesî tineye ku daxwazeke bi vî rengî bike; ne hedê kesî ye jî.

YÊ KU NIKARE DIYALOGÊ JÎ ÇÊBIKE WÊ ÇAWA MUZAKEREYÊ BIMEŞÎNE?

Tevî hemû hewldanên mezin û sebra awarte ya ji bo çareseriya siyasî û demokratîk daxwaza 'banga vekişînê li hêzên gerîla bike' bêhurmetî li Rêber Apo ye; heqaretek li Rêber Apo ye. Yên ku hebûna gelê Kurd nas dikin, yên ku hurmetê nîşanî vîna gelê Kurd didin nikarin bikevin nava helwesteke bi vî rengî. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li pêvajoyê û Rêber Apo, bi tenê tê wateya israra di neçareseriyê de, tê wateya bê watekirina diyalogê. Yê ku cidî nêzî diyalogê jî nabe, ne pêkane ku muzakereyê bike, ji bo çareseriyê gav biavêje.

Rêber Apo bi fedekariyeke mezin, ji bo afirandina şert û mercên gavavêtinê ji bo hikûmeta AKP'ê bêçalakîtî derxist holê, vîna vekişîna gerîla nîşan da. Yên ku rast nêzî vê nabin, daxwaz an jî ferzkirina wan a vekişîna gerîla tê wateya bi temamî ji holê rabûna bêçalakîtiya ku ji xwe bê wate bûye."

KCK'ê bal kişand ser desteka vekirî ya dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ'ê. KCK'ê got, "Jixwe bi êrîşkirina DAIŞ'ê li hember Kobanê re, li holê rewşa bêçalakîtiyê nemaye" û destnîşan kir: "Dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê bi xwe bêçalakîtî ji holê rakirine, şerê psîkolojîk ê li dijî Tevgera Azadiyê dimeşînin veguherandine êrîşeke leşkerî. Li Kobanê ne tenê li dijî Şoreşa Rojava, li hemberî tevahiya gelê Kurd êrîş tê kirin."

KCK'ê hişyarî da û got, "Di rojeva Tevgera Azadiyê ya Kurd de rewşeke mîna vekişîna gerîla nîne. Bêyî ku muzakere bê destpêkirin û di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên cidî yên pratîkî neyên avêtin, bêyî ku çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd misoger nebe, gaveke bi vî rengî wê neyê avêtin. Ti zext û ferzkirin jî wê nikaribe vê gavê bide avêtin" û ev xal destnîşan kir:

"Di demeke ku dewamkirina agirbestê hatiye bêwatekirin de, di demeke ku nîqaş tê kirin ku pêwîstî bi dewamkirina wê nîne de, zexta ji bo vekişîna gerîla, tevgereke psîkolojîk e. Hikûmeta AKP bi vê helwesta xwe re, bêyî muzakereyê bike, bêyî ji bo çareseriyê gaveke cidî biavêje hewl dide bêçalakîtiyê dewam bike. Bi vî rengî dixwaze bi rewşa bêçalakîtiyê bikeve hilbijartinên 2015'an, bi qezençkirina hilbijartinan re desthliatdariya xwe xurt bike. Zextên ji bo vekişîna gerîla, aliyê şerê taybet ê vê planê ye.

