KCK: Serkan Tosûn qîrîna şoreşa Rojava ye

KCK: Serkan Tosûn qîrîna şoreşa Rojava ye

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê milîtanê MLKP'ê Serkan Tosûn ê di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got, "Kesayetiya têkoşer a milîtanê MLKP'ê Serkan Tosûn, hestên sosyalîst ên Denîzan, Mahîran, Îbrahîman, Orhan Yilmazkayayan, Hakiyan û Kemal Pîran di şoreşa Rojava de bicih aniye. Ev sekna şoreşger a li Rojava di heman demê de qîrîna şoreşa Rojava ye."

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê ji bo milîtanê MLKP'ê Serkan Tosûn (Mazlûm) ê di pevçûnên li Rojava de jiyana xwe ji dest da û duh ber bi rêwîstiya bêdawî ve hat oxirkirin, peyama sersaxiyê weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em milîtanê MLKP'ê hevalê Mazlûm (Serkan Tosûn) ê ji bo parastin û pêşvebirina şoreşa Rojava li Serêkaniyê li gel gelê Kurd bi berxwedanê şehîd ket, bi rêzdarî bibîr tînin. Gelê Kurd wê şoreşa Rojava biparêze, vê şoreşê veguherîne mewziya herî bingehîn a azadiya gelên Rojhilata Navîn û bi vî rengî bîranîna şoreşgerê mezin Serkan Tosûn jîndar bike." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Kurdan, şoreşa tevahiya gelên Rojhilata Navîn e.

KCK'ê ji bo Serkan Tosûn got, "Kesayetiya têkoşer a milîtanê MLKP'ê Serkan Tosûn, hestên sosyalîst ên Denîzan, Mahîran, Îbrahîman, Orhan Yilmazkayayan, Hakiyan û Kemal Pîran di şoreşa Rojava de bicih aniye. Ev sekna şoreşger a li Rojava di heman demê de qîrîna şoreşa Rojava ye."

'ŞOREŞA KURDISTAN Û TIRKIYÊ DI ZIKHEV DE YE'

Peyama KCK'ê ya ji bo Serkan Tosûn wiha ye:

"Em milîtanê MLKP'ê hevalê Mazlûm (Serkan Tosûn) ê ji bo parastin û pêşvebirina şoreşa Rojava li Serêkaniyê li gel gelê Kurd bi berxwedanê şehîd ket, bi rêzdarî bibîr tînin. Gelê Kurd wê şoreşa Rojava biparêze, vê şoreşê veguherîne mewziya herî bingehîn a azadiya gelên Rojhilata Navîn û bi vî rengî bîranîna şoreşgerê mezin Serkan Tosûn jîndar bike. 

Di demeke ku êrîşên li dijî şoreşa Rojava zêde bûn de hevalê Serkan li cem gelê Rojava cihê xwe girt û bi vî rengî bûyek ji mînakên herî bedew ên ruhê piştevaniya şoreşger. Bi şoreşa Rojava û şehadeta Serkan Tosûn re careke din hatiye dîtin ku jiyana demokratîk û azad a hemû gelên li Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ye. Şoreşa Rojava û Şoreşa Bakur, Şoreşa Bakur û Şoreşa Tirkiyê êdî di zikhev de ne.

DI ŞOREŞA ROJAVA DE PRATÎKBÛYÎNA DENÎZAN Û YILMAZKAYAYAN

Kesayetiya têkoşer a milîtanê MLKP'ê Serkan Tosûn, hestên sosyalîst ên Denîzan, Mahîran, Îbrahîman, Orhan Yilmazkayayan, Hakiyan û Kemal Pîran di şoreşa Rojava de bicih aniye. Ev sekna li Rojava ku lê şoreşgerî û lehengiyeke herî mezin a dîrokê tê jiyîn, di heman demê de qîrîna şoreşa Rojava ye. Ji ber ku şoreşa Rojava hînê ew piştgirî û desteka heq dike ji şoreşger, demokrat û hêzên pêşverû yên cîhanê nedîtiye. Bêguman ji dil ve piştgirî û yekitiya ji bo Rojava heye; lê belê yek ji wezîfeya herî girîng a niha, mîna şoreşgerê mezin Serkan Tosûn, cihgirtina li cem gelê leheng ê Rojava ye.

Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Kurdan e. Ev şoreş şoreşa Kurd, Suryanî, Ermenî, Ereb, Elewî, Êzidî, Durzî û hemû gelên din ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ye. Ne tenê şoreşa Rojava û Sûriyê ye, şoreşa hemû gelên li Tirkiye, Iraq, Lubnan, Urdun û welatên din ên herêmê ye. Lewma, gele Rojava ji bo jiyana demokratîk û azad a hemû gelên li Rojhilata Navîn li ber xwe dide.

'TOSÛN BERXWEDÊRÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN E'

Serkan Tosûn jî li Rojava, di serî de ji bo gelên Tirkiyê ji bot evahiya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê li ber xwe daye û şehîd ketiye. Ew berxwedêrê tevahiya gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn e. Vê berxwedanê mînaka herî bedw a piştgiriya şoreşgerî ya ji bo şoreşa Rojava afirandiye û berxwedan û şoreşa Rojava hîn bêtir watedar kiriye.

Serkan Tosûn wê di têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd de bijî; Bi têkoşîna afirandina Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk, dê hesreta wî bicih were anîn."