KCK: Redkirina perwerdeya zimanê dayikê tê wateya mirî hesibandina gel

KCK: Redkirina perwerdeya zimanê dayikê tê wateya mirî hesibandina gel

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê geşedanên di rojevê de nirxand û got: “Redkirina zimanê gelekî tê wateya, mirî hesibandina wî gelî. Ev heqeretek mezin e û biçûkxistin e. Bêguman dê Kurd serî hilde. Dê xwe nespêrin merhemeta AKP’ê. Li dijî hemû êrîşên nîjadperest divê Kurd li her derê bikevin parastinê. Polîtîkaya AKP’ê ya zindanê jî her roj rê li ber mirinan ve dike.

ZIMANÊ DAYIKÊ NABE MIJARA BAZARÊ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku li dijî têkoşîn û daxwazên rewa yên gelê Kurd êrîş didomin. KCK’ê da zanîn ku bêtehemuliya li dijî nirxên pîroz ên Kurdan di her derfetê de xwe dide der û got: “Herî dawî li Licê li dijî avahiya dibistana me bi wesayîtan êrîş kirin. Lê li dijî berxwedana gelê me vekişiyan.

Bi vê yekê careke din derketiye holê ku asîmîlasyona li ser Kurdan didome. Asîmîlasyon û entegrasyon polîtîkaya sereke ya AKP’ê ye. Tu derew û demagojî nikare serê vê bigire. Heta ku Kurd jî wek Tirkan bi zimanê xwe ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdeyê nebînin,  teqez nayê fikirîn ku dê dest ji mêtingeriya Tirk hatiye berdan.

Redkirina zimanê gelekî tê wateya mirî hesibandina wî gelî. Ev heqeret û û biçûkxistineke mezin e. Bêguman dê Kurd li dijî vê serî hildin. Dê xwe nespêrin merhemeta AKP’ê. Gelê Kurd dê bi têkoşîna xwa ya mafdar parastina xwe bike. Ji ber ku mafê perwerdeya zimanê dayikê teqez nabe mijara bazarê. Êdî tu hêzî nikare pêşî li demokratîk û xweserbûna Kurdan bigire.

AKP li aliyekî dibêje çareseriya Pirsgirêka Kurd û li aliyê din jî dest ji zîhniyeta redkar û nîjadperest bernedaye. Gelê me li dijî van polîtîkayên faşîzan xwedî mafê berxwedanê ye.Divê bi ruhê serhildanê bersivê bide van êrîşan. Çalakiya boykota dibistanên Tirkî pîroz e. Di serî de xwendekar û hemû gelê me divê bi hêzeke mezin tevlî vê kampanyayê bibin.

KURD LI HER DERÊ DIVÊ PARASTINA XWE BIKIN

KCK’ê diyar kir ku di demên dawî de li djî Kurdan êrîşên faşîzan zêde bûne û wiha berdewam kir: “Bi piştgiriya dewleta mêtinger li hemberî welatparêzên Kurd ên sivîl êrîş pêk tên û di encama êrîşan de herî dawî ciwanê Kurd Mahîr Çetîn li Antalyayê hate qetilkirin. Divê gelê du car sê car bersiva van êrîşan bidin. Kurd ne qurbanî ne. Divê parastina xwe xwe pêk bînin.

POLÎTÎKAYA ZÎNDANÊ YA AKP’Ê DIKUJE

Polîtîkaya AKP’ê ya zîndanan her roj dibe sedema mirinan. Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin û wiha berdewam kir: “Hewl didin îradeya girtiyan teslîm bigirin. AKP nikare vê bi hiqûqê îzah bike. herî dawî Yaşar Dere hevalê me jiyana xwe ji dest da. Em soza xwe ya pêkanîna xeyalên hevalê dubare dikin û malbata wî re sersaxiyê dixwazin.”