BI DAIŞ'Ê RE ÊRÎŞKIRINA KOBANÊ SEBIR FÛRAND

Li pêşberî êrîşên tinekirinê yên bi vê rêbaza şerê psîkolojîk a israra di neçareseriyê de, ne pêkane ku tevgera me tênekoş e û rê bide hesabên mijûlkirinê. Wê taktîkên stratejiya êrîşkirinê û polîtîkayên kûr ên tinekirinê yên hikûmeta AKP'ê neyên qebûlkirin, ku hewl dide tevgera me di nava rewşa agirbestê de rabigire û van armancên xwe bicih bîne. Wê ji polîtîkayên AKP'ê yên bêçalakîtî bêwate kiriye û bi êrîşa li dijî Kobanê re dawî li bêçalakîtiyê aniye, helwesta pêwîst were nîşandan û bersiva pêwîst bê dayîn. Li hemberî vê polîtîkaya hikûmeta AKP'ê, ku êrîşa tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojava bilind kiriye û mîna li Kobanê tê dîtin bi her şêweyên alîkariya leşkerî, siyasî û lojîstîk re îhaleya şerê li dijî Kurdan daye DAIŞ'ê, wê bêdengî neyê nîşandan. Polîtîkaya; li bakur agirbest, li Rojava û Başûr şer wê neyê qebûlkirin. Jixwe agirbest li bakur weke bingehek ji tevgera psîkolojîk û şerê taybet tê bikaranîn. Wê dawî li şerekî bi vî rengî yê taybet û polîtîkaya xapandina civakan bê anîn.

Di rewşeke ku li Bakurê Kurdistanê ti gav nayê avêtin, bi êrîşên şerê taybet û tevgerên psîkolojîk re hewl tê dayîn Tevgera Azadiyê bê tinekirin de, êrîşkirina DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê ku herêmeke biçûk a xweser a bi Tirkiyeyê re xwedî deriyê sînor e, sebir fûrandiye."

ÊRÎŞA LI PIRSÛSÊ HEVKARÎ LI ÊRÎŞA DAIŞ'Ê YE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê nerazîbûn nîşanî terora dewletê ya li Pirsûsê da. KCK'ê got, "Dewleta ku bi hezaran leşker û polîsan êrîşî mirovên alîkariya manewî didan xizmên xwe yên li Kobanê, bê şik û guman şerekî li dijî tevahiya gelê Kurdistanê ye" û wiha dewam kir: "Êrîşa hovane ya li deşta Pirsûsê li hemberî gel hat kirin, êrîşa li dijî alîkariya dê û bavekî ya ji bo zarokê xwe, êrîşa li dijî alîkariya zarokekî ji bo xwişk û birayên xwe ye. Ev yek ji aliyê ti wijdan û exlaqê ve nayê qebûlkirin û aşkera ye ku li dijî vê serî wê bê hildan. Niha li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava hemû Kurdistanî li hemberî Tirkiyeyê xwedî hêrseke mezin in. Di rewşeke ku bajarekî Kurdan di bin dorpêçiyê de ye û gefa komkujiyê lê tê xwarin de, êrîşa li hemberî gelê ku alîkariya manewî dide xizmên xwe, îlana şer li dijî tevahiya gelê Kurd e. Ev êrîşa ku tê wateya hevkarî li êrîşa DAIŞ'ê, ji aliyê tevahiya cîhanê ve jî bi vî rengî tê fêmkirin. Em jî bi vî rengî fêm dikin û bi biryar in ku ya pêwîst bikin.

FETISANDINA ŞOREŞA ROJAVA TÊ HEDEFKIRIN

KCK’ê diyar kir dewleta Tirk bi van êrîşan hewl dide Kurdistanê bêmirov bihêle û herêma tampon ava bike û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê bi  qasî ku dixwaze DAIŞ’ê bide êrîşkirin û Kurdistanê bê mirov bihêle, kesên sînor derbas dikin û tên gel xizmên xwe dike hincet û armanc dike herêma tampon ava bike. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê dijmintiya xwe ya ev 3 sal in li dijî Rojava bi rê ve dibe, niha jî bi avakirina herêmeke tampon didomîne. Heta niha ku her cure destek dide çeteyên wek El Nusra û DAIŞ hatina Erebên Sûriyeyî ji bo Tirkiyeyê teşwîq dike  û şerê navxweyî yê li Sûriyeyê pêş dixe. Niha jî gelê Rojavayê Kurdistanê ji cih û warên wan dike û li ser wê dixwaze herêmeke tampon ava bike. Bi vê herêma tampon hewl dide Rojava bê mirov bike, şoreşa Rojava bi fetisîne û bikaranîna çeteyên DAIŞ bandora xwe ya li ser Sûriyeyê zêde bike. Ji bo vê jî her cure peywendiyên qirêj, rê û rêbazan bi kar tîne. 

