KCK: Pêwîste destûrê nedin ev qetilkirin normal bibin

KCK: Pêwîste destûrê nedin ev qetilkirin normal bibin

Hevserokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê têkildarî êrîşa polîsên Tirk ya li Geverê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Ev êrîş di demek ku gerîlaya di agirbestê de pêkhatiye. Ji xwe dewleta Tirk ji destpêkê ve di nava helwestekî binpêkirina agirbestê de ye. pêkanînên weke, çêkirina qereqolên nû, tehmîrkirina qereqolên kevin, qirkirina çandî û bendavên biarmanca leşkerî, çêkirina rê û balefirgehan agirbestê ji holê radikin. Tenê ên armanca wan şer di nava van cûre xebatan de ne. Ev rewş rê dide ku gerîla li dijî qereqol, bendav, rê û rêyên hewayî çalakiyan pêkbîne.”

Hevserokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê da diyarkirin ku, gelê Kurd û rayagiştî ya Tirkiyeyê pêwîste bibîne ku ev êrîşên dewleta Tirk rewşa agirbestê jiholê radike û wiha got: “Dewleta Tirk bi van qetlan zemînê şer zindî digire.” Hevserokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê anî ziman ku, pêwîste gelê Kurd li beramberî van qetilkirina bêdeng nemîne. Hevserokatiya KCK’ê weke din jî balkişande ser ku pêwîste destûrê nedin normalkirina van qetlan jî û ev şiyarî kir: “Eger dê ev qetilkirin bidomin” û da zanîn ku, “Ji ber vê çendê gelê me pêwîste li herderê dakevin kolanan û komkujiya li Geverê protesto bikin.”

‘EM SERSAXIYÊ JI MALBATA BÊMAL DIXWAZIN’

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê de hate bibîrxistin ku, bi qetilkirina Bêmal Tokçû li Geverê hêjmara kesên ji aliyê polîsên ve hatine qetilkirin gihan 3’an. Hevserokatiya KCK’ê got, “Em sersaxiyê ji malbata Bêmal û tevayî gelê Kurd dixwazin” û da diyarkirin ku, ew dê hesaba van qetlan ji kesên pêkanîne bixwazin. Hevserokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê destnîşan kir ku, hikumeta AKP’ê li Tirkiye û Kurdistanê qetlên ku polîs dikin normal kirne û balkişande ser van xusûsan:

“Yek ji qetlên polîs dike nayên darezandin; qatilan ceza nake. Polîsên ku ji vê cesaretê digirin bi hêsanî guleyan direşînin ser gel. Tenê ferqa hikumeta AKP’ê ji pêkanînên salên 1990’î wê demê deh deh dikuştin, îro dû dû, sê sê ji gelê Kurd dikujin û bi wî awayî polîtîkaya helandinê dişopîne. Dema ku çapemeniya Tirk û siyasetmedarên wan jî li ser van qetlan nerawestin, piştî demek kurt hinek qetlên din çêdibin. Bêdengiya çapemeniya Tirk ya li hemberî van qetlan, hevkariya sûc ya salên 1990’an nîşan dide. Çapemenî bitaybet fermanên navendî yên şerê taybet ku dewlet dide pêktîne û li hember qetlên li Kurdistanê têne kirin ji nedîtî ve tê.”

Di daxuyaniya ku têde tê gotin, “Eger li Geverê provokasyonek hebe, ew kesin ên ku provokasyon kirine û gule li gel reşandine”, ên ku dixwazin Kurdan bi zextan û tundiyan bêdeng bikin wan ev êrîş pêkanîne. Hevserokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê da zanîn ku, li hemberî van zext û qetlan bêdeng mayîn, dê nekare zext û qetlan bidawî bike û got: “Ji xwe armanca zalim û qetlîamkaran bêdengkirina Kurdan û stoxwarkirina wane.”

Hevserokatiya KCK’ê di daxuyaniya xwe de dide diyarkirin ku, hikumeta AKP’ê ya li hemberî qetilkirina mirovên Kurd ya ji aliyê polîsan ve bêdeng dimîne, hem sûcdar û hem jî bi hêz xwe nîşan dide û dibêje ‘serî li terorê didin’ dixwaze beriya hilbijartinê rûyê xwe veşêre. KCK’ê da zanîn ku, “Rayagiştî yaTirkiye û gelê me jî dizane ku,Tevgera Azadiya Kurd gelek caran beriya hilbijartinê agirbest îlan kiriye û firsend daye hikumeta AKP’ê ku pêngavan bi avêje. Lê belê hikumeta AKP’ê piştî her hilbijartinekê li şûna pêngavan bi avêje, dihizire ku bihêzbûye û dest bi êrîşên leşkerî û siyasî kiriye. Li rexmî vê rastiya zelal jî beriya her hilbijartinekê dibêje ‘serî li çalakiyan didin’ nîşan dide ku hikumeta AKP’ê bidirewan şerekî taybet yê derûnî dide meşandin. Bi vê direwên şerê taybet dixwaze tevgera me û gelê me bêtevger bihêle û hewil dide rûyê xwe yê êrîşkar veşêre.”

 ‘DEWLETA TIRK DIVANVA HELWESTEK AGIRBESTÊ BIN PÊ DIKIEYE’

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ev êrîş didema ku gerîla bê çalakiyê de bûn pêk hatiye û wiha hat gotin: “Jixwe dewleta tirk ji destpêkê de helwesta bêçalakbûnê binpêkiriye. Çêkirina qereqolên nû, qirkirina siyasî, avakirina bedavan ji bo leşkerî, çêkirina rê û hewayî yan ev yek hemû ji bo ku bêçalakitiyê ji holê rabikin kirin. Tenê yên ku di hedefa wan de şer hebe dikevin dinava şerek wiha de. Çêkirina qereqol, bendav, rê û riyên hewayî mafê gerîla yê çalakiyê dide. Bi taybet jî êrîşa li hemberî sivîl û komkujiyan mafê gerîla yê bi misîleme ku bersiv bide heye. Agirbest ne ku aliyek bêdeng bimîne û aliyê din jî amadekariyên şer bike ye.”

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “ Divê ku gelê me û raya giştî ya Tirkiyeyê bibîne ku ev êrîş agirbestê ji holê radike. Dewlata tirk bivan kuştinan bingeha şer çêdike. Polîtîkaya provokasyonê, şîdetê ku dixwazin hêviyên gelê kurd ya azadiyê bi perçiqînin evin. Divê ku gelê me û raya giştiya Tirkiyeyê divê ku van rastiyan bibînin û divê ku li hemberî van polîtîkayan helwestek dicîh de nîşand bidin. Het ku li hemberî helwesta hikûmetê ku kuştina sivîlan normal dike helwestek dicih de neyê nîşand dan li Tirkiyeyê ne demokrasî pêk tê û ne jî pirsgirêka kurd çareser dibe. Heya ku li hemberî van helwestek di cih de neyê nîşan dan dê ev polîtîkayên hikûmet û dewletê berdewam bikin. Ji ber vê sedemê peywirek girîng dikeve ser milê hêzên demokrat û raya giştî.”

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê bang li gelê kurd jî kir ku li dijî van qetilkirinan bê deng nemînin û wiha hat gotin: “Ne xwe dê ev kuştin berdewam bikin. Ji bo wê jî divê gelê me li her derî derkeve qadan û komkujiya li Geverê bê navber şermezar bike û ji dewletê bixwaze ku van kujeran ceza bike. Divê gelê kurd li dijî van kumkujiyan bertekên xwe bîne ziman û gotinên serokwezîr yên wekî yek milet, yek dewlet, yek al û yek welat şermezar bike. Ji ber ku gotina ku pêşiya pêvajoyê digire û kuştinan teşwîq dike ev gotin e; ev axaftin e. Heta hikûmeta AKP û dewleta tirk dest ji vê axaftin û pêkanînan bernede dê çareserkirina meseleya kurd jî pêk neyê.”

KCK’ê di dirêjiya daxuyaniya xwe de aşkera kir ku divê hikûmet vê baş bizanibe ku ev kuştin û qetilkirin pêvajoya bê şer ji holê radike û mafê misîlemeyê derdixe holê û wiha pêde çû: “Ji bo wê jî divê hikûmet dest ji helwesta xwe ya xapandinê berde û muzakereyên bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê re cidî bigire dest û di demekî kurt de gavên bi wate û vîna xwe ya demokratîk dayne holê. Tenê pêvajoya bê şer û çareseriya pirsgirêka kurd ya bi riyên demokratîk bi vî şêwazî mumkun e.”