KCK: Nûçeyên vekişîna gerîlayan derew in
KCK: Nûçeyên vekişîna gerîlayan derew in
KCK: Nûçeyên vekişîna gerîlayan derew in
KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera tevgera Kurdan û tu hêzan de ne li Hewlêrê û ne jî li ciheke din tu hevdîtin pêk nehatine û diyar kir ku ev nûçeyên bi vî awayî ji binî ve derew in.
KCK’ê derbarê nûçeyên bi awayê “100 gerîlayên HPG’ê dê vebikişin”, “Ji bo vekişîna gerîlayan di hevdîtina bi KCK’ê re lihevkirin çêbû” daxuyaniyek weşand û ev îdîa derewand.
KCK’ê diyar kir ku çapemenî û medyaya Tirk di van demên dawiyê de li ser esasê şerê psîkolojîk li dijî tevgera Kurd her roj nûçeyan diweşîne û vê yekê weke “şerê psîkolojîk ê manîpulasyona bi zanebûn” nirxand. KCK’ê destnîşan kir ku ev nûçeyên bi vî awayî bi temamî derew in û destnîşan kir ku tu eleqeya van îdîayan bi rastiyê re tune ye.
HEVDÎTIN BI KCK’Ê RE ÇÊNEBÛYE
Her wiha KCK’ê destnîşan kir ku wana helwesta xwe ya ji bo hevdîtinên li Îmraliyê di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de pêk tên aşkere kiriye û got: “Rêbertiya me bi navê tevger û gelê me hevdîtinê dike, nunertiya gelê me dike û em bi temamî tevlî vê yekê dibin. Me ji bo vê yekê dabû diyarkirin ku ji bo hevdîtin encameke rast bi xwe re bîne, divê Rêber Apo bikare bi rêveberiya me û hevparên sîstema KCK’ê re hevdîtin pêk bîne û bi wan re nîqaşê bike.” KCK’ê ragihand ku çapemeniya Tirk vê yekê bi awayeke din diweşîne û da zanîn ku ji bilî Îmraliyê di navbera tevgera wan û dewletê de li tu cihek din hevdîtin çênebûne.
ZELALBÛNA KOMKUJIYA PARÎSÊ JI BO PÊVAJOYÊ GIRÎNG E
KCK’ê destnîşan kir ku heta niha bûyera komkujiya li Parîsê ku têde sê jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin li holê ye û bal kişand ku çapemeniya weke ku ev bûyer çênebûye, nûçeyên bi vî awayî belav dike. KCK’ê diyar kir ku ji bo pêşketina vê pêvajoya zelalbûna komkujiya Parîsê girîng e.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de daxuyaniyand ku êdî bê guman aşkere bûye ku ev êrîş a dewleta Tirk e û got: “Ger hukûmeta AKP’ê ji dil be, divê ji tevgera me û civakê re rabigihîne ka ev êrîş bi çi armancê û ji aliyê kê ve hate hatiye kirin.”