Bi herêma tampon dike armanc ku li dijî gelê Kurd û îradeya wê tevgera azadiya Kurd şerê tê li darxistin zêdetir bike û kûr bike. 

Tirkiye bûye welatekî ku di roja me de polîtîkayên herî qirêj, rê û rêbazan li Rojhilata Navîn dixe dewreyê, pirsgirêkan berfireh dike. Li her cihî ku pirsgirêkan derdixe û paşê ji rewşê jî ji xwe re wezîfeyan çêdike, bûye wek polîtîkayeke esasî ya Tirkiyeyê. Hikûmeta AKP’ê beşa operasyonên derve ya rêxistina îstixbaratê bi awayekî zêde berfireh kiriye û ji vê departmanê re rayeya her cure rêyên qirêj, rêbaz, serîlêdana li komployan û înîsiyatîf daye. Êdî li Rojhilata Navîn di bin her kevirekî de Tirkiyeya mezhebperestiya AKP’ê derdikeve holê.

BI LEŞKERÎ Û SIYASÎ HER CURE TÊKOŞÎN

KCK’ê herî dawî biryarên ku di Civîna 7’emîn a Navber a Kongreya Gel ku rojên buhrî li Herêmên Parastinê  yên Medya pêk hat bibîrxist û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî polîtîkayên AKP’ê yên li hember gelê Kurd şer pêş dixe helwest bigirin.

KCK’ê got: “ Civîna Navber a 7êmîn a Kongra Gel ku mijara tevayî polîtîkayên Tirkiyeyê yên Rojhilata Navîn ên  li ser pelçiqandin û tinekirina gelê Kurd e nirxand, polîtîkaya çareseriya demokratîk û siyasî ya Rêber Apo da destpêkirin û agirbesta ev du sal in didomîne hikûmeta AKP’ê ku wek polîtikayeke tesfiyekirina Tevgera Azadiyê  û temamkirina qirkirina çandî ya li ser Kurdan bi berfirehî nirxandiye. Civîna navber a 7. Gihişt biryara ku hikûmeta AKP’ê hewldanên Rêber Apo îstîsmar dike, agirbest bê wate kiriye û raye daye Konseya Rêveber da ku li hemberî vê polîtikaya AKP’ê bi her cureyê helwest bigire û têkoşînê pêş bixe. Li hember bangewaziyên Rêber Apo yên ji bo destpêkirina mûzakereyan û çareserkirina pirsgirêka Kurd derxistina hêzên gerîla ya derve sînoran ku tê ferzkirin wek israra di neçareseriyê de hatiye nirxandin. Li dijî vê polîtikaya AKP’ê wezîfeya di aliyê siyasî û leşkerî de ku bi her cure gavan bavêje û polîtikayên qirêj, ên li hemberî gelê Kurd vala derxe daye Konseya Rêveber. 

Konseya me ya rêveber li ser esasê vê rayeyê nirxandinên pêwîst kirine û gihiştiye tespîta ku agirbest ji aliyê AKP’ê ji holê hatiye rakirin û li hemberî gelê Kurd şer hatiye destpê kirin. Li dijî şerê ku AKP’ê li her cihî bi gelek aliyan li hemberî gelê me bi rê ve dibe biryara ku li her qadê û bi her cure rêbazan têkoşînê bike girtiye. 

Em bang li tevahî gelê xwe, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û tevahî raya giştî ya demokratîk a cîhanê dikin li hemberî vê polîtikaya AKP’ê helwest bigirin, destek bidin têkoşîna Tevgera me ya Azadiyê ya demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina gelê Kurd.”