KCK: Şervan şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye
KCK: Şervan şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye
KCK: Şervan şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye
Hevserokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê ji bo kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û şervanê YPG’ê Şervan Muslim ku di pevçûnek ya li Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da peyamek ya sersaxiyê weşand. KCK’ê got: “ Şervan şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye.”
Hevserokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê da diyarkirin ku, Şervan Muslim ku 9’ê Cotmehê di pevçûnek ya li Girê Spî ji aliyê komên çete ve hate qetilkirin û Tirkiyeya ku piştgiriyê dide van çeteyan dê li Rojavayê Kurdistanê mehkûmî windakirinê be. KCK’ê destnîşankir ku, çete sûcê mirovahiyê dikin û got: “Dewleta Tirk jî hevkarê vî sûcê mirovahiyê ye.”
KCK’ê di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê di encama êrîşên çeteyan de kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim şehî dket. Em sersaxiyê ji Salih Muslim û malbata wî re dixwazin. Weke dayîka Şervan Muslim dayî diyarkirin, “Şervan şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye”. Şehîd Şervan rûmeta hemû gelê Kurdistanê ye. Bêgûman dê bîranîna şehîdên şoreşa Rojava bi jiyanek ya demokratîk û azad bitac bikin. Em pê bawerin ku gelê qehreman yê Rojavayê Kurdistanê dê vê biser bixe.
Tirkiye ku dijminahiya şoreşa Rojava dike, şer veguhestiye Rojava. Ji hemû komkujî û cînayetên Rojava dewleta Tirk berpirsyare. Her çendî dewleta Tirk biderewand jî, lê di serî de gelê Rojavayê Kurdistanê, hemû gelê Kurd û hemû cîhan dizane ku li pişt van êrîşkaran Tirkiye heye. Ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê azadiya xwe qezenc neke, çeteyan bi kurdan re dide şerkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê Tirkiye mehkumê winda kirinê ye. Ji ber ku gelê Kurd armancên van êrîşan dizanin, ji bo avakirina jiyanek azad û demokratîk dê hemû bedelan bidin. Şahadeta kurê Salih Muslim careke din ev rastî nîşanda ye.
Li Rojavayê Kurdistanê çeteyên çekdar sûcê mirovahiyê dikin. Çeteyên li hemberî şervanên YPG’ê winda kirin, dest bi qetilkirina sivîl û bêserûber bombekirina herêmên sivîl kir. Dewleta Tirk jî hevkarê vî sûcê mirovahiyê ye.
Dewleta Tirk şerekî pir xeter û qirêj birêve dibe. Gelê Kurd û mirovahî dê vî şerê qirêj qebûl neke. Dewleta Tirk ji ber vî şerê qirêj ê birêve dibe dê di nav gunehan de bixeniqe